Gef û bêrûtiya Suleyman Soylu ya li dijî Kadîr Înanir

Hefteya derbasbûyî li Stenbolê ji pirtûka Selahettîn Demîrtaş şanoyek hatibû amadekirin û pêşkêşkirin. Her pirtûkên Demîrtaş li pêşangeha pirtûkan a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatin pêşandan.

Bê guman divê ku ev xwedîderketin wekî tiştekî normal were pêşwazîkirin. Lê em dibînin ku ew kesên xwedî wê ruhiyeta nexweş ne tenê di dilê xwe de li dij derdikevin lê wê jehra nava xwe derdixin derve jî. Bi tenê li ser wê yekê neman û bi ser de jî dest bi gefan kirin û ew kirin hedefa xwe.

Kesên ew yek kirin bêtir berdevkên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bûn, her wiha hin kesayetên nexweş ên ku xwe bi vê desthilatdariyê şelaf dikin.

Bê guman divê mirov zêde guh nede wan derdoran û wan bê şexsiyetan, ew ji xwe li gorî xwediyên xwe tevdigerin û ji bo dilê wan xweş bikin van kiryarên wiha dikin û dengê xwe digihînin xwediyên xwe.

Lewre jî ev êrîşên li dijî pirtûkên Selahattîn Demîrtaş û gengeşiya ku derxistin yek ji armancê wê ku ew taşeron xwe bidin pêş û dengê xwe bigihînin desthilatdariyê û bi vê yekê bêjin binêrin em peywîra ku dikeve ser milê me pêk tînin û çi bikeve ser milê me di wî warî de em ê bikin.

Berê jî mînakên vê yekê hatibûn dîtin. Lê wiha raste rast di ser pirtûkên Demîrtaş re hedefgirtina wî divê wiha wekî bûyereke normal neyê dîtin û bi baldarî were şopandin û di encamên wê de were fikirîn. Ji ber ku berê jî kampanyayên wiha yên reşkirinê hatine meşandin û hin ji wan veguherîne êrîşên tunekirina fîzîkî jî. Berê jî kampanyayên wiha yên lînçkirinê hatine birêvebirin û niha jî leystikek wiha li dijî Demîrtaş tê meşandin. Divê mirov mînakên wiha ku di dîroka ne dûr de jî hatine jiyîn li ber çavan bigire û vê meseleyê wiha bi hesanî negire dest. Mînakên ku hatine jiyîn gelek in û divê ew kampanyayên berê werin bibîrxistin.

Wekî tê zanîn pirsgirêka kurd ji bo dewleta tirk a qirker mijarekî jiyanî ye û ew ji wan re tê wateya hebûn û nebûna wan. Lewre jî çi tiştê ku kurdan têkildar dike li ba wan wekî xetekî sor tê destnîşankirin, mîna gayên ku rengê sor bibîne dikeve rewşa êrîşkariyê. Ev yek ji wan re bûye wekî adet û reflekseke ku jixweber bipêş dikeve. Lewre jî ew yek tiştekî gelekî taluke ye. Berê jî me dît ku çend deverên Tirkiyeyê hin kes bi tenê ji ber bi kurdî axivîne yan jî stranên kurdî gotine bi lînç, îşkence û heqaretan re rû bi rû mane û hin kes jî ji ber heman sedeman hatine kuştin jî.

Helwesta dewleta qirker a TC ku dema pirsgirêka kurd û kurdan de nîşan dide, li dijî aliyên humanîst, şoreşger, sosyalîst, kesayetên demokrat û komên ku li hemberî pirsgirêka kurd hestiyarî nîşan didin jî derbasdar e. Heta mirov dikare bêje ku, refleksên ku di van rewşa de nîşan dide;  weke kesek bê hiş û bertekên psîkopatî nîşan bide xwe dide der. Bi temamî hal û hereketên Wezîrên Derve yê dewleta qirker a TC Suleyman Soylu jî vê tiştî îfade dike. Gotinên ku ji bo Kadîr Înanir ku di qada huner û sînemayê de kesayetek girîng û serkeftî, bi taybetî di nav civakê de xwedî keseke tê heskirin jî ji vê wêdetir tu wateya wê tune ye.  Helwesta Suleyman Soylu yê faşîst ku li dijî Kadîr Înanir nîşan da, yek jê şefên faşîstan Alpaslan Turkeş anî bîra me.

Li Tirkiyeyê salên 1990’î li dijî pirsgirêka kurd salên pêşketina hestiyariyê bûn. Wisa ku aliyên di nav de pîşesazan jî hebûn li ser vê mijarê de pêdivî bi axaftinê didîtin. Aliyên hêzên faşîst, şoven û nîjadperest ku li hemberî vê rastiyê tunebûna xwe dîtin,  ketina nav tirsê û dest bi êrîşan kirin. Di pêvajoyeke wisa de gefxwarina Alpaslan Turkeş ê Sakip Sabanci jî di nav rastiyeke wisa de cihê xwe girt.

Avakerê Sabanci Holdîngê Sakip Sabanci di wê pêvajoyê de têkildarî pirsgirêka kurd hîn nêrînên xwe anîbûn ziman. Li ser vê yekê Alpalan Turkeş derket pêşberî kamerayan, tiliya xwe hejand û bi awayekî vekirî bi peyva ‘Sakip Aga’ wî tehdît kir. Piştre jî tiştên ku bi serê Sakip Sabanci û malbata wî nehat nema.

Bê guman gelek aliyên Kadîr Înanir ên ji Sakip Sabancî cuda hene. Ew ne semeyedar e ew hunermendeke. Suleyman Soylu jî tu aliyekî wî yê cuda ji Alpaslan Tukeş tune ye. Heta mirov dikare bêje ku Soylu ji aliyê dîktatoriyê ve li pêşiya wî jî xistiye. Soylu jî wekî ku Alpasan ji Sakip Sabancî re gotibû hin gotinên zêdeyî serê xwe yên bê rêz derbarê Kadîr Înanir de gotiye. Tevî ku Kadîr Înanir bersiva Soylu da û got ‘Derdê me tenê aştî ye’ lê gelo Soylu çiqasî ew gotinên Înanir fam kirine?

Ew jî li gorî ku ew mirov çiqasî fêm dike dimîne. Tevî wê yekê jî em dizanin ku cemawerê têgihiştî ji bersiva Kadîr Înanir baş fam kirine. Lê ew yek bi tenê jî têr nake. Lewre jî divê her kesê hestiyar bi baldarî û berpirsiyarî nêzî vê meseleyê bibe. Divê li hemberî vê êrîşa rûreş a Soylu û gefên wî yê li dijî Kadîr Înanir her kes hişyar be û bi berpirsiyarî û hestiyarî tevbigere.

Dikarî Biecibînî