Salvegera Komara Kurdistanê

74 sal berî niha, di roja 22.01.1946’an de li Mehabadê/Seblaxê, li Meydana Çarçirayê Komarî Kurdistanê hat ragihandin!

Mizgîniyek gelek xweş bû ji bo hemû kurdistaniyan. Li gel ku di wê demê de çapemenî ne xurt bû û medya tune bû, dîsa jî ev agahiya xweş zû gihişt her sê perçeyên Kurdistanê yên din.

Lê sed heyf û mixabin, ev nûçeya xêrê û mizgîniya kêfxweşiyê demdirêj nebû. Bi tenê temenê wê 11 meh bû. Xêrnexwaz û dewletên dagirker û hegemon ên cîhanî, li ser gelê me, ji bo destkeftî û mafdariyên netewî yên gelê me çavnebariya xwe derxistin pêş.

Ji bo berjewendên dewletên xwe pêl hemû mafên mirovahî yên gelê me kirin û bi şêwazên xwe yên kedxwarî û qirker êrîş birin ser Komara me ya ciwan û şêrîn û nehiştin gelê me hinekî zêdetir bi vî mirazê xwe şa bibe. Nehiştin hinekî pirtir bi wê teama jiyana azad û xweseriyê hemhal bibin û bijîn. Nehiştin civaka me, hinekî demdirêj bi aramî û aştî û demokratî bijî.

Hey çavnebarno, bila ew çavên we yê xwînxwar birije!

Bêgûman, tenê bi nifîr û nîgeraniyê, ev pirsgirêk çareser nabe, neyar ji ya xwe na zîvirin, dev ji xwînxwariya xwe û dagirkerî û qirkeriya xwe bernadin. Divê li dijî wan têkoşînek bi zanistî were meşandin; berxwedan û xweragiriyek bi rêxistinkirî ya xurtir were meşandin. Her wiha bi nifir û şermezarkirin têkoşîna li dijî neyaran tenê neyê rawestandin. Belê divê ji kêmayî û lawaziyên, aliyên kurd û kurdistanî jî ders werin derxistin.

Ger em pêşî berê xwe bidin aliyê derve, hema li ber çavê me, di serî de bêbextî/qeleştî ya dewleta Rûsyayê tê xuyakirin. Mixabin her çendîn heta demek dirêj, zimanê kesên sosyalîst-şoreşger nedigeriya ku bêjîn ‘dewleta sosyalîst a Sovyetê ev xerebiya mezin bi azadî û îradeya gelê kurd re kir’, lê ne xerabî û ne başî di dîrokê de nikarê heta heta xwe veşêre, her derdikeve derve.

Ma ew heman jehra dewletperestiyê ya Rûsyayê xwe li Efrînê jî ne diyarkirin? Wê demê li gel dewleta dagirker a Îranê ew xerabî kir, îro jî heman xerabiyê tew hîn pirtir dike; vê carê li gel Îranê, dewletên dagirker ên Sûriyeyê û Tirkiyeyê jî lê zêde kiriye!

Erê ev siyaset û kiryarên xerab ên neyarên derve, mirovan gelekî diêşine û pir xemgîn dike, lê ez bawer dikim ji van bêhtir divê em li ser xelitî û şaşiyên wê demê yên hundurîn rawestin û bi bingehîn dersan ji wan derxin. Îjar ger em behsa îro bikin, divê em di asta xiyanetê de li ser were rawestin û tedbîrên xurt werin girtin. Ji ber ku mirov nikare ji neyarên derve re bêje xiyanet kirine; ew ji bo berjewendên dewletê xwe karê xwe dikin, belê mirov dikare ji yên welatê xwe re bêje; ji ber ku ew jî, çima ji bo berjewendên gelê xwe karê xwe nakin?

Hema em yekser bêjin û helwesta Nêçirvan Berzanî ya vê dawî bi tenê şîrove bikin ew ê rastî bi zelelî were ber çavan. Dibêje ‘bila Rêveberiya Xweser a Rojava têkiliyên xwe bi PKK’ê  re qut bike, ew ê mesele hal bibe û êrîşên dewleta tirk ew ê were rawestandin!’

İjar, de ka bi saya serê bîranîna salvegera Komarî Kurdistan, em careke din bîne bîra wî ku wê demê helwesta bapîrê wî Mele Mistefe Berzanî, li hember siyaseta dagirker a Dewleta Îranî çi bû û çi pêşniyazî Pêşawa Qazî Muhemmed dikir?

‘Ez rica dikim ku tu biryara xwe careke din di ber çavên xwe re derbas bikî û baweriya xwe bi Îranê neyne û teslimî wan nebe’ û hwd.

De kerem bikin, bibînin ku nesihet û şîret û pêşniyazên Nêçîr û bapîrê wî çendîn dijberî hev in? Ma gelo, kes heye ku êdî bêje ‘ferq û cudahî di nava siyaset û kiryarên dewletên dagirkerên Kurdistanê de hene?’

Ma gelo tu ferq û cudahî di navbêna armancên êrîşa wê demê ya li ser Komarî Kurdistan û ya niha li ser Rêveberiya Xweser (an jî Komarî Rojava) hene?

Herkes ji bo berjewendên xwe çûne Davosê. Lê mirov bala xwe dida Nêçîr, mirov digot, ‘dibe ku ji bo berjewendên dewleta tirkan çûye wir. Hema çawa gihiştiye wir, ew û Çavuşoglu, weke çendîn bêriya hevdu kiribin, hema hevdu hembêz dikir û bi kêfxweşiyek mezin ketibûn nava sohbetê; Rûdaw TV’a wan jî bi heman ‘serbilindiyê’ pesindariya hevdîtina wan her du ‘birayan’ dikir!

De li hev bimbarek bin û xwedê we bike wekehev!

Dikarî Biecibînî