Kevneşopiyeke çapemeniya azad: Rojev

Rojnameya heftane ya Rojev, xwedî taybetmendiyekê wisa bû ku li cîhanê kêm tê dîtin. Hem wek serpêhatî û hem jî wek weşanê û cihê lê pir girîng e ku mirov mînakên wê nîşan bide.

Ez we zêde naxim mereqê û ez ê dest pê bikim. Rojev Mexmûr yek ji rojnameyên heftane û bi mijarê siyasî, civakî, ciwan, jin û gelek mijarên din li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) weşanê dike. Hema bêje li cîhanê nimûneyên wiha nîn in an jî pir kêm in. Li wargeheke penaberan heftenameyeke xas aîdî penaberan û bi mijarên wê yên xas tê weşandin. Ev aliyekî wê ye ku mirov bigire dest, her wiha gelek aliyên wê yê din jî hene. Dîsa em dikarin bêjin ku Rojev bûye dibistaneke perwerdeyê.

Em werin ser çîroka wê bê ka çawa ev Rojev dest bi weşanê dike. Di sala 2004’an de li ser pêşniyar û nêrînên Rêber Apo ya di nameyeke xwe ya hevdîtinê de dema silav û hezkiriyên xwe ji bo penaberên Mexmûrê dişîne, pêşniyara rojnameyek girêdayî wan û dîsa navê wê jî weke ‘Rojev’ diyar dike. Li ser vê yekê piştî wê peyamê, bi pêşengiya çend kesan rojnameya Rojev Mexmûr dest bi weşanê kir. Di 22’yê îlona 2008’an de jî aliyê Dezgeha Rojanmevanî ya Kurdistanê ve bi fermî hat pejirandin.

Ji roja vebûye û heta niha tevî hemû astengî, kêmanî û rêgiriyan, bênavber Mexmûr û çîrokên penaberan û çalakiyên wan bûne mijarên Rojevê. Destpêkê zoriyên pir mezin hebûn, dîsa şert û mercên penaberî û astengiyên jiyanî dikirin ku li gorî asta tê xwestin de dernekeve. Lê tevî vê jî, her hefte bi mijar û nêrînên cuda derket pêşberî xwendevanan. Belavkariya wê jî generalên Apê Mûsa zarok û xwendekar bûn.

Dîsa bi taybetî Rojev bi mijarên heftane ve jî sînordar nedibû û di nav salê de rojên mîna 8’ê Adar, 21’ê Adrê û 27’ê Mijdarê bi hejmar û mijarên taybet xwe digihand xwedevanan.

Dîsa yek ji taybetmendiyên din bûye eyne û arşîveke dewlemend a penaberên Mexmûrê. Gelek kêliyên hestiyar û dîsa coş bûye arşîveke dewlemend.

Ez dixwazim hinek bêm roja îro. Me li jor anî ziman ku Rojev bi rola dibistana rojnamevaniyê jî rabûye. Yek ji xwendevanên wan jî ez im. Niha jî salane, li gorî pêwsît kes tên girtin û perwerdekirin û tev li xebatan dibe. Di roja îro de jî ev yek hê dewam dike. Bûye dibistaneke gihandina rojnamevanan.

Lê mixabin tevî vê hemû keda pîroz jî car hinek astengî derdikevin ku mirov pê diêşin û ji hebûna xwe şerm dike. Dixwazim li vir balê bikişînim ser mijarekê ku ev demeke dirêj bû ji ber ambargoya li Mexmûrê Rojev nekarî weşana xwe bike. Hikûmeta Başûr û dîsa rêveberiya PDK’ê bi hinceta kuştina endamê MÎT’a tirk Osman Kose ya di 17’ê tîrmeha 2019’an de li Restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê, ambargo danî ser wargehê.

Rojnameya Rojevê tevî hemû hewldan û derfetên sînordar piştî vê bûyerê jî karî hejmarekê çap bike û bigihîne aboneyên xwe. Dema ku asayîşa PDK’ê ev yek dît, serî li hemû rê û rêbazan da û xwediyên çapxaneyê tehdît kirin û rê nehate dayîn ku Rojev bê çapkirin. Dîsa her ku çû guşarên li ser Mexmûrê zêde bûn êdî neçar ma ku bê rawestandin.

Piştî vê rêveberiya rojnameyê ji bo li bajarekî din ê başûrê Kurdistanê derbixîne kete nav hewldanan. Di encama hewldanan de karî li Silêmaniyê 2 hejmaran derbixîne. Lê ev zêde dom nekir, li ser astengî û rêgiriyê dîsa rojname hate sekinadin.

Di nav heft mehên ambargoyê de bi kêmanî 30 hejmar nehatin çapkirin. Piştî navberek dirêj xebatkarên rojnameyê nesekinîn û bi rêya prîntirê hejmara 646’an bi Manşeta ‘DUH, ÎRO Û SIBE JÎ YA ME YE’ ku diyarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê kiriye ku zêdetir girîngî daye jinê mijarên mîna ‘Duh, îro û sibe ya me ye’, ‘Têkoşîna jinê bihara azadiyê ye’, ‘Pêşengên demê jina kurd e’, ‘Çand û huner nasnameya civakê ye’, ’Her jin endamekê Meclisa Îştarê ye’ û ‘Heqîqet çi ye’ li xwe digire, gihişte destê xwendevanan.

Dixwazim li vir balê bikişînim ser vê yekê, çapemeniya azad a ku kevneşopiya Apê Mûsa, Gurbetelî Ersoz, Denîz Firat, Rizgar Adanmişan, çi dibe bila bibe wê ji ya xwe neyê xwar û bi prînterê jî be wê rojnameya xwe derbixînin û xwe bigihînin xwendevanan.

Her wiha bi rêya vê nivîsê dixwazim Dezgeha Rojnamenûsan a Kurdistanê jî bi peywira xwe rabe û li dijî vê bikeve nav hewldanan. Li vir mafê weşangeriyê hatiye binpêkirin û divê di nav raporên xwe de bi cih bike û ji bo ev yek bi dawî bibe hewl bide.

Serketin…

Dikarî Biecibînî