Yên tecrîda giran pêk tînin dê di bin erdhejê de bimînin

Bandora erdheja ku bandora xwe li Xarpêt, Meletiya û Amedê kir hê jî di rojevê de cihê xwe digire. Li gorî daneyên fermî 45 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 607 kes jî birîndar bûne û wiha xuya dike ku dê rojên pêşiya me de jî nîqaşên derbarê vê erdhejê de berdewam bikin.

Erdhej li Tirkiye û Kurdistanê ne tiştekî nû ye. Hema bêje her çend salan erdhejeke mezin çêdibe û li pey xwe wêraniyeke mezin dihêlin. Tevî ku rastiyeke wiha heye ku Tirkiye û Kurdistan li ser xeta helisî ya erdhejê ye lê sedema wêrankirin û windahiyan ne ev yek e, sedem bêtir ji ber sersarî û bêtedbîriya hikûmetê ye.  Her ev yek ne rastbûya dê li welatekî wekî Japonyayê ku li ser xeteke taluketir a erdhejê ye û erdhejên bi rêjeya bilintir ji ya Tirkiye û Kurdistanê pêk tên dê hejmara windahiyên wan ji yê vî welatî zêdetir ba. Rastî ew e ji ber ku ew tedbîrên baş digirin lewre jî windahiyên wan di erdhejên ji van erdhejan mezintir jî gelekî kêmtirin.

Lewre jî wiha nabe. Her çend salan di erdhejên ku li Tirkiye û Kurdistanê de diqewimin de bi sedan kes jiyana ji xwe ji dest didin, bi hezaran kes birîndar dibin û wêrankirinên mezin tên jiyîn. Encamên van erdhejan çima wiha giran in careke din ew rastî di vê erdheja dawî ya Xarpêt û Meletiyê de derkete holê û bandora wê dîsa li ber çavan hate raxistin.

Beriya wê jî gengeşe, nîqaş û nûçeyên ku dê li hin bajarên din jî erdhej çêbibin cihê xwe di medyayê de girtibûn. Kesên ku ev nîqaş jî dikirin kesên pispor bûn. Lê tevî wê yekê dema mirov li encamên vê erdhejê mêze dike dîsa tu tevdîr nehatine girtin û tu kar li ser pêşîgirtina li vê wêrankirinê yan jî bi kêmanî kêmkirina encamên wêrankirinê nehatine kirin.

Her wiha qaşo ji bo girtina tevdîrên li dijî erdhejan ji beriya çend salan ve bac ji welatiyan dihate komkirin û bi milyarên dolar pere dan hev lê tiştek ji wan pereyan ji bo vê armancê nehatiye bikaranîn.

Lewre jî sedemê berdewamkirina gengeşiyên derbarê vê erdhejê de ku ewqas berdewam kir û dê hîna jî berdewam bike ev mijara negirtina tevdîran e. Tê zanîn ku dê erdhej çêbibe û ji bo tevdîran bace ji welatiyan tên standin lê tiştek ji wan pereyan bi vê armancê nayê xerçkirin. Her wiha ew milyarên dolaran ku di bin navê baceya erdhejê ji gel hatiye komkirin ne xuyaye ku ew pere jî li ku ye an jî ji bo çi hatine xerçkirin.

Tabî sedema di rojevê de mayîna erdheja li Xarpêt, Meletî û Amedî tenê ne ev rastî ye. Li herêmên ku erdhej pêk hat de helwestên derveyî mirovî û nijadperestî yê dîktatora faşîst a AKP-MHP’ê jî di nav van de cih digire. Alîkariyên ku ji bo herêmên ji erdhejê bandor bûne hatin komkirin, ne ji bo gel ji bo hevkarên AKP-MHP’ê hatin belavkirin. Nêzî kurdên elewî, şoreşger û demokratan nebûn, heta di vê zivistana sar û dijwar de terkî mirinê tên kirin.

Dîsa li nêzî gundên kurdên elewî ku lê dijîn jî neyê derbaskirin. Ji aliyekî ve dikevin nav helwestên faşîst û nîjadperest, ji aliyê din ve jî nasnameyên gelên herêmên erdhejê lêkolîn dikin. Dikevin nav nêzîkatiyeke ger ên di bin kavilan de mane kurd bin û xwedî baweriya elewtiyê bin ‘heq dikin’, ‘bila bimirin’ û ‘biqerisin’.

Ketina konvoya alîkariyê yên HDP ji bo herêma erdhej amade kiribû, ji aliyê walî, qeymeqam û erkdarên dîktatorê faşîst AKP-MHP’ê ve hatin astengkirin. Bi vê yekê jî têr nabin kesên ku li ser medyaya civakî rexneyên xwe tînin ziman, li rojnameyan dinivîsînin û daxuyaniyan didin jî tehdît dikin, derbarê wan de dozan vedikin, binçav dikin û diavêjin zindanê. Hemû ev tiştan rastiya dewleta faşîst û qirker a TC radixe ber çavan. Gelê Kurdistanê îro bi rastiyeke wisa re rû bi rû ye, li dijî wê têkoşîna demokrasî, azadî, edalet û mafê dide meşandin.

Berê jî li Kurdistanê erdhej pêk hatibûn. Herî dawî dîsa di demsala zivistanê mijdara sala 2011’an de erdheja Wanê pêk hatibû. Wê demê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes jî birînda bûbûn. Wekî îro wê demê jî kesên li ser navê AKP’ê axivî bûn, henekên xwe bi êşa üelê Kurdistanê û kurdan kiribûn gotinên wek ‘heq dikin’ ‘bila bimirin’ û hwd. bikar anî bûn. Bêguman dê gelê Kurdistanê, sosyalîstên Tirkiyeyê, şoreşger, demokrat û hêzên azadîxwaz helwesta dewleta faşîst a TC ji bîr nekin. Û dema roja wê bê dê hesab bê pirsîn.

Di pêvajoke êrîşên qirkirinê ku derketiya asta wahşetê de, em dikevin salvegereke nû yê dîlgirtina Rêber Apo. Roja 15’ê Sibatê dê Rêber Apo di şert û mercên tecrîda mutlaq de bikeve 22’yemîn sala xwe ya dîl girtinê. Rastiya hemû êrîşên qirkirinê ya li ser gelê Kurdistanê û tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo ji hevdu cuda fikrandin ne pêkan e. Ev hemû êrîşan ji aliyê dewleta qirker a TC ve wek parçeya planeke bi hevre tê meşandin.

Divê têkoşîn û berxwedana li dijî her cureyên êrîşên qirkirinê ya dewleta qirker TC û tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo, bi hev re bê destgirtin. Wê demê bê dîtin ku li hemberî berxwedana gel çi êrîşên qirkirinê û çi jî tecrîda mutlaq dimîne. Dîktatora faşîst a AKP-MHP dê di bin kavilên erdheja Xarpêt, Meletî û Amedê de bimîne.

Dikarî Biecibînî