Salên tije rûdan û ezmûn

Di dawiya dehsalên 2010‘an de yanî heya dawiya sala 2019‘an koçberî li hemû cîhanê nûçeya herî nexweş bû û nêzî 75 milyon kes penaber û bêmal li cîhanê belav bûne. Piraniya wan Ereb, Kurd û Efxanî ne.

Li bakurê Afrîka şoreşeke nû ber bi cîhana Ereb ve hat. Salên destpêka Bihara Erebî zû hatin dawiyê lê dîktatorek çû û yekî din cihê wî tije kir! Ne tenê azadiyên civakî çêbûn, belkî di piraktîkê de dijberiyên nû li hemberî wan kesan çêbûn ku alîgirên guherandinan bûn. Ji dilê wan hemû dijberiyan dewletek totalîter li Misrê çêbû, şerekî giran li Lîbyayê deket û Sûriye jî kete nav şerekî wêranker, li piraniya wilayetên welat ter û hişk tevîhev şewitadin. Di vê navê de „Bihara Kurdî“ jî li rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Bihara ku xwedî dîrokeke dehan salan bû û kurdan ji derfetên hatibûn pêş sûdekî mezin standin. Êdî Rojava bû giyaneke nû ya ji ezmûnên nû yên demokratîk re ku ji Tûnisê heya Sûriyeyê bêencam mabûn.

DAIŞ û Erdogan, PYD û Rojava

Ji 2014‘an û şûnde ku êdî Daiş hate nav qada şer û siyasetê hemû hêzên herêmê rûyê xwe yê li bin maskeyê aşkera kirin. Ji Şingalê heya Mûsil û Kobanî Kurdistan bû qada şerê bi wê rêxistina terorîstî re. Erdogan bi diruşmên xwe yên li dor biratiya hemû misilmanan li dijî kurdan hevkarî da Daişê. Li benda ketina Kobanî ma, lê berxwedana şervanên PYD‘ê hemû xewnên wî herimandin. Vê kir ku êdî bizava siyasî li Kurdistanê derbasî pêvajoyeke nû bibe. Erdoganê durû li bakurê Kurdistanê li dijî gotinên xwe yên weke:“ Pirsgirêka Kurd pirsa min e“, sekinî û dest bi tevkujiyên ji Roboskiyê heya Enqere, Amed, Pirsûsê… hêrişên li ser Qendîlê kirin. Êdî kurd û rejîmeke totakîler tevî hevalbendên xwe yên weke Daişê hatin hemberî hev. Berevajî daxwaza hemû welatên dagirker li Kurdistanê di ragihandina cîhanê de hêza PYD‘ê ya çend şaxî serfiraz ji ezmûnên demokarsiyê derketin û bûn sedem ku êdî pirestîja kurdan li hemû cîhanê bilindtir ji salên berê bibe. Daişê ku êdî hovîtiyên xwe li her dera cîhanê belav kiribûn, cara pêşîn li rojavayê Kurdistanê bi hemû îdiayên xwe yên mezibûnê rastî şikestinê hat. Şervanên kurd li Kobaniyê tabûyên wê herifandin û êdî şikest li pey şikestina din rastî wan hatin.

Di mehên dawiya sala 2019‘an de li Tirkiyê, Erdogan bi çêbûna du partiyên nû ku hevalên wî ava kirin, ket sala 2020‘an. Bizava siyasî a kurd tevî hemû astnegiyên li ber pêşkeftina wê qet nesekinî. Erdogan nekarî „siyaset û diyanet“ bihev re bimeşîne û li dijî kurdan bi MHPê re bû yek. Vê yekê gelek kurdên sawîlke ji xewê şiyar kirin. Kurdan baştir ji sedsala berê karîn him dijminên xwe binasin û him jî karîn di eniyeke hevgirtî de hêza xwe komîserhev bikin. Mîrasê ku Kemalîstên cinayetkar teslîmî Erdogan kirine bi hemû taybetmendiyên xwe yên sekular re nekarî bi rêya Erdogan û sûîstifadeyên ku wî ji dînê îslamê standine, kurdan ji rêya wan ya rast dûr bixin û bixapinîn. Çimkî êdî bisporên siyasî li Kurdistanê têgihiştin ku demokratîzekirina civakê tevî nasyonalîstên şovenîst çênabe.

