Tercîha gelê Kurdistanê

Piştî ku Iraqê Kuveyt dagir kir, DYA’yê di sala 1991’an de mudaxeleyî rejîma Iraq-Sadam kir. Vî Şerê Kendavê yê Yekem wek destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hatibû binavkirin. Bi Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê (1998) ya li dijî Rêber Apo ev şerê ku berî wî dan Kurdistanê, piştî salan derbasî Lîbya, Sûriye û hwd. jî bû. Bi kuştina Serfermandarê Hêzên Qudsê Qasim Silêmanî ya ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve Îran rasterast bû hedefeke leşkerî. Ev kiryar vê rastiyê piştrast dike ku niha bandora şer li qadeke berfireh berdewam e.

Rêber Apo li ser sedemên komploya nevneteweyî sekinîbû û bal kişandibû ser tiştên pêkan ên pêşerojê. Tiştên li ser wan sekinîbû bi demê re piştrast bûn.  Bi kuştina Serfermandarê Hêzên Qudsê Qasim Silêmanî ya ji aliyê DYA’yê ve Îran rasterast bû hedefeke leşkerî. Ev bûyer jî yek ji rastiyan e. Dikare bê gotin ku hedefgirtina Îranê ya bi vî awayî gav bi gav berdewama pêvajoya heyî ye. Bi awayê ku dihat pêşbînîkirin piştî Iraq, Lîbya û Sûriyeyê dor hat ser Îranê. Jixwe nîşaneya vê yekê berê hatibû dayîn. Kûrbûna dorpêça aborî û siyasî, tengkirina dîplomasiyê; rewşa aborî, leşkerî û siyasî ya li Iraq, Lîbya û Sûriyeyê ya di demên dawî de daneyên girîng bûn.

Mirov dikare ji bo pêşeroja şer û pevçûnên di navbera DYA û Îranê de nêrînên cuda bîne ziman. Tevî vê jî dibe ku şerekî mîna Şerê Kendavê yê Yekem yê di navbera Iraq û DYA’yê pêk were. Lêbelê divê bê zanîn ku di pêvajoya niha de liv û tevgera, di serî de Rûsya û Tirkiyeyê, hin dewletên din, dê bandora xwe li awa û pêkanbûna şerê Îran û DYA’yê bike.

Polîtîkayên Rûsya û Tirkiyeyê yên li Rojhilata Navîn, rojhilatê Derayaya Spî û bakurê Afrîkayê tên zanîn. Her du dewlet jî li van herêman dixwazin polîtîkayên xwe yên emperyalîst pêk bînin. Ev her du dewlet li ser paşeroja van dewletan ku hebûna xwe afirandine (TC dema osmaniyan, Rûsya jî dema SSCB’yê) bi hinceta bandora wan dewletan a li ser vê erdnîgariyê heye di her fersendê de li gorî berjenwendiyên xwe dê bikar bînin.

TC û Rûsya dixwazin şerê li navbera DYA –Îranê ji bo pêkanîna armancên xwe bikar bînin. Bi awayekî li hemberî şerê di navbera Îran – DYA û dewletên pêre ketine nav pozîsyona xeta sêyemîn. Di vê de dê çiqas bi ser bikevin? DYA û hevkarên wê heta kengî destûra vê yekê bidin? Îran dê heta kengî li hemberî polîtîkayên Rûsya û TC ku bi wan re di civînên wekî Soçî, Astana û hwd. peyama hevkariyê dabû, tehemûl bike? Ev tiştan her çiqas mijara nîqan be jî di nav xwe de pêkbûyînê jî dihewîne. Di esasê de dê vê pêvajoya dema nû ku ketiye Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, ev rastî diyar bike.

Tişta ku bê dîtin jî divê ev rastî be. Ji bo vê ye ev serdema nû ku piştî kuştina Qasim Silêmanî ket pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, ne di berjewendiya gelên Rojhilata Navîn de ye. Lewra ev şerê ku 30 sal e didome, encamên neyînî li dijî gelên Rojhilata Navîn derxist holê. Aliyên bi temamî ji vê rewşê sûd wergirtin jî hêzên emperyalîst ku li herêmê bi armanca avakirina hegomonya xwe tevdigerin bûn. Divê di serî de gelê qedîm ên Kurdistanê hemû gelên Rojhilata Navîn ji tiştên heyî ji xwe re dersan derxin û bibin xwedî helwest. Ger van tiştan pêk neynin wek demên beriya me dê dîsa winda bikin. Rêya astengkirina van tiştan jî ji avakirina yekitiya navbera gelan derbas dibe.

Gelê Kurdistanê di vê mijarê de xwedî tecrûbeyên mezin in. Hem di nav dîroka nêz de hem jî beriya wê ji ber nepêkanîna yekitiya nava xwe her tim winda kirin. Ji ber vê her tim bûne gelekî ku hêzên emperyalîst û hegomonîk ji bo berjewendiyên xwe li ser wan hesaban dikin û piştî ku karê wan bi wan qediya bi êrîşên qirkirinê wan tune bikin. Di nav pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hesabên ku li ser kurdan tên kirin jî ji bilî vê tu tişt nine.

Yekane rêya vala derxistina van planên qirêj û êrîşan ji pêkanîna yekitiya gelê Kurdistanê derbas dibe. Her roja ku derbas dibe ji bo kurdan windahiyek. Ji bo vê ye ku divê di demeke zûtirîn de ‘Kongreya Neteweyî’ bicivê. Li pêşberî wan bi gelê Rojhilata Navîn re erk û berpirsyariyeke wekî têkoşîna hevpar û demokratîk ku nayê paşvexistin heye.

Gelê Kurdistanê komploya ku di dema Şerê Korfezê yê Yekemîn de hat destpêkir û kurkirin, di roja me ya îro de jî bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re qada wê hat berfirehkirin, ji aliyê xwe ve encax dikare bi vî awayî bibe bersiv.

Dikarî Biecibînî