War û gelekî çavkaniya hêz û jiyanê!

Dibe xwendekar vê rexne bikin û bêje dîsa Mexmûr kiriye mijara nivîsa xwe. Dibe mafdar bin jî, lê bi dîtina min, gelek aliyê xwe hê hene ku Mexmûr li benda kifşkirin û weke ya tê dîtin qala wê bê kirin. Lê rastiyek xwe heye ku her tim bûye çavkanî û hêza moral û serketinê, ji bo wê ye ku mirov bi bîr bixe wê ne xirab be.

Serpêhatî û têkoşîna gelê Mexmûrê ya navê xwe li têkoşînê cîhanê daye, bi qasî wê her mal bûye hêlîneke ya lehenqî û qehremaniyên mezin. Berî çend rojan dîsa maleke din bav û dayik şerbeta azadiyê tam kirin. HPG’ê nasnameya Artêş Welat Goyî (Gabar Şengul) yê li gel 4 hevrêyên xwe 29’ê Tîrmeha 2019’an li herêma Xakurkê şehîd bûbûn, ragihand.

Xelkê Mexmûrê bi bihîstina şehadbûnê re berê xwe dan mala bavê Şehîd Artêşa Welat Goyî Mîrza Şirîşî. Weke ku ew şehîd ê her kesê û xemgiya xwe parve kirin. Kêliyekê jî malbat bi tenê nehiştin. Her wiha li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi tevlibûna sedan kesî merasîmeke heybet hate kirin. Wisa bû ku mirov bêje qey şehîdê her kesê ye û şîna her kesê ye. Ev rastiyeke ku mirov heta heta li ser lingan bihêle û bi Tevgera Azadiya Kurdistanê ve bide girêdan. Dîsa di merasîmê de yek ji xala din a balkêş ew bû ku di merasîmên şehîdan ên Mexmûrê de heta zarokên tev li merasîmê dibin mirov hîs dike ku ew jî di ferqa vê rastiyê de ne. Ne mîna zarokan tevger digerin, weke mezin û di ferqê de ne ku rewşek cuda li vir heye, tevger dike.

Ez dixwazim gotinên malbata şehîd a dema gel serdana konê sersaxiyê dikir weke heyî ji bo we ragihînim dibe hê baştir mexseda min bê famkirin. Malbatê li pêşberî gel ev gotin kirin: “Em ê li ser şehîdan negirîn û xwe xemgîn nekin ku dilê dijmin xweş bibe. Berovajî vê em ê li ser şopa şehîdan hê bi kîntir li pêşberî dijmin rawestin. Hê zêdetir em ê li ser şopa van şehîdan û lehengan ber bi pêş ve gav biavêjin. Ber bi azadiyê bimeşin. Weke gel Mexmûr bûye malbata şehîdan. Ev şoreş di dilê xwe de hewandiye. Bi sedan Artêş ji nava xwe rêkirine serê çiyanên azad, li dijî dijminê hov şer kiriye, xwîn rijandiye li seranserî xaka welat. Ji bo vê yekê Artêş jî yek ji hezaran şehîd û lehengên vî gelî ne. Em gel û malbat di ferqa vê pêvajoyê de ne. Ev pêvajo serketinê ye. Ev pêvajo berdêlên mezin ji me dixwaze. Ji bo vê yekê em gav bi şûnde navêjin. Ji her demê bêhtir em amade ne ber bi pêş ve gavan biavêjin. Hemû soz, helwest û dirûşmên me; wê ji bo ber bi pêşevçûnê be. Heta serketinê wê têkoşîna me ya gihandin van lehengan bidome.”

Li ser rastiya dijmin jî ev peyam hate dayîn: “Em bang li dijminê hov dikin; tu nikarî vî gelî teslîm bigirî! Tu nikarî weke caran serokatî û rêbertiya wî dîl bigirî û gel belav û bikî kole. Ev gel ew rewş derbas kiriye. Eger ku tu bi girtina Rêbetiya wî, dîsa bi şehîdkirina şervanê wî û bi birçîbûnê bixwazî gel terbiye bikî, tu tenê xwe dixapînî. Vî gelî carekê soza xwe ya ji bo serketinê daye. Em îro rojên azad dijîn.”

Di van her yek hevokekê de hêz û îradeyeke ku ji pola hê qehîmtir heye. Dîsa vîn û sekneke ya berxwedan û azadiyê nîşan dide. Nimûneyên wiha di nava civaka de pir kêm tê dîtin. Mirov pirî caran li xwe dimîne heyirî ku çawa têkoşînê bike û li ber xwe bide. Lê dema çavkanî û modelek hebe, bi bîra xwe bîne, wê bikare gelek rê û rêbazên berxwedan û têkoşînê xurtir bimeşîne.

Ji bo vê yekê Mexmûr yek ji yekan e nimûneye ku di asta xwe de tê dîtine. Dibe gelek nimûne hebin, lê li gorî şert û mercan hema Mexmûr yekem e. Bi meşa xwe ya azadiyê, ya derbaskirina sînoran û dîsa biryardariya xwe ya jiyanê ya li Mexmûrê û her wiha biryadariya wê ya gihana serketinê bi xwe çavkaniyên jiyan û têkoşînê ye.

Eger xwendekar di vê mijarê de li nivîsê binêre wê heq bide ku çima ev bû cara çendê min nivîs li ser Mexmûrê nivîsand. Bi rastî ku çavkaniyên wiha hebe û di her warê jiyan û berxwedanê de rê nîşan bin, mirov tim bi bîr bixe wê hêjayî xwendinê be.

Ji bo vê yekê min xwest vê mijarê bi were parve bikim, hêvîdar im ku ji bo we sûdmend be. Ev parçeyek ji rastiya dîroka me ya biêş e. Em neçar in ku rû bi rûyê vê bibin û vê rastiyê ji bo her kesê bidin nîşandan.

 

Dikarî Biecibînî