Babê min, komar û daxwazên kurdistanî

Babê min (Cibrayîl Xorşîd) pêşmergeyê serdema komarê bû û bapîrê min (Xorşîd Nebî) jî bû şehîdê doza komarê. Bapîrê min tevî babê xwe ji şervanên Sîtoyê Oremarî bûn, lê Xorşîd şervanekî serhildana Oremar a sala 1930’an jî bû. Ji Bakur ber bi Başûr û bibû şervanê Şêx Ehmedê Barzanî û piştre tevî malbata xwe di sala 1945’an de çû Mehabadê û bû pêşmergê Komara Kurdistanê. Li pey têkçûna Komara Kurdistanê ew tevî 502 pêşmergeyên din li gel general Mistefa Barzanî bi bîrndarî ji çemê Eres derbas bûn û gihişte nava sînorê hikûmeta Sosyalîstî a Soveyeta berê. Çîroka jiyana wan ê di cîlda duyemîn a pirtûka min ‚Yadîgarên Komara Kurdistan a sala 1946’an‘ de cih bigire.

Ew jî mîna hezaran kesên din bi hestên bêsînor evîndarên azadî û doza azadîxwaziya Kurdistanê bûn. Evîna ku sîng bi sîng hatiye û piştre babê min ew heza ji komarê re pêşkêşî me zarokên malê jî kir. Beriya wê kalkê me di serhildana Oremar a sala 1930’an de dijberiya xwe ya li hemberî dagîrkeriya Bakurê welat li dijî Kemalîstan dabû diyakirin. Ji wir ber bi Başûr û piştre bi çêbûna komarê re tevî Şêx Ehmed û Mistefa Barzanî ber bi rojhilatê Kurdistanê ve çûbûn. Wî bi hesreteke bêdawî behsa rojên xweş ên pêşmergatiya xwe ya li Mehabadê dikir. Piştre ku komar nema, êdî, girtin û zindan, şehîdbûna babê wî li sala 1948‘an li Taşkendê, roj û salên giran ên jiyanê ketibûn pêşberî wî ciwanê 17-18 salî. Kes nemabû û dayika ku êdî neçar mabû ji bo debara jiyanê heta li ser erdê xelkê karkeriyê jî bike, piyekê wê li girtîgehê û yê din jî li malê bû. Babê min bi hesreta wê rojê ku careke din babê xwe bibîne, dehan caran behsa hevdîtina xwe û Mela Mistefa Barzanî ji me re dikir ku xebera şehîdbûna babê wî bi hestên babane dane wî û birayê wî yê mezin. Êdî ew mabû û dayikek wefadar û fedakar ku hemû jiyana xwe fedayî zarokên bêbab kir.

Hêsirên çavan û çîroka komarê

Babê min herdem çîroka pêkhatin û têkçûna komarê bi hêsirên çavan ji me û mêvanên dîwana xwe ya têr û tije re vedigot. Dil û mejiyê babê min ê dilovan tije bîranîn û gotinên nebihîstî bûn. Ew li ser kesayetiya Pêşewa Qazî, çar serleşkerên şehîd (Izzet Ebdulezîz, Mihemed Qodsî, Xeyrûlah Ebdulkerîm, Mistefa Xoşnaw), General Mistefa Barzanî, roja ragehandina komarê, mêvanperweriya kurdên herêma Mûkriyan, têkçûna komarê, xiyaneta kesên dozfiroş, rojên dawiyê yên bi babê xwe re, kêliyên xatirxwestin û cudatiya yekcarî ji wî, zehmetiyên salên zindanê, ked û dilsojiya dayika xwe ya fedakar û hwd. diaxivî û ew dîmen mîna rêzefilmeke çend beşî radixistin ber çavên me. Bi rûyekî germ ji me re diaxivî, lê çavên wî tim tije rondikên ji xwîna dil bûn. Carna girî û girnijîn, carna axîn û ah, carna jî ponjîn û bêdengî em jî di nava xem û xeyalênw î re werdikirin. Şîreta wî tim ev bû:“ Kurê min qet xiyanetê li axa xwe nekin û dîroka xwe baş bixwînin. Rûreşiya herî mezin xiyaneta li axa welat û doza gel e, yê ku xiyanetê li vê axê bike yê bi erzanî namûs û kerameta xwe jî bifiroşe…“

Hemû bîranînên babê min weke dersên jiyanê bûn. Ew evîna wî kete nava hestên min jî û hevpeyvînên li pêşberî we serûkaniya xwe ji wê eşqa babê nemir distînin.

