Li başûrê Kurdistanê trajediya nebûna tûpên gazê!

Jixwe hema bêje tu demeke baş hikûmeta Başûr mirov bêje demê xwe yê herî qenc û kêrhatî nebûye. Nexsasim li ser vê re jî nakokî û krîzên civakî û rêveberiyê derkeve vê yekê hêj girantir dike.

Krîzên siyasî û îdarî yên hikûmeta Federal a Başûr jixwe têra xwe bandorên neyînî li ser civakê û heta bicihhiştina ciwanan a welat û berê xwe dana Ewropayê ve têra xwe vekiribû. Ciwanên ku siberoja xwe li ser cih û warên xwe nedîtin, berê xwe dan rêyên koçberiyê û heta gelek ji wan mixabin di Deryaya Spî de mîna xeyalên li ber hewa çûyîn, winda bûn û çûn.

Her wiha jixwe nakokiyên hîzbî û rêveberiyên di nava partî û aliyên Herêma Başûrê Kurdistanê kiriye ku mirov ji halê xwe derkeve. Bi her awayî krîz û nakokiyên siyasî vê kiriye ku li nava malê jî parçeyekbûn derxistiye holê. Jixwe nakokiyên du partiyên sereke PDK û YNK’ê kiriye ku parçeya xaka Başûr jî li ser herêman bên parçekirin, an ku bi gotina wan Herêma Zer û Herêma Kesk. Herêma Zer PDK û Herêma Kesk jî YNK ye. Heta serweriya PDK’ê li Hewlêr, Duhok û Zaxo ye û YNK jî li Silêmanî, Heleçe û herêma Germiyan e. Ev cudabûna Zer û Kesk jî ji rengê alên partiyan tê. Dema mirov bi aqileke selîm lê dinêre bê ka çiqasî trajediyên mezin li nav tên jiyîn. Dîsa em bînin bîra xwe ji ber nakokiyên navbera PKD û YNK’ê Serokê demê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed ê ser bi YNK’ê Asayîşa PDK’ê rê neda ku bikeve Hewlêrê.

Eger ku em biçin kûrahiya nakokiyên navxweyî yên herdu aliyan em ê li nav bixetimin. Ewqasî nakokî û bûyerên trajî hene, mirov li xwe dimîne heyirî. Heta gelek caran ev nakokî kêm jî be derketin weşanan, lê zû hatin nixûmandin. Bi taybet nakokiyên PDK’ê bi gef û girtinê tu demê nebûye mijara civata nav mala tu kesê jî. Ji ber ku dizanin her gotinek wê berdêla wê pir giran bê dayîn.

Em zêde ji mijara xwe ya esasî dûr nekevin. Niha trajediyeke ku mirov nizane pê bigirî yan pê bikene rû daye? Li başûrê Kurdistanê krîza peydanebûna tûpên gazê derketiye holê.  Mîna, masiyê li nava behrê û ji ber nebûna avê bifetise. Dema rewş wiha be were vêca ji nav derkeve. Li Başûr gel gihiştiye wê astê nikare tûpeke yê gazê ji bo xwarina xwe li ser çêbike peyda bike. Ev yek hemû encamên nakokiyên me li jor hema tenê serê wan vekirî derketiye.

Li Kurdistanê herêma ku herî zêde xwedî çavkaniyên ser erd û binerd başûrê Kurdistanê ye. Jixwe hed û hesabê kanzayên mîna petrol, gaz, kevir û gelek cûrên madenên din nîne ku bên derxistin. Lê were lê binêre îro malbat nikarin tûpeke gazê peyda bike. Ev ne trajedî ye baş e çi ye? Welatê mirov li ser behra petrol û gazê be, tûpek nebe ku mirov xwarina xwe li ser çêke? Gelo ma ev ne encamên siyaseta şaş e?

Ji ber wê siyaseta şaş, mala mirov bê elektirîk, bê av û bê tûp be. Gaz û petrola ji herêmê bê derxistin welatên cîran sûdê jê bigire. Ma diviya bû civaka mirov ewil sûdê jê bigire paşê welatên derdor. Ev li Başûr tam bûye berovajî. Gel rezîl û belengaz, ji yek berhemên ne sererd û ne jî binerd sûdê nagire, Tirkiye li ber vê rojekê jî ne petrol û ne gaza wê kêm dibe. Ev çi edalet û siyasta xizmeta ji bo gel û civakê ye.

Tirsa min ew e ku ji ber vê siyaseta şaş sibe pariyek nan jî nemîne ku civaka me xwe bide jiyîn. Jixwe halê niha gelek malbatên başûr nikarin debara xwe ya rojane bike. Krîzên civakî, aborî, çandinî wer kiriye ku heta bêje nefes li wan çikandiye.

Ji bo vê ye divê civak li hemberî vê yekê dengê xwe rake, daxwaza mafê xwe bike. Xwestina mafê xwe û dabînkirina jiyana xwe mafê herî rewa yê her ferdeke civakê ye. Ji bo wê ye divê demildest vê yekê ne ji rêveberên hikûmetê re û ne jî ji tu rayedarekî partiyeke kurdî re qebûl neke. Eger ku ji bo xizmeta civakê hatine avakirin divê bi erka xwe rabin.  Ji ber ku wiha neyê kirin, dibe siberoj hê girantir bibin.

Dikarî Biecibînî