Kurdan dikin kurmê kurdan!

Bi taybet bi pêşketina teknîk û dîsa qelsbûna dagirkeriyê re em dibînin ku gelek carî êrîşên der hiqûqî û exlaqê mirovan tê kirin. Nesaxim ev bi destê mirov bi xwe dema tê kirin hê asta wê ya însanî mirov diêşîne û dide fikrandin.

Her ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku di roja me ya îro de bi pêşgetiya Partiya Karkerên Kurdistan li Kurdistan-Tirkiyeyê çalakî û derbên xurt li dewleta tirk a faşîst û mêtinger dide, serketinên mezin bi xwe re tîne, bi qasî wê em dibînin ku bi destê hevkar û nokeran ji bo dawî li noker û faşîzmê neyên heta ji dest tên dibin kurmê canê xwe.

Di roja îro de ku ewqas ceng li ser vê axê tê kirin, can ji bo rojek bi azad û serfiraz bijî têdikoşin û di oxira wê de diçin. Em dibînin li aliyê din noker û hevkarên dijimin ên weke kurt û kundan li ser kelexan digerin, devê wan di xwîna ciwanên kurd de ne, ji vê hez digirin. Mixabin ev êşeke ku yê hîs neke nizane bê ka çiqasî bi êş e.

Berê hem ji aliyê gelek partiyên siyasî û dîsa rêveberên çi KCK’ê û çi jî PKK’ê anîbûn ziman ku başûrê Kurdistanê bûye navendên MÎT û Îstixbarata Tirk, dîsa Parastin li gel MÎT’a tirk kar dike. Dibe ev gotin di nava civakê de rê li ber gelek nerazîbûnên cuda jî vekiribe. Heta gelek alî û rêxistinên civaka sivîl vê yekê qebûl jî nekiribe, lê halê hazir kiryarên tên kirin, êrîşên li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurd tê kirin, vê yekê zelal nîşan dide ku gotin û agahiyên tên parvekirin hê zêdetirin.

Me berî çend rojan jî dît, ciwanên Êzidxanê Zerdeşt Şengalî, Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî yên ku tenê ji bo weke civak û serfiraz bijîn, ne çavê wan li ber destê nemerdan bin, welat û civaka xwe diparêzin dibin hedefa dijminan. Ev ne êrîşeke ji rêzê ye ku dijmin wiha bikare bike, berovajî rola noker û kurmê mirov bi xwe ye ji bedena mirov dixwe ye. Çawa dilê mirov digire bi kezaba xwe bijî û weke ku qet tiştek nebûye. Ev ne karê teknîk û hêza dijimin e. Ev qelsî û lewaziya destpêk me û civaka me ku me nekarî ji dijmin biparêze û bikeve xefikên dijmin.

Berî vê dîsa 15’ê Tebaxa 2018’an Zekî Şengalî ku weke Mam Zekî di nava civaka êzidiyan de dihate naskirin, bi heman rêbazê bi agahiyên ji erdê hatin dayîn hate şehîdkirin. Ev ne hema bûyer û êrîşên di carekê de bibin. Heta ji erdê agahiyên piştrast neçe ne mimkûn e ku ji esmanan bikare tiştekî wiha bê kirin.

Dîsa em bînin bîra xwe 21’ê Adara 2019’an li Qendîlê di Newrozê de pêşengên PKK’ê Sînanê Sor (Alî Aktaş), Serhat Varto û Navdar Sînegîr, Serhat Şafak û Şiyar Faraşîn şehîd bûn. Her wiha endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) 5’ê Tîrmeha 2019’an li Qendîl û li Çiyayê Ezmer a Silêmaniyê 15’ê Cotmeha 2019’an Endamê Komîteya Karê Derve ya PKK’ê Demhat Egîd (Seyîdxan Ayaz) û Endamê Komîteya Tenduristiyê ya PKK’ê Cemîl Amed (Eser Irmak) bi balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) hatin qetilkirin. Li gel vê bi dehan car êrîşên balafiran û rêgiriyên li kar û xebatê vê dide nîşandan ku destê noker û xwînmijên hevkar pir dirêj bûne û dixwazin bi vê her biçe kesên welatparêz jî bixin nava van tevnên qirêj.

Ev ne mimkûn e ku kesek ji metrepolên Tirkiyeyê bê û bikare li Şengal, her wiha li gelek deverên başûrê Kurdistanê agahiyan berhev bike û bide. Welatiyên başûrê Kurdistanê divê li ser vê mijarê haydar û şiyar bin. Ev dixwazin koka kurdan biqelînin û bê pêşeng bihêlin. Ev siyaseta kalikên xwe osmaniyan dişopîne. Nimûneyên vê li dîrokê tije ye bi qasî mirov bixwaze heye. Ji bo vê hêvî û baweriya me ew e ku kes nekevin van xefikan û bi peran û daxwazên cihê neyên xapandin. Bi taybet divê ciwan û jinên ciwan şiyar bin û bi xweşiya gotin û dewlemendiyê neyên xapandin. Barê van kiryaran giran e. Ev ne tenê qetilkirina çend ciwan û pêşengan e. Di heman demê de qirkirina xwe bi xwe ye. Mirov di çavê dewleta tirk de tenê amûr e, heta kar pê diqede, ji wir û şûnde ji bo wan ne xem e. Yên nava civakê ser serî nimiz bibe wê her em bin. Ji bo wê ye, divê sazî û parêzvanên mafê mirovan ên başûrê Kurdistanê di vê mijarê de gel û ciwanan haydar bike.

Ev kiryarên tên kirin, divê di serî de civak û asta rewşenbîr û xwenda xwedî helwest be û kesên wiha dikin, tehşîr û bêceza nehêlin. Divê ev yek neyê jibîrkirin ‘Neyarê bav tu car nabe dostê kur’ halê hazir dewleta tirk ne tenê neyarê PKK’ê ye, neyarê kurd û Kurdistanê ye. Ger ku em bixwazin weke kurd-kurdistanî nejîn em ê her kole û ezbeniyê ber derê wan bin. Na em dixwazin bi kurd bijîn, bi nasname, çand bijîn, divê em nehêlin ku parçeyek ji canê me biçe û bibin kurmê xwe bi xwe.

Dikarî Biecibînî