Bihar mizgînî ye!

Hatina werza biharê her demê hêvî û hesretên nîvcomayî û hestên bêdawîtiyê bi xwe re tîne. Nexasim ji bo me kurdan bihar tim bûye hêviyeke aştî û bidawîbûna şer û aloziyên li ser vê xakê. A ji hemûyan baştir jî, anîna mizgîniyê ye.

Meha destpêkê ya biharê meha adarê ye, ev meh hem di warê taybetiya xwe ya xwezayê de û dîsa bi taybetî di warê xwe yê dîrokî de ji bo me kurdan meha vejînê ye. Ev meh gelek taybetmendiyên cihê ji bo her nifşa civakê li xwe digire. Ji bo zarokan, ji bo jinan, ji bo civakê cuda cuda xwedî taybetmendî ye.

Bi meha adarê re di serî de şînkahî, gul û kulîlkên rengorengo piştî werzeke bi serma û berf, ji nav axê zîl didin. Ev di heman demê de serîrakirin û vejîn e. Em tenê vê baş fêm bikin, em ê bizanin bê ka adar ji bo me semboleke çawa ye. Dîsa bi kulîlkên rengorengo dilê zarokan geş dibe. Hema bêje bîranên her zarokekê/î heye ku di vê werzê de ji bo berhevkirina kulîlkan xwe li çiya, gir û banan daye. Ev kelecana zarokan bi serê xwe lêgerîneke azadî û xweşiyê ye. Bi vê yekê aram û kêfxweş dibin.

Adar meha têkoşîna jinê ye jî. Weke her kes jî dizane 8’ê Adarê Roja Têkoşîna Jinê ango Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye. Li hemû deverên cîhanê jin li dijî zilmê û serweriya mêr a kolekirinê radibe ser piyan û radipere. Bi taybetî ev roj bi tevgera azadiya Kurdistan û Koma Jinên Kurdistanê hê bi watetir bûye. Di vê rojê de bi pêşengiya jina kurd tevahî jinên demokrat, aştîxwaz û dildarên azadiyê dadikevin kolanan û vê rojê di şexsên kekarên jin ên hatine qetilkirin de hemû şehîdên kedê bi bîr tînin.

Mijara herî bingehîn ji bo kurdan roja vejînê ango 21’ê Adarê ye. Ev roj roja jinûvebûyîna civaka kurd tê pênasekirin. Ev roj mîlada kurdan e. Lewra sersala kurdan bi 21’ê Adarê dest pê dike. Ev roj ji  bo kurdan mizgînî, xweşî û xêr û bêr e.

Lewra werza biharê û dîsa meha adarê ji bo me kurdan meheke bi xêr û bêr û ji mizgînî ye. Yek ji van mizgîniyan jî ew e ku hevdîtina li gel Serok Apo bû. Herî dawî parêzerên Ocalan Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di 2’yê gulanê, 22’yê gulanê, 12’ê hezîranê, 18’ê hezîranê û 7’ê tebaxa 2019’an de piştî berxwedana 200 rojan a greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a li girtîgehê dest pê kiribû û veguherîna çalakiyê ya li rojiya mirinê û piştre jî çalakiyên fedayî kiribû ku parêzer biçin Îmraliyê û bi Serok Apo re hevdîtinê pêk bînin.

Parêzer ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha her hefte serî li dozgeriyê dan, lê heta niha hemû serlêdanên wan bê bersiv hatin hiştin. Bi taybetî piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ya ku got li Îmraliyê şewat derketiye kir ku di serî de gelê kurd û hemû hêzên demokrat bi carekê rabin ser piyan. Bi bihîstina vê rewşê re fikar û metirsiyên gelê kurd gihiştin asta herî jor û gotin heta ku hevdîtin bi rêya parêzer û malbatan pêk neyê wê ranewestin. Dîsa hate gotin ku ev şewat ne ji rêzê ye û divê tu kes vê wisa negire dest, li ku dibe bila bibe rabin ser piyan.

Li ser daxuyanî û bangên saziyên kurdan, hema bêje li her derê kurd û kurdistanî rabûn ser piyan. Di van çalakiyan de peyamên ‘Ev agir wê we jî bişewitîne’, ‘Serok Apo xeta sor e’ ‘Heta hevdîtin bi rêya parêzer û malbatan pêk neyê wê ti daxuyanî û agahiyên rayedarên tirk me ranewestîne’. Piştî serhildan û raperîna gel 3’yê adarê hevîtin bi Rêber Apo û girtiyên din re pêk hat. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku wan hevdîtin bi Serok Apo re kiriye.

Careke din piştrast bû ku berxwedan serketinê tîne. Her cihê ku berxwedan lê hebe, wê teqez encamê bi xwe re bîne. Ji bo wê ye divê çanda berxwedanê û dîsa tenûra serhildanê ya gelê kurd sar nebe. Heta ku germ û wê encamên pir baştir û heta mizgîniyên hê mezintir jî bixwe re bîne.

Bi hêviya em mizgîniya azadî û serfiraziya Rêber Apo di 21’ê Adarê de bibihîzin.

Dikarî Biecibînî