Zaroktiya li sînoran û penaberiyê mezin bûne!

Di xwazim di vê nivîsa xwe de balê bikişînim ser êş, azar û serketinên zarokên li ser sînor, nirgûn û penaberiyê mezin bûne.

Ez jî yek ji wan zarokên ku li gelek sînor û tixûbên hatine raçandin, derbas kiriye û mezin bûme. Ji bo wê baş çi êş, çi tenêtî û çi jî serketinê biçûk û mezin ji dil hîs dikim. Yên vê jiyane û şahidî jêrekirine pir baştir dizanin, ew zarok xwedî derûniyeke çawa ne û çawa mezin dibin.

Di her şert û mercî de yekan e yên dibin mexdûr û ji vê êşê dikişînin ew zarokên bi hemû rengî paqij û ji her tiştî bê xeber û agahî ne. Jiyana min jî ne ji ya gelek zarokên wiha cudatir bû. Tim çavê mirov li rê û penaber hestekî bê terîf e. Mirov nizane bê ka wê çawa di çend riste hevokan de vebêje û îfade bike. Ne êşê wê tên gotin û ne jî kêfxweşiyên wê. Ne birînên wê tên pêçan û ne jî xwîn jê dawî dibe. Tiştekî tim di dil de dimîne û dişewite.

Ji bo wê ye divê mirov baş jiyan û serpêhatiyên wan zarokan bigire dest. Bi taybet li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê bi milyonan zarokên bûne mexdûrê şer û ketine ser rêya penaberî û sirgûnê tijene. Gelek serpêhatî û çîvanokên wan zarokan li ser van tixûban hatin jiyîn heta heta man û hîn jî gelek mijar vedibin ew bîr tên bîra mirov û rondikên çavan weke xwinavê diherikin û dil mîna volkanek vemirî ji nû ve dipijiqe û difûre.

Yek ji ya herî nexweş jî ew e ku mirov vê hê di wî temenê biçûk û wê bedena biçûk de hîs bike ye. Ew barekî hê mezintir dide ser mirov û pê radike. Ew zarok hê di wî temenî de dikeve nava keftûlefta jiyanê û dixwaze vê rewşê bide jiyîn. Dema vê jî dike ji jiyan zaroktî derbasî qonaxa kesayetek têgihiştî dibe. Temen biçûke lê kiryar mezin e. Aliyê wî yê zarokatî hestê wî yê zarokatî li ber babesîka bahozê diçe esmanan û bêdawî dibe. Şerê wî/ê yê jiyanê destpê dike. Şerê wî/ê yê têkoşînê, serhildanê hê wî temenî destpê dike. Ev ne karekî pir hesan e, kes nikare xwe li ber vê bigire. Nexasim ji bo doz û têkoşînekê be, ev hê girantir û watetire.

Dizanî ne tenê barê jiyanê li milê te giran tê, her wiha berpirsyariyên dozê û têkoşînê jî dike ku hê zêdetir bikevî nava bizavê. Ew zarokên li ser tixûb û sirgûnê mezin bûne, bûne kesayetên mezin û ji bo doza xwe têdikoşin. Min ne carekê bi dehan carî şahidiya vê kir û hevalên min ên zaroktî û xwendekar bûn parçeyek ji vê dozê û bûn efsaneyên zarokên roja îro. Bûn lehengên ku ji bo doza xwe canê xwe feda kirin. Hinek çûn bûn şervan, gerîla şehîd bûn. Hinek hê saxin û hinek hê jî li gelek qadan xebat dike.

Car difikirim ku gelo rastiya sînor û tixûban kir ku ev zarok wiha bibe, yan jî wiha neba gelo wê kesayetên wiha bibûna. Rastiya sînor û sîrgûnan pir bi êş û azar in. Lê encama bi xwe re jî anî bi qasî wê serketin e. Kir ku wateya jiyanê, meyzandina zarokekê ya li jiyan û çîrokên ji bo dîrokê bibin mal bi xwe re bîne.

Di wê baweriyê de me ku ev hest jiyayî, wê baş bizane bê ka mebesta min çiye û bi sedan heta hezaran serpêhatiyên zarokên tixûban hê veşarî ne. Xwezga hema kêliyek jî ew zarok bikarîbana şevek xwe ya wan tixûban vegotiba. Lê mala dijmin wêran bibe, gelek ji wan zarokan li wan tixûban man, li pey wan hinek wêneyek heye yan jî tenê nav û bîranînek wî/ê maye.

Gelek ji wan zarokên mezin bûne, newêrin wê kesera di dilê wan de cih bûne vebêjin û wan rojan bibîr bînin. Êş, azar û bêrîkirinên li ser mil û dilê wan bûne qehr û kul vebêjin. Cireta wê nakin ku dilê xwe vekin. Heta dikarim bêjim, gelek ji wan zarokan mezin bûn û ew zarokatî bi saxî bin ax kirin. Zarokatiya xwe qetil kirin û zarokatî nejiya.

Dema car sobhet vedibe, hinek wan rojan bibîr dixe, mirov hîs dike ku diêşe. Xudê zane bê ka çi jiyaye, çi hest û hêvî li pey xwe hiştiye. Çend war û cih li pey xwe hiştiye. Ditirse ku dilê xwe veke… Bi çend gotinan derbas dike…

Ev e rastiya zarokên sînor û penaberiyê.. ne hêsan e ku emrekê li sirgûn û penaberiyê ji her tiştê xaka xwe dûr bijî…

Dikarî Biecibînî