Em zimanê kurdî di jiyana xwe de çiqas bi kar tînin?

Her netewe û civakek li ser rûyê dinê ziman û çandek xwe ya resen heye ku nasname û hebûna wê îfade dike. Kurd jî neteweyek ji wan neteweyan e ku li ser rûyê cîhanê bi ziman û çanda xwe, xwe gihandiye heta roja îro.

Pênaseya ‘ziman hebûn û nasnameya civakê ye’ ji bo hemû civakan derbasdar e. Ji bo vê yekê di vê mijarê de hema bêje tu civak û netewe nîne ku ji bo hebûna xwe tênekoşiyabe. Gelek ji van civakan ji ber hişmendiya desthilata mêtinger mixabin têkoşîna xwe wenda kirin, hem weke netewe û hem jî wek ziman tunebûn û çûn. Kes niha nizane hebûn an na. Gelek jî di bin nîrê desthilatan de heliyan û hebûna xwe ji bîr kirine û bûne ji qewm û neteweya desthilatdaran.

Kurd jî yek ji van neteweyan e ku bi hezar salan di nav her şert û mercî de di serî de ji bo ziman û hebûna xwe bidomîne û weke netew bijî, bi awayekî bêhempa têkoşiyaye û niha jî têdikoşe.

Ger mirov li gor berê binihêre, rewşa niha kurd tê de ne pir li pêş e. Lê mixabin mirov nikare bêje wiha ew ê baştir bibe. Ji ber ku asta îro û ya wê dema ku em raber dikin, mercên îro û wê demê ji aliyê derfetan ve ne wekhev in ku qonaxeke wê demê em dikarin niha di salekê de dijîn. Ev tê wateya ku derfetên îro deh caran li yên wê demê ne. Tevî vê rastiyê em îro nekaribinvan derfean bi kar bînin, ev jî hinek qelsî û lewaziya me ye.

21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Weke gelek civak û neteweyan kurdan jî di vê rojê de bi hêviya ku hê zêdetir civak û kurd bikaribin bi zimanê xwe biaxivin û biparêzin çalakiyên cihê kirin. Dîsa di vê rojê de gelek sazî û platformên kurdî bang kirin ku kurd di jiyanê de hê zêdetir kurdî bidin pêş. Lê li vir dixwazim balê bikişînim ser wê yekê, dema ev bang dihatin kirin gelek ji saziyên kurdî û partiyên kurdî mixabin ne bi zimanê kurdî lê bi zimanê serdest banga ziman dikirin. Ev bi xwe trajedî ye.

Dîsa em li weşanên xwe yên nivîskî binihêrin, meyzandina me ya li rojev û çalakiyan hema bêje ji çar paran sê par bi zimanê serdest e. Ji tiştekî biçûk bigire heta rojeva sereke hemû bi zimanê biyanî tên kirin. Dibe gelek kes vê rexneyê bikin û bêjin zimanê me ewqas di warê siyasî, çand, wêje û aboriyê de bi pêş neketiye heta ku bi kurdî bixwînin û binivîsin! Lê ev nabe hincet ku mirov wiha bike. Ji ber ku her tişt di destê me de ye. Nimûneya vê ya herî biçûk, çima em di mala xwe de bi kurdî napeyivin? Dîsa em bi kurdî naxwînin û fêr nakin. Di jiyana navxweyî de derfet pir hene ku em biaxivin lê em zêdetir berê xwe didin zimanê serdest. Ew bêhtir li xweşa me diçe. Ev rastiyek e û nîşaneya wê jî anketên der barê ziman de ne ku nîşan didin em bi kurdî çîqas diaxivin û dixwînin.

Roja me ya îro derfetên ku mirov ziman û çanda xwe bi pêş bixe û bi kar bîne pir in. Meteryal û pirtûkên di her astê û bi her rengî hene. Tenê maye ku em jî piçek din hewl bidin. Ziman ê me ye, kes nikare asteng bike. Çawa heta niha bi stran, çîrok û serpêhatiyan hatiye ew ê ji niha û şûnde jî bi wêje, siyaset, aborî, dîplomasiyê bidome.

Ji bo em bikaribin hê baştir zimanê xwe bikin zimanê rojane û jiyanê, divê di serî de hemû sazî û dezgehên kurdî dev ji zimanê serdestan berdin. Mebest li vir ne terikandina zimanên din e, lê li cihên pêwîst divê bê bikaranîn. Eger em ji îro û şûnde vê esas negirin, mixabin ew ê tenê bibîrxistin û pêşxistina zimanê me di rojên wiha de, dîsa bi çend daxuyaniyan bi sînor bimîne û derbas bibe.

A girîng em li vir em tev ji xwe bipirsin, gelo em çiqasî bi kurdî daxivin, dinivîsin û dikin jiyana xwe. Lê halê hazir pir kêm kes hene bi vê erka xwe radibin û rola xwe dilîzin. Her yek ji me li hêviya yên dihêle û barê xwe dixe stûyê yên din. Halbûkî em tev li gor pîvanan tevbigerin ew ê gelek astengiyên em yên di warê ziman de zûtir çareser bibin.

Divê hewldana me tevan ew be ku her kes ji me mala xwe bike dibistan û bi taybetî zarokên xwe fêrî zimanê xwe bike. Kengî me vê yekê pêk anî, ew ê di her warê jiyanê de zimanê me kurdî jî bibe zimanek cîhanî û li her cihî bê bikaranîn.

Dikarî Biecibînî