Dewleteke ji ser heya binê piyan çekdar (Tirkiye) li dijî civakekê ku tim xwe nû dike (civaka kurd), bi sîstemeke totalîter re namire. Ew niha jî li gor fermanên Mistefa Kemal dixwazin bi rêya şikandin û sivikatiya kesayetiya kurd bigîhîjin armancên xwe yên bişaftin û tunekirina civaka kurd, lê vê yekê jî nekariye taybetmendiyên civakekê tune bike ku xwedî dîrokeke çend hezar salî ye. Ferqeke mezin di navbera civakeke wiha û zindanê nîne ku rejîmên heyî li Tirkiyê dixwazin li Kurdistanê ava bikin. Civaka îro ya li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê çîroka 5 kesên filma Rê ya Yilmaz Guney bi bîra min tîne. „Tirkên Çiyayî“ ku qet xwe li hemberî Tirkên bajarî û xwedî qaşo şaristaniya modern netwandin, man û îro jî hene. Dewlet-netewe ya Kemalîstan li Kurdistanê bi ser neket û wan nekarî kesayetiya kurd wergerînin ser kesayetiya xwe. Nasnameyên xwedî kultur û dîrokeke dêrin û rêbazên siyasî li Kurdistanê namirin, li hemberî wan jî darbeyên leşkerî, kirîzên siyasî û tevlîhevkirina hemû neteweyan di qalibekî çarçovkirî û girtî de ku tenê neteweya serdest li ser desthilatê bimîne, bi ser nakeve. Kemalîst û şopînerên wan ên îro welatek bi navê komara Tirkiyê bi tevkujiyan afirandin û bi xwîna milyonan kurd, ermen û neteweyên din xwestine meşrûyet ji xwe re peyda bikin, lê encam hê jî ne ew e ku ew dixwazin. Li hemberî wan hêza kurdan bi hemû bilindahiya bejina xwe li ber xwe dide. Ew dixwazin dîsa jî hemû rengên civakê bêne tunekirin ku totalîzma îdeolojiya Kemalîstan li ser kar bimîne. Dijminatiya tevî nasnameya miletekî yanî dijberiya faşîzmê bi hebûn û jiyanê re ye. Bigiştî di civaka ku di destê sîstemeke totalîter de bûye berde, gel qet nikare çêja bexteweriyê bikêşe.

Ji Rojhilata Navîn heya Ewropa û Amerîkayê

Kirîza Rojhilata Navîn bû sedema ku êdî kirîza penaberan ji Afxanistan, Kurdistan û hinek welatên din ên asyayî, hemû welatên Ewropayê jî bi vê kirîzê re rû bi rû bihêle.

Ew tund û tûjî tenê li Rojhilata Navîn neman û komên girêdayî Daişê û mislmanên radîkal kiryarên xwe yên hovane derbasî nav dilê Ewropayê jî kirin. Mînak: Roja 13. 11. 2015‘an li Parîsê 130 kes bi hêrîşên xwekujiyê re hatin kuştin. Ev kar û çalakiyên wiha jî ji Ewropayê heya Amerîkayê bûne sedema bihêzketina bîr û ramanên li dijî biyanî û koçberan. Partiyên rasîst li hin welatan hatin ser kar. Hêrsên li dor van hizrên rasîstî bûne sedema kuştina gelek misilman û koçberên ku ji destê Daişê û rejîmên dîktator reviyabûn.

Hevdîtinên serokên Amerîkayê ji Obama bigire heya Trump bi serokên Îran û Koreya bakur re hêviyeke wiha çêkiribû ku êdî yê dawî bi çêkirina çekên nukleerî û kîmyewî were, lê îro rewş xirabtir e û hêvî bi wan hewldanên dîplomatîk nemane ku qedera cihanê xistine nav tirseke mezin a tunekirinê. Hemû dorpêçên aborî li ser Îranê nebûne sedem ku rayedarên wê dewletê gelên nav sinorên welatê xwe nekujin. Mînak: Li rojhilatê Kurdistanê Kolber ji salên berê zêdetir têne kuştin, girtiyên siyasî pir û ciwan bi aşkerahî têne wendakirin.

