Roja Reş

Em di salvegera “Roja Reş”a saleke nû de ne. Rêber Apo vê rojê wek ‘roja qirkirina neteweyî’ pênase kir. Gelê Kurdisatanê û dostên wan 15’ê Sibatê bi vê hişmendiyê pêşwazî dikin. Wek vê salê, ew ê salên bê jî bi vî awayî pêşwazî bikin.

Roja me îro pênaseya Rêber Apo ya ‘roja qirkirina neteweyî’ ya ji bo 15’ê Sibatê baştir tê fêmkirin. Çimkî dîlgiritina Rêber Apo ya di 15’ Sibatê de di heman demê de bû destpêka qirkirina li dijî gelê Kurdistanê. Piştî vê rojê êrîşên qirkirina li dijî gelê Kurdistanê bi awayekî sîstematîk ketin meriyetê. Polîtîkayên li dijî gelê Kurdistanê yên ku dewleta TC’ê ya mêtinger kirin meriyetê, sedema pêneseya 15’ê Sibatê ya wek “roja qirkirina neteweyî’ ya Rêber Apo radixîne ber çavan.

Dewleta TC’ê ya mêtinger li Kurdistanê li hemberî yên li dijî dagirkerî û zilmê pêşengiya berxwedanê kirine, an bi qetilikirinê yan jî bi dîlgirtinê êrîşên qirkirinê pêk anîne. Li Dara Hênê-Palo-Hênê, li Agirî û Dêrsimê wiha bûye. Yên pêşengiya berxwedanê kirine pêşî bi hîle û lîstikan hatin dîlgirtin û piştre jî hatine darvekirin. Dûvre gel hatiye qetilkirin, ên mane yan hatine mişextkirin an jî bi asîmilasyonê xwestine wan bihelînin. Piştî dîlgirtina Rêber Apo polîtîkayên li Kurdistanê kirin meriyetê jî bi vî awayî bûn. Xwestin gelê Kurdistanê yên di dorpêça qirkirina çandî de bi qetlîamên fizîkî ji holê rabikin.

Ji bo vê pêk bînin, êrîş birin ser çavkaniyên hêzên berxwedanê yên bingehîn ku gelê Kurdistanê xwe spartiya wan. Sedema destpêkirina êrîşên piralî yên li dijî hebûna rêxistinî ya PKK’ê jî ev rastî ye. Her çiqas dewleta TC’ê ya qirker hewl da bigihîje armancê jî encameke li gor dilê xwe bi dest nexist.  Li Îmraliyê berxwedana Rêber Apo û PKK’ê ya ku wî esas digire û berxwedana gel nehişt ku bigihîje armanca xwe. Heger dewleta TC’ê ya qirker bigihîşta hedefa danîbû ber xwe, ew ê îro qetlîamên li dijî gelê Kurdistanê yê ku bi qirkirina çandî dorpêçkirî ye, hîn mezin û berfirehtir bûna.

Dewleta TC’ê ya qirker heta niha negihîştiye hedefa xwe ya qirkirinê lê ev nayê wê wateyê ku dev ji vê armanca xwe berdaye. Heta ku pêkanîna vê armancê wek sedema hebûna xwe bibîne, ew ê êrîşên qirkirinê berdewam bike. Tevî ku zor û zehmetiyan dikişîne û li dijî wê berxwedan heye jî ew ê ji bo gihîştina armanca xwe bi israr be.

Salvegera “Roja Reş” a 21’emîn, di bin van êrîşên dewleta TC’ê ya qirker de derbas bû. Tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo bêhtir hatiye kûrkirin. Nahêlin Rêber Apo malbat û parêzerên xwe bibîne, bi nameyan bide û bistîne û dikarin bêjin ku nahêlin balindeyek jî li ser Îmraliyê bifire. Hema bêje her roj 24 saetan êrîşê axa bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê dikin û bombeyan bi ser de dibarînin. Bi vî awayî li Kurdistanê qetlîaman dikin.

Gelê Kurdistanê û dostên wan di vê zanebûnê de ne û bi vî awayî dikevin “Roja Reş” a sala 22’yemîn. Di heman demê de ev dide xuyakirin ku ew ê berxwedaneke çawa li dijî qirkirina neteweya kurd derkeve bê nîşandan. Ev jî nîşan dide ku divê berxwedanake çawa bê dayîn li hemberî dijmin serî neyê tewandin. Ev rêyeke wisa ye ku hatiye ceribandin. Rê rêya Rêber Apo ya bi ronahî ye. Her çiqas dîlgirtî be jî dîrokê pesend kiriye, dema di rêya wî ya ronîkirî de bimeşin serkeftinên mezin tên bidestxistin. Meşa bi biryar a di vê rêyê de, dê serkestinên mezin ên teqez bi xwe re tîne. Xebatên ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya kurd û avêtina gavên ji bo wê dê gelek destkeftiyên mezin bi xwe re bînin.

Îro ro tu hêz nemaye ku li hemberî berxwedana azadî û demokrasiyê ya gelê Kurdistanê ya li hemû parçeyan bê helwest bimîne. Ev rewş dewletên qirker û mêtinger û yên destekê didin wan ditirsîne. Bi tevahî li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe divê hemû hêzên kurdistanî vê rastiyê bibînin û helwesta xwe li gorî vê diyar bikin. Heger ji hêvî û bendewariyên gelê Kurdistanê re bibe bersiv, ew ê destkeftiyên heyî pirtir bibin.

Divê neyê jibîrkirin ku heta niha li kîjan parçeyî be jî êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurdistanê, hemû jî ji ber ku yekitiya navxweyî pêk nehatiye hatine kirin. Ev rewş sedema rastiya 15’ê Sibatê “Roja Reş” a li dijî gelê Kurdistanê nîşan dide. Kesên dibin sedem ku Rêber Apo li Îmraliyê bê girtin hêza xwe ji vê rastiyê distînin. Ev jî nîşanî me dide ku divê di sala 22’yan de têkoşîneke xurt li hemberî 15’ê Sibatê Roja Komploya Navneteweyî bê dayîn.

Dikarî Biecibînî