Yekitiya kurd bila rojeva sala nû be

Bi hatina sala nû çawa mirov hêvî û niyazên siberoj û dahateke baş dike, ji bo me kurdan jî divê ji her tiştî zêdetir niyaza me pêkhatina yekitiya neteweyî be.

Hewldanên ku sala borî hatin kirin divê bi sala nû re hîn xurtir bikeve dewrê û ji bo bikare zûtirîn demê encam bigire. Di halê hazir de di rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn de nebûna yekitî û netewbûnê wê bikeve ber şûr û gurzên devên dixwazin li herêmê serwer bibin. Ji ber ku Rojhilata Navîn tim bûye qada ceng û tunebûna netewan û pêkhateyên ku nikaribûn xwe li ber wan şer û cengên li ser serweriyê tên girtin, nekarîn hebûna xwe biparêzin.

Kurdên ku bi sed salan ji nava vê cenga dojehê ya bê rehm karî heta îro hebûna xwe biparêze divê êdî di vê sedsalê de bikare bi yekitiyeke xurt û neteweyî hebûna xwe nîşanî cîhanê bide. Ji ber ku di roja îro de kurd ên ku ji cenga hezar salî ya dêwan filitî bûye yek ji aktorên serek e. Lê hê jî di rewşa heyî de em nikarin bêjin weke pêwîst di halê hazir de dikare li gorî sîstema xwe bikaribe hebûna xwe nîşan bide. Ji ber parçebûn û neyekbûna heyî ya li nava mala kurdî dihêle ku ji derve jî bi qasî pêwîst neyê dîtin û dijmin ji vê jî sûd digire, dihêle ku em di gavên gihandina serketinê de dereng bikevin.

Dîsa yek ji mijarên din her roj Rojhilata Navîn a bi geşedan û bûyerên di nava hêzên serwer ên li ser li hev nakin de şiyar dibe, ger kurd weke hêzek xwe li herêmê neparêze, wê nekaribe ji vê dojehê bifilite û sûdê ji gelek tiştan bigire.

Nimûneya vê hê roja duyem a serê salê kuştina Fermandarê Hêza Quds a girêdayî Artêşa Muhafiz a Îranê Qasim Silêman û Fermandarê Heşdî Şabî Ebû Mehdî el Mihendis a ji aliyê DYE’yê ve kir ku krîzên nû şerên nû bi xwe re bîne. Di vê rewşê de derdikeve holê ku şerek rû bide jî navenda wê ne Îran û ne jî DYE be. Di rewşa heyî de wê navenda vî şerî zêdetir Iraq be. Dîsa wê ev şer bandorekî mezin li herêmê û bi taybet li Kurdistanê bike. Ji ber ku navenda û baregehên DYE hem li Iraq, Sûriyeyê hene her wiha Îran jî bi heman şêweyî.

Ji bo wê diyar e ku wê rojên li pêşiya me nakokî û rageşiyên heyî yên di navbera van hêzan de wê hema zû bi zû neqede. Ji bo vê ye ku kurd em bikarin bi başî ji vê sûdê bigirin û bikarin xwe ji vê jî biparêzin divê yekitiya xwe ya navmalê çêbikin. Her wiha dibe dijminê me yê sereke Tirkiye jî ji vê sûdê bibîne û di gelek cihan de êrîşên xwe dijwartir bike. Eger em vî alî jî bigirin li ber çav, ji serê salê ve em bikaribin vê hewldana bi salan e tê kirin, ser bixin wê di berjewendiyê me kurdan tevan de be.

Dîsa li aliyê din tecrîd û îzalasyona li Îmraliyê têkirin, dihêle xitimîn û kaosên li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê kurtir bibe. Pêşbiyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên çareserî û bidawîkirina şer û nakokiyan dihêle ku Rojhilata Navîn a weke cerekê dikele, bi dawî bike. Lê mixabin ji ber tecrîda heyî, pêşiya raman û pêşbîniyê çareseriya kêşeya gelan digire. Ji bo wê ye divê bi qasî pêkanîna yekitiya neteweyî bidawîkirina tecrîda li Îmralî jî rojeveke sereke be.

Em sala nû bikin sala yekitî û yekrêziya kurdan û sala şikandina hemû cûreyên koletî û mêtingeriya li Kurdistanê. Ji ber ku em vê nekin, di her carê de ku êrîşek a hêzên hegonom ên li Rojhilata Navîn bi dehan sal me ji rêya serketinê dûr dixe û astengiyên mezitir peyda dibe. Hê dem heye em bikarin yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin, wê ji bo ber bi siberojeke azad ve bimeşin çend gavên bin pêşiya xwe ronî bikin û gav biavêjin.

Dikarî Biecibînî