Dewlet alîkarî bi mexdûrên erdhejê re nake!

Divê ev yek baş ji aliyê gelê kurd û hemû hêzên demokrat û aştîxwaz ve baş bê famkirin, tu demê dewlet alîgiriyê li civakê nake. Kengî jî bike bi teqez berjewendiyê wê heye û ew karê ji bo civakê jî bike bi deh qatî bi kêrî wê tê heta nû dike. Ji bo vê ye ku divê bendewariya ku dewlet wê me rizgar bike tu carî bi ferdên civakê re çênebe.

Kengî ferdên civakê û civak kete bendewariyeke wiha wê bizane ew civak dê tim winda bike. Jixwe pêşiyên me belasebe gotina ‘Çavên li deriya xwelî li seriyan’ negotine. Bi taybet di vê demê de ku di serî de li Xarpêt û Meletiyê erdheja çêbû, bû sedema mirina gelek welatiyan û mexdûrbûna bi hezaran kesî. Dîsa yên herî mexdûrî vê bû gelê kurd û malbatên kurd bû.

Divê em vê yekê ji bîr nekin, gelek herêmên Kurdistanê ji ber erdnîgarî û cihê xwe yê jeopolîtîk li ser xetên fay ên erdhjê ne. Kengî wê çi bibe nediyar e. Duh li Xarpêt, Meletî bû ne diyar e dê sibe li ku be û ziyana wê çiqas be. Ji bo wê ye divê îro ji her demê bêhtir em destê alîkariyê dirêjî malbatên xwe yên mexdûr ên li Xarpêt û Meletiyê bikin. Em nemînin bendê ku wê dewlet alîkarî bike. Ji ber ku dewlet alîkarî nake heta jê bê wê bike mexdûr. Ji ber ku ev bi kêrî polîtîkaya rejîma dîktator a Erdogan û hevalbendên wê tê.

Jixwe hemû jêder û çavkaniyên dewletê xistiye xizmeta şer ku me tune bike, vêca di ser de wê bên mexdûrên erdhejê bibe xwedî, ev ne mimkûn e. Mînaka vê gelek kesên alîkarî ji bo mexdûran berhev kirin bang li rayedarên dewletê kirin ku pereyên berhev kirine divê ji bo mexdûrên erdhejê bên mezaxtin, ne ji bo karê dewlet û rêveberên wê. Ev yek jî bi xwe nîşaneyeke.

Dema sala borî erdhej û lêhiya li rojhilatê Îranê rûda, me dît dewletê çawa pişta xwe da gelê mexdûr û gelê kurd. Hîna jî gelek ji wan herêman welatiyên wan di bin konan de ne. Alîkariya çû jî rayedarên dewletê pêşî lê girtin û dest danîn ser. Her wiha em zêde dûr neçin; kê Sûr, Cizîr, Şirnex, Wan, Colemêrg kirin kavil. Her dîsa ew dewlet bû. Yên qaşo PKK kirin hincet û ‘teror’ kirin hincet, bajar kirin kavil û bi sedan kes jêrzemînan de şewitandin ew dewlet bû. Niha bendewariyek ku wê van bajaran ava bike û destê alîkariyê dirêjî gel bike ji derveyî xefletê ne tiştekî din e. Di bin navê avahiyên TOKÎ de bajarên me kirin cihên sîxûr û MÎT’an. Van avahiyan bi teknîka herî pêşketî ya agahî girtinê avakirin. Bang li gel dikin ku bixin wan zindanan. Nikaribin di mala xwe de jî rehet baxivin.

Her wiha rojavayê Kurdistanê her dîsa ev dewlet bû ku cihên azad ên bi xwîna xort û keçên kurd, ereb, suryan-asûrî, kildan, tirkmen û hemû pêkhateyan hate rizgarkirin, dagirkirin û li şûna wan çeteyên hov bi cih kirin. Gelo hişmendiyeke wiha ya dewletê wê destê alîkariyê dirêjî kurdan û mexdûran bike. Na na tiştekî wiha ne mimkûn e. Jixwe dewlet vê dixwaze, gel mexdûr bibe û ew jî li ser zevk û sefaya xwe bidome.

Ji bo wê ye divê di serî de kurdistanî divê em wisa nekin malbatên em ên mexdûr muhtaçî dewletê bibe û dewlet ji vê yekê sûdê bigire û bikar bîne. Em her yek malek bikin mêhvan û malbatên dildar ava bikin. Çi ji destê me bê em destê alîkariyê dirêj bikin. Pêwîst bike em bi xwe biçin malbatan vexwînin malên xwe, nekin ku dewlet vê yekê bikar bîne. Mînakên vê pir in. Em erdheja Wanê bînin bîra xwe, hê birînên gelê me nehatine pêçan. Hema em vê bixin hişê xwe têrê dike ku em zend û bendên xwe hildin. Pariyek nan jî hebe, em bi hev re parve bikin baştir e ji sed minetên dewletê.

Dîsa divê welatiyên me yên parçeyên din ên Kurdistanê çi ji destê kê tê bike û lez bike. Ji ber ku zivistan e û pêwîstî bi her tiştî heye. Em nekin ku gelê me di vê zivistanê de perîşan bibe. Çi ji destê kê bê bi lez û bez bike. Em birînên hev nepêçin wê tu kes nikare birînên me bipêçin. Bi hêviya ku her kes bi vê hişmeniyê rabe tişta dikare bike, di zûtirîn demê de bike.

Dikarî Biecibînî