Sala kurdan

Piştî nirxandinên  der barê sala 2019’an de û encamên jê hatin bidestxistin, em ketin sala 2020’an. Pêşwazîkirina sala nû nayê wateya destpêkeke nû. Bêguman em nikarin we ku li fela fîncana qehweyê binihêrin û der barê qewimînên sala 2020’an de kehanetan bînin ziman. Lê belê tevî vê jî, li gorî pêkhatinên sala 2019’an em dikarin der barê sala 2020’an de hin nirxandinan bikin.    

Dewleta TC’ê ya qirker di sala 2019’an de wenda kir. Aboriya wê têk çû, siyaseta wê bi bin ket, dîplomasiya wê îflas kir û civaka bi hêrs hatiye asta teqînê. Hemû çavkaniyên ji bo derketina ji qeyrana heyî jî ji dest çûne. Ji bo li piya bimîne pir tiştekî wê yê ku bike nemaye. Ji bo xezîneya ku hundirê wê vala bûye tijî bike çavkaniyên di destê xwe de qedandiye û çavkaniyên nû jî di dest de tune ne. Hewldana R.T Erdogan a ku bi gotina ‘ji me re hingiv divê’ destê xwe ji derdorê re vekiriye jî, bê encam dimîne. Di şerê taybet ê qirêj ê li Kurdistanê de lodên (stok) xwe yên leşkerî û darayî (malî) qedand û di destê wê de hêzeke şer jî nemaye. Li hemberî serweriya taktîkî ya gerîlayên azadiyê moral pê re nemaye. Bi êrîşên xwe yên teknîkê yên li Bakur, Başûr û Şengalê ti encam bi dest nexist. Li rojavayê Kurdistanê jî bi veguheztina hêzên xwe ya ji bo dagirkirin û îlhakirina rojavayê Firatê jî bi ser neket û bi vî awayî jî ket çiravekê. Ji bo êrîşên qirkirinê li hemberî kurdan pêk bîne, wek, ‘Hurmuza  bi 7 mêran’xwe da ber bazara hêzên sermayadar ên kurewî lê belê desteka li bendê bû bi dest nexist. Bi encamên hilbijartina 31’ê adarê ya rêvebriyên herêmî û 23 hezîranê hilbijartina şaredariya Stenbolê, serweriya xwe ya sindoqê wenda kir.

Dewleta TC’ê ya qirker bi vê rastiya xwe, sala 2020’an pêşwazî kir. Ji her kesê bêhtir ew bi vê rastiyê dizane. Ji ber vê ye ku wek hêviyek dawiyê bi lez û bez li hemberî Lîbyayê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Li kêleka wê jî ji xeynî leşkerên bi pere yên mîna MHP, BBP, Ocaxên Osmanî hwd. û çeteyên talanker, wêranker, tecawizker ên li Rojava bi kar tîne kes nemaye. Heta niha yên di êrîşên qirkirina li hemberî kurdan de bê şert û şirût destek didanê li pişta wê nemane û her diçe li TBMM’ê jî bi tena serê xwe dimîne. Di rewşa heyî de hatiye asteke wisa ku mecbûr maye li hemberî DYA, Rûsya û hwd. helwesta xwe aşkera bike.

Dewleta TC’ê ya qirker a ku bi hilweşîneke wiha ket sala 2020’an, hêza wê nemaye ku li piya bimîne. Lê belê ji bo rûxandina wê ev bi tena serê xwe têr nake. Divê hêzên ku dê derbeya dawîn lê bixin, berpirsiyarî û peywirên xwe pêk bînin. Derfetên vê yekê gelek in. Dewleta TC’ê ya qirker a ku temsîliyeta wê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê dike, bi qasî ku xwe nîşan dide ne bi hêz e. Hêza xwe ji derfetên dewletê werdigirin ku destê wan de ne.  Di rewşeke wisa de ne, heger vîna gel a bi hêz li hemberî xwe bibînin ew ê wek hevalbendên xwe di dirokê de, li pey xwe jî nenihêrin û birevin biçin. Heger ez rastî bê dîtin û tiştên pêwîst bên kirin, ne pêkan e ku dîktatoriya faşîs a AKP-MHP’ê projeyên xwe yên demdirêj pêk bîne û heta ew ê nikaribin dawiya 2020’an jî bibînin.

Yê/a ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê kir vî halî, Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê ya Gelê Kurdistanê ye. Wendahiyên mezin û bedêlên mezin ên ji bo vê têkoşînê ne. Ji ber vê ye ku divê ji bo derbeya dawîn a encamgir a li dewleta TC’ê ya qirker bê xistin amadekarî bên kirin. Ev tenê ne parçeyekî Kurdistanê, ji bo parçeyên Kurdistanê hemûyan derbasdar e. Çimkî dewleta TC’ê ne tenê li bakurê Kurdistanê, li rojava, başûr û rojhilatê Kurdistanê jî êrîşên qirkirinê pêk tîne. Heger dikaribe ew ê êrîşî Rojhilat jî bike. Ji ber vê rastiyê ye ku ji bo derbeya dawîn a encamgir li dewleta TC’ê ya qirker bê xistin, divê kurd jî teqez yekitiya xwe pêk bînin. Heger pêwîstiyên vê pêk werin ew ê dewleta TC’ê ya qirker di sala 2020’an de bê rûxandin û ev sal ew ê bibe sala azadiya gelê Kurdistanê.

Roja îro derfeta yekitiya ku gelê Kurdistanê yê demek dirêj e li bendê ye, ji her demê bêhtir heye. Bes bila hêvî û bendewariya gelê Kurdistanê ji aliyê hêzên siyasî yên birêxistinkirî yên ku îdîaya pêşengiyê dikin ve baş bê dîtin û xwedîtiya vê bê kirin; da ku pêngavên ji bo yekitiya neteweyî, kongreya neteweyî û hwd.   bi ser bikevin.

Dikarî Biecibînî