Salvegera Plangeriya Navdewletî

Di 15’ê Sibata 1999’an de, bi plan û tevgerek navdewletî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Kenyayê dan destê dewleta tirk.

Hema bi navê vê bûyerê re, armanca wê jî diyar nabe gelo?

Ma çi qewimîbû ewqas dewletên hegemon/desthilat ên cîhanê hemû li ser vî kesî bûn yek û dan destê zalimên dagirker û qirker û mêtingerên Enqerê?

Pir zelal û aşkera ye ku hêzên hegemon ên cîhanî, felsefe û tevgera vî kesayetî ji xwe re bi xeter, bi zerar û ziyan didîtin. Bi gotinek din jê tirsiyan û hemiyan bi hev re xwestin; kesayetiya vî kesî, îradeya ku vî kesî afirandiye, ger karibin bi dîlgirtina vî kesî re bixin xizmeta xwe û ger nikaribin vê ya pêkbînin wê wextê vî Rêberî ji holê rakin!

21 sal di ser dîlgirtina Rêber Apo re derbas bû ku li zindana Îmraliyê. Ma gelo gihiştin armancên xwe, yan berovajî bû?

Di vê dema dirêj de, hate dîtin ku hemû zanist û derman û teknolojiya xwe ya herî modern, li ser vî  Rêberî dan bikaranîn. Erê dikare were gotin ku dûre hinekî gihiştin armanca xwe. Çawa?

Erê rast e, bi fizîkî weke kes, weke rêber ew bi destxistin, desteser kirin û ev bû bîst û yek sal e dikarin di zindanê de dîl bigirin. Lê nikaribûn û nikarin kesayetî û rêbertiya wî ji dest wî bigirin û bixin dest xwe.

Her wiha nikaribûn ew û tevgera wî û gelî wî jî ji hev biqetinin û ji hev dûr bixin. Berovajî, hem di dema hat girtin de û hem jî heta niha, çawa li ser pêyan e û çawa bi hev re girêdayîne û çawa bi hev re bê dudilî dimeşin li ber çavê hemû cîhanê ye.

Hat e xuyakirin û xwe bi cîhanê jî da pejirandin ku vî Rêberî tevgerek xwedî bîrdoziyek ewqas mezin û berfireh avakiriye, êdî tu kes û tu hêz nikare wê bişikîne û hilweşîne. Ji ber ku bi ruhekî ewqas ji dil û can ew tevger perwerde kiriye, êdî tu bîrdozî, siyaset û pergalên biyanî nikare bandorê li ser bike.

Bi kurt û cewherî ev Rêberiya Apo, hema hema mirov bêje naşibe wan hemû rêbertiyên  tê naskirin ne şaş e yan jî dibe ku ya rastir ev be ku mirov bêje ew rêbertiyên tê naskirin hemû derbas kiriye.

Ji ber ku dayîna zanebûn û felsefeya xwe bi axaftinê  tenê nema. Belê di jiyanê de zindî û rojanê bê rawestan dida hemû hevalên xwe. Bî vêna jî ranewestiya ew zanebûn û ruh bi gelê xwe re jî parve kir. Lewma jê re dihat gotin ev Rêbertî ne bi tenê weke kes an kesayetî di nazarî/teorî de dimîne, vêna rojane derbasî pratîkê jî dikir; hem dida hevalê xwe/tevgera  xwe û hem dida gelê xwe.

Her wiha lewma jê re dihate gotin Rêber an Rêbertî, bi gotinek din wisa dihate pênase kirin; ew ne weke kesekî ye, ew bûye weke saziyekê, hemû baskên jiyanê di kesayetiya xwe de bi cih kiriye, afirandiye. Lewma ev felsefe û ruh, li gel tevgera wî û li gel civaka Kurdistanê, bi lez û bez bû îradeyek mezin, bû çandek nûjen û bû pergalek hemdemî.

Li her çar perçeyên Kurdistanê, li derveyî welat û bi taybetî jî li Rojava bû şoreş, bû pergalek nûjen û hemdemî, bû pêngava yekemin ji bo sîstema konfederaliya modernîta demokratî. Bêgûman li vir pêkanîn û pejirandina rastiya di şoreşê de rola pêşengiya jinê û rola hêza zindî ya ciwanan, divê were dîtin.

Ez bawer dikim hinekî hat naskirin ku ev hêzên hegemon ên cîhanî vê îradeyê û pergala hemdemî çima ji xwe re alternatîf û xeter dibînin û ewqas dijberiyê dikin?

Lê belê di qonaxa destpêka cenga cîhanî ya sêyemîn de, êdî cenga vekaletê gav bi gav derbasî cenga dewletan a yekser dibe. Hema li Rojava û Sûriyeyê, nakokiyên dewletên giregir Rûsya û Amerîkayê dijwartir dibin û weke mînakên biçûk jî pevçûn jî pêk tên. Jixwe dewleta Tirkiye û Sûriyeyê, dewleta Tirkiye û Lîbyayê ketine nava hinek şeran.

Êdî plangeriyên wan gav bi gav têk diçin. Di vê serdema Şerê Cîhanî yê Sêyemîn de hêza ji bo serkeftinê ya herî xwedî şens Tevgera Azadiyê ya gelê me ye. Ji ber ku hem xwedî bîrdoziya herî xurt a hemdemî ye û hem jî xwedî îrade û tevgera herî xurt e.

Êdî bandora rojên reş û plangeriyên dewletên desthilat, li ber berxwedana gelan nikare xwe ragire, neçar in ji hilweşandinên re!

Bimire Plangeriya 15‘ê Sibatê!

Bijî Azadiya Rêber Apo û Xweseriya Kurdistanê!

Dikarî Biecibînî