Li vir dixwazin ji dil spasbêjiyekê bêjim babê xwe yê ku qet û qet mirina wî di baweriya min de nagûnce. Çi bikim û bêjim dîsa jî têra hewqas ked û xizmeta wî di ber mezinkirin û perwerdekirina me de nake. Tenê sond dixwim ku qet û qet te ji bîr nekim babo can.

Çêbûna komareke demokratîk

Komara Kurdistan pareke pir-pir girîng e ji nasname û dîroka tije serfirazî ya gelê kurd ku dikarin ji azmunên wê yên giranbûha dersên baş bidest bixin. Ragihandina komareke serbixwe di nava sînorên welatekî xwedî sîstema seltenetî de ji hêlekî û ji hêla din jî di wan şert û mercên giran de ku Şerê Cîhanî yê Duyem bidawî bibû, biryareke hêsan nebû. Bawerî, wêrekî û dûrbîniya rêberên komarê sedema yekê bû ku xwestin ji derfetên herî kêm sûdên herî zêde bistînin. Pêngav di nava qadekê de hatibû avêtin ku derdora wê tije marên har û çeqelên dirinde û hov bû. Li pey şehîdkirina Simkoyê Şikak hilanîna pêngaveke wiha şikandina taboyên neşikandî û tije tirs bû. Kurdan xwestin bidin selimandin ku dikarin xwedî desthilateke xwe ya serbixwe jî bin. Karê ku gelek aliyan ji ber paşdemayînên civakî layîqî kurdan nedidtîn, lê ji xwe nedipirsîn jî ka bingeha wan pêşnekeftinan ji ku derê ye û sebekar kîne!. Lê kurdan berî wê û hingî jî dane diyarkirin ku dikarin welatekî birêve bibin û liyaqeta xwebirêveberiyê jî îspat kirin. Elbete rolê kesayetî û rêberên fîdakar û zana jî di çêbûna rûdanên girîng da bêtir erkên wan ji me re aşkera dike. Pêşewa Qazî bi hemû lîyaqet û şehrezayiyên xwe pêşengê wê pêngavê bû ku ez weke renesansekê dibînim.

Di 22’yê çileya sala 1946’an de her salê jiyaneke tije hêz û hez bi ber canê doza kurdan a azadîxwaziyê de dibexşîne. Dengê kurdan wê rojê gihişte heft erşên esmanan û hemû çav, ji Kerkûkê û Amêdiyê bigire heya Amed, Silêmanî, Colemêrg, Agirî, Qamişlo, Urmiye, Wan, Efrîn, Kirmaşan û Xaneqînê ketin ser Mehabadê. Hinek bi merema xebat û xizmetê ketin rê û çûne wî bajarê biçûk ku êdî bibû perestişgeheke pîroz a kurdhezan. Kurdên çar perçan li dora hev kom bibûn, pêşengê wan mirovê zana, mezin û bi exlaq Pêşewa Qazî Mihemed bû. Wê rojê Kurdistan bibû qada şahî û dewat, dîlan û sema, deng û awaz, newa û stranên jiyanê. Marşa „ Ey Reqîb“ êdî bû banga hebûna miletekî ku ji destê dîktatoran dinalî. Wê rojê qada Çiwar Çira bi çar çirayên xwe ronahî dabû hemû Kurdistanê. Tirpe-tirpa dilê azadîwxazan bihêztir bibû.

