Bi giyanê seferberiyê berxwedan û yekitiya neteweyî

Ji sala 2020’an re çend roj man. Wek her sersalê, ew ê dîsa di çend rojên meha kanûnê yên dawîn de, der barê sala derbasbûyî de nirxandin bên kirin û li ser tiştên qewîmîne bê sekinandin. Ji kesan bigire heta bi sazî û dezgehan, hema bêje ew ê herkes muhasebeyeke wiha bike.

Bêguman ew ê tevgerên siyasî yên ku dibêjin li ser navê civaka Kurdistanê siyasetê dikin jî nêzîkatiyeke wiha nîşan bidin. Jixwe di beşên çapemeniyê yên cur bi cur de daxuyanî hatin dayîn jî. Ne rast û di cih de ye ku der barê van daxuyaniyên hatine dayîn de, li vê derê nirxandin bên kirin, lê wateya sala 2019’an ji bo civaka Kurdistanê çi bû, divê bi gelemperî be jî li ser bê sekinandin.

Divê di serî de bê diyarkirin ku di sala 2019’an de, 21 sal in li Îmaraliyê Rêber Apo, li çar parçeyan gelê Kurdistanê, li çiyê gerîla û li zindanan jî girtiyên azadiyê berxwedanek mezin nîşan dan. Bi vî awayî, bi Berxwedana Grevên Birçîbûnê ya Bêdem a Mezin a ku di dawiya sala 2018’an ji zindanan hat dewrgirtin û ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bigire heta bi Ewropa, Kanada û hwd. û gelek deverên din ketin sala 2019’an û bi saya vê berxwedanê derz li tecrîda Îmraliyê hat xistin û parêzeran û malbatê bi Rêber Apo re havdîtin pêk anîn.

Tevî êrîşên qirkirina siyasî, leşkerî û çandî yên li bakurê Kurdistanê jî, berxwedana gelê Kurdistanê bênavber berdewam kir. Li aliyekî gerîlayên ku xwe ji aliyê taktîk û teknîkî ve nû kirine, derbên giran li dijmin xistin, li aliyê din jî destkeftiyên demokratîk û siyasî bi biryardarî hatin parastin. Hilbijartina li Tirkiyeyê ya 31’ê adarê û hilbijartina Şaredariya Stenbolê ya 21’ê hezîranê jî di nav van destkeftiyan de cihê xwe girtin. Bi vî awayî gelê Kurdistanê li vîna xwe ya hatibû desteserkirin dîsa xwedî derket. Bi vê têkçûna dewleta TC’ê ya qirker, hat nîşandan ku ew ê bi tu awayî negihîje armanca xwe

HSD’ê li Rojava û Bakur/Rojhilatê Sûriyeyê, DAIŞ têk bir û dawî li serweriya wê ya li ser erdê anî. Ev serkeftina Hêzên Azadiyê yên Kurdistanê ya 2019’an wek destkeftiyek mezin di rûpelên dîrokê de hat nivîsîn. Ev serkeftina mezin tenê ne ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelên ereb, asûrî/suryanî, ermen, çerkez, faris, tirk û hwd, ji bo gelên Rojhilata Navîn hemûyan jî serkeftinek mezin bû. Dikare bê gotin ku ji bo gelên bendest, mezlûm, mêtingerkirî, şoreşger, demokrat û hêzên azdîxwaz hemûyan jî tê heman wateyê. Bandora xwe li tevahiya cîhanê kir.

Ev serkeftina ku şoreşa Rojava bi dest xist ji aliyekî ve li Rojava û Bakur/Rojhilatê Sûriyeyê di warên siyasî, aborî, civakî, çandî, dîplomatîk û hwd. de bû sedema bilezkirina avakirinê. Dîsa bû sedema veguherîna giyanî û civakî û di heman demê di serî de li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê, li gelek deverên cîhanê jî bû îlham ku liv û tevgerên civakî derkevin pêş. Ragihandina  ‘2’yê Mijadarê Roja Rojava ya Cîhanê’jî nîşaneya vê yekê ye.

Gelê başûrê Kurdistanê ji bo mafên xwe yên demokratîk derket meydanan û daxwaza edalet, wekhevî û azadiyê kir. Li hemberî dagirkerî û qetlîamên dewleta TC’ê ya qirker helwesta xwe nîşan da. Daxwazên xwe yên ji bo yekitiya neteweyî ji her demê bêhtir anîn ziman. Li hemberî dagirkirina TC’ê ya li hemberî Rojava derket û ji bo vê jî kampanyaya boykotkirina kel û pelên TC’ê û kanalên TV’an da destpêkirin.

Di heman demê de gelê rojhilatê Kurdistanê jî, hem di nav demokrasiya giştî ya Îranê de hem jî di nav têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de cihê xwe girt. Bi vê ve girêdayî di serî de rojavayê Kurdistanê, li hemberî êrîşên qirkirina birayên xwe yên li parçeyên din helwesta xwe nîşan da.

Di sala 2019’an de, hezên serwer ên sermayedar ên cîhanî û hevkarên wan ên herêmî jî, li dijî berxwedana gelê Kurdistanê ya tevahî ya li hemberî êrîşên qirkirinê ya bi giyanekî seferberiyê, vala nesekinîn. Wan jî êrîşî gelê Kurdistanê û pêşengê wî Tevgera Azadî û Demokrasiyê ên ku ji bo xwe wek metirsiya herî mezin dibînin kirin û wek her demê van êrîşên xwe jî bi êrîşa li dijî Rêber Apo dan destpêkirin.   Piştî wendakirina wan a hilbijartina 23’yê hezîranê ya Şaredriya Stenbolê û bi 17’ê tebaxê re destpêkirina polîtîkayên tecrîda gîrankirî yên li ser Rêber Apo, di 22’yê tebaxê de di serî Amed, Mêrdîn, Wan û hwd. vîna gelê Kurdistanê bi dagirkirina şaredariyan desteser kirin.  Êrîşên li hemberî başûrê Kurdistan û Şengalê, êrîşên dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Grê Spî yên rojavayê Kurdistanê jî di nav van êrîşan de cihê xwe girtin.

Dewleta TC’ê ya qirker, van êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurdistanê bi destek, hêz û erêkirina dewletên mîna DYA û Rûsyayê pêk anîn. Rejîmên Iraq, Îran û Sûriyeyê jî bi bêdengmayîna xwe van êrîşan pesend kirin. Gelê Kurdistanê, hem di bin êrîşên qirker û dagirekeriyê yên sermayeya kurewî û dewlet/hêzên hevkarên awan,   hem jî bi berxwedana li hemberî van êrîşan dikeve sala 2020’an. Ji ber vê jî sala 2019’an berpirsiyarî û peywirên sala 2020’an jî diyar kirine. Ev jî tê wateya ku ew ê tevahiya gelê Kurdistanê bi giyanekî seferberî û yekitiya neteweyî li ber xwe bide. Ango bi gotineke din şênberbûna berxwedan û daxwazên yekitiya neteweyî ye.

Di sala 2019’an de bingeha vê bi awayekî bi hêz hatiye amadekirin. Di serî de li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê, li hemû erdnîgariyên ku kurd li wan dijîn, daxwazên li ser bingeha berxwedan û yektiya neteweyî hatine ziman û biryardariyek derketiye holê; ev daxwaz jî wek peywir danîne ber pêşeng, saziyên siyasî, partî û rêxistinên xwe.

Dikarî Biecibînî