Şerê ticarî yê du welatên Çîn û Amerîkayê, derketina Amerîkayê ya ji peymana parastina xwezayê ya Parîsê û berdana efsarê dîkatorê Tirkiyê ji bo hêrîşa li ser Rojava kiryarên şêtane yên Trump bûn ku hemû cihan sosretgirtî kir. V. Putîn bi dagirkirina Kirimê re û pêvegirêdana wê bo ser axa Rûsyayê kete nav şerê Sûriyeyê û bi parastina Beşar Esad re jî li hemberî Ewropa û Amerîkayê sekinî.

Torên civakî û dewletên totalîter

Di deh salên derbasbûyî de „tûrên civakî“ xwedî rolekî mezin bûn ku kevilê cîhanê bê guherandin û kirasekî nû bike ber xwe. Êdî rewşa ragehandina cîhanê derbasî pêvajoyeke nû bû û carna tenê bi rêya peyamake facebookê hezaran kes li dijî rejîmeke dîktator an jî kiryareke antîdemokratîk li ser şeqamên bajaran gihane hev û din. Torên civakî êdî civak û dewlet anîne hemberî hev. „Belavkirina derew, dîmenên sexte û hêrîşên bi rêya înetrenê“ êdî nekarîn xwe li ber hêza torên civakî bigirin û ji serdema nû re bûne rêyên şerekî nû ku hemû dewlet jê distirsin. Heta bi rêya aşkerakirina gelek belgeyên bi rêya WikiLeaksê dewleta Amerîka û Rusyayê jî nekarîn gelek sirrên xwe yên veşarî biparêzin.

Ji 2010 heya destpêka 2020‘an nûçe û xeberên herî girîng bi kurtî wiha bûn:

  1. Sala 2010‘ an WikiLeaks dest bi belavkirina gelek nihîniyên veşarî kir. Di cîhana ragihandinê de ev destpêka şoreşeke nû û tije wêrekî bû.
  2. Sala 2011 bihara erebî û dawî bi hereketa Bin Laden a bi navê El-Qaîdeyê hat û êdî ber bi serjêriyê ve çû.
  3. Ji 2012‘an heya 2013‘an Barak Obama hate ser kar, Mihemed Mursî li Misrê nekarî desthilata xwe ya ku Tirkiyê piştgîrî didayê berdewam bike, Edward Snowden gelek belge li ser cînayetên artêşa Amerîka li Panamayê aşkera kirin.
  4. Sala 2015‘an Îran û hêzên cîhanê bi girêdana peymanekê li ser awayê hilberîna çekên nûklerî li Îranê li hev hatin.
  5. Sala 2016‘an Trump ji partiya komarxwazan bû serkkomarê Amerîkayê.
  6. Sala 2017‘an Daişê li London û Tehranê bi dehan kes kuştin, lê du bajarên Mûsil û Raqqeyê bi hêza şervanên kurd ji dest dan.
  7. Sala 2018’an rojnamevanên Erebistana Siûdî Cemal Xaşiqçî li konsolosxaneya wî welatî a Stenbolê hate wendakirin. Her wiha li ser daxwaza Trump welatê Amerîkayê ji peymana çekên nuklerî a bi Îranê re derket.
  8. Sala 2019’an kirîza li Kendava Farsê derbasî pêjaoyeke nû bû. Krîza ku van rojan derbasî pêvajoyeke tije metirsî bûye û nîşanên şerê cîhanê yê sêyemîn bêtir pê re diyar in.
  9. Li pey hêrîşa Tirkiyeyê bo ser rojavayê Kurdistanê li meclisa Sena û kongreya Amerîkayê liv û lebatên ji bo bi fermî naskirina tevkujiya ermenan zêdetir û gihîştin encamê. Dîplomasiya statûya rojavayê Kurdistanê bû sedem ku him Amerîka siyaseta xwe li herêmê biguherîne û hem plan û projên Erdogan negihîjin encamê.
  10. Bêdengiya li bakurê Kurdistanê neşikestiye lê li rojhilatê Kurdistan, Rojava û Başûr dengê doza kurd tirseke mezin û bêdawî xistiye nav dilê sultanên Enqere, Tehran û Şamê.

Di dawiyê de pêwîst e bêjim ku her yek ji mijarên jor dikare ji hev û din cuda û berfirehtir bê şîrovekirin.

 

 

Dikarî Biecibînî