Sondeke dîrokî

Awaz û marşên netewî hestên dilan gihandibûn astekî bilind, lê pêre gotinên felsefî û siyasî jî xwedî peyamên tije wate û mizgîniya jiyaneke nû bûn. Wê rojê sonda Qazî tije bangên bilind ên sedan salên kor û jibîrkirî bû:“ Ey kurdên belengaz û şervan êdî ji vir û şûnde mizgînî ji we re ku me jî li vê gerdûnê mafek heye. Heqekî me yê windabûyî ku di oxira bidestxistina wê de Şêx Ubeydulahê Nehirî, Mîr Mihemedê Rewandizî, Mîr Bedirxan Begê Botanê, Simkoyê Şikak, Şêx Seîdê Pîran, Şêx Ebdulselamê Barzanî,… sedan û hezaran canên din jiyana xwe jêre gorî kiribûn, vaye me stand û hêvîdar im ev hemû dest bidin destê hev û van destkeftên dîrokî biparêzin…“

Kurda li wê rojê gotin ku li ser rûyê ve cîhanê warekî me jî heye. Warê ku navê wê Kurdistan û xeml û rewşa Rojhlata Navîn e. Nav û dengê xwe yê hemû dirêjahiya dîrokê bi bîra herkes û nakesan anîn. Wê rojê nav û zimanê kurdan di nava gelên cîhanê de kete gerê. Wê rojê di çavê „Mehabada Medan a dêrîn“ de hemû rengên kesk, zer, sor û spî bi tava wê zivistana bextewer, delalî dan mala dilê hemû kurdên çar aliyên welatê dagîrkirî. Êdî rojeke nû hilatibû.

Pêkhatina komarê li ser paşeroja tevgera azadîxwaziya kurd xwedî bandoreke girîng bû.

Komar yanî rêzgirtin ji dîrokê û qedirnasiyek ji têkoşerên ku can û malê xwe dan lê serê xwe li hemberî dijminên azadiyê netewandin. Faktorek jeopolîtîk ku destkeftên wê gelek zêde ne. Li ser dilê hemû kurdekî ew roj werçexan û pêvajoyeke nû ya dîroka doza Kurdistanê bû. Derfetên mezin danîn ber siyasetmedarên kurd û bersivek bû ji wan kesên re ku bêpirskirin ji kurdan bi girêdana peyaman û konferansan li ser qedera wan qirar û biryar didan. Bi çêbûna komarê re êdî pênase hate parastin, jiyan hate garantîkirin û dem dema standina hemû mafên rewa û meşrû bû. Ew xebat û şer ne li dijî miletên cîran belkî li dijî dewletên dagir û înkarger bû. Pêşewa Qazî bi zimanekî nerm li ser mafên sirûştî û xwedêdayî diaxivî. Di nava sînorên bertesik ên komarê de hemû kêmnetewên olî û millî xwedî mafên xwe yên xwezayî bûn. Ew sînor ji hêla erdnigariyê biçûk bûn, lê sînorên wê yên menewî hemû axa Kurdistanê dabû ber xwe. Pirtûka li ber destê we ji vê rastiyê re sedan belgeyan radixe ber çavan.

Qazî Mihemed nasyonalîstekî dogmatîk nebû û bi prensîpên xwe yên taybetî rêzeke bêdawî ji mafên hemû gelên din re jî hebû.

Bo dema xwe Pêşewa Qazî rewşenbîrekî kêmmînak bû. Haydarî rewşa Îran, Kurdistan û cîhanê bû.

Li pey têkçûna komarê dema ku razî nabe ji bajar û nava gelê xwe derkeve, di dadgeha leşkerî de jê dipirsin:“ tu çima nerevî?“, ew jî bi dengekî bilind ji generalên dewleta Îranê re wiha dibêje:” Ku da birevim, sedan sal e li ser vê axê me. Hestiyên heft pişt û nifşên me yên berê di dilê vê axê de veşartî ne. Ev karê min ji ber evîna min a ji welat û gelê min re bû, her belaya ku hûn dixwazin bînin serê min, lê gelê min nerihet meken…”.

Wiha bû ku Qazî Mihemed heya roja îro hêşta jî Pêşewa ye.

Di salroja damezirandina Komara Kurdistan û wê dîrokî û tije dehan mîratên giranbûha de: dîsa soz be ku ne şîretên babê xwe yê dilovan ji bîr bikim, ne jî heya saxim saniyekê xwezî û wesiyetên Pêşewa Qazî, Simkoyê Şikak û hemû lîderên din ên doza rewa ya Kurdistanê ji bîra xwe bibim. Deynê herî mezin li ser me tevane tenê ev e û bes.

Dikarî Biecibînî