Tucarê koçberan Receb!

Di siyaseta IDLIBÊ de têkçû. Putîn nehat  civîna 5 qolî ya ku destnîşan kiribûn a Stenbolê, ew ji naçarî çûn Moskovê ber lingê Putîn.

Li Moskovê, him polîtîk, him dîplomatîk û him jî exlakî çend zele/sîle li pey hev xwar û polîpoşman, destvala vegeriyan Enqereyê. Rezaleteke mezin hat serê wî li Moskovê, parsektî û qeşmertiya wî şût-tazî raxistin ber çavên alemê.

Li Lîbyayê jî ti destkeftin ji wî re xuya nake. General Hafter, ji dostê wî Fayiz Es Serac xurtir dibe. Tê gotin ku Rûsya bi rêya Şamê jî gelek alîkarî ji Hafter re şandiye.

Li Ukranya û Pakistan û Hindistan û Malezya û hwd.jî ji Receb re ti nan dernakeve. Ji xwe hevalbendiya wî ya li Sûdan û Somalî û hwd. erê ti nan û qezenc têde tinebû lê hema bi nav tenê ba jî, ew jî hatiye jibîrkirin.

Dixwest wan mucrim û qatilên IDLIBÊ, li Libyayê bikarbîne û hinek qirêdî ji wira qezenc bike, lê tê xuyakirin ku ew jî nabe û ji wî re, ti xêr, di wir jî de nema ye. Her wiha tiştekî zêde ku li Efrînê û bi giştî li Rojava talan bike jî zêde nema ye. Yê ku hebû, ji xwe hema hema hemû talan û wêran kirin e.

Ê ma bi tenê di destê wî de ew koçberên ku kişandine cem xwe, li hemberî cîhanê û bi taybetî jî li hemberî Ewropayê, careke din dîsa derxe ereseyê, derxe bazarê, derxe firotanê!

Ne hejmareke biçûk e. Li gorî ew dibêjin di ser 4 milyonan re ye. Eger yên ji bilî Rojava û bi giştî Sûriye, yên welatên din jî were hesibandin hejmara koçberên li Tirkiyeyê ye, dibe ku bigihê 5 milyonan.

Pêngava/hemleya yekemîn dest pê kir, li dora 100 hezar penaberan ajotin ser sînorên yewnanan. Lê hat xuyakirin ku bi vê hemleya xwe re, ser neket; encex li dor çend sed kesan karibûn derbas bibin, yên din hemû li ser sînor in û dîsa li serê Receb belan e! Hîn li qonaxa yekemîn têk çû. Ji aliyekî ve ji bo zalimî û qirkeriya xwe bide veşartin, dewleta yewnan zalim dide nîşandan û bi yewnanan re Ewropayê jî tawanbar dike.

Hema hema bi giştî Ewropa, li Yewnanistanê xwedî derket; hem siyasî hem aborî, bi lezgîni destek danê. Her wiha gilî û gazincên Receb bê bandor man, heta weke çeka BUMERANG li wî vegeriya, li xwediyê xwe da!

Li ser vê rezaleta dudan berê xwe da Brukselê. Hewara xwe gihand NATO û YE’yê. Lê her du saziyên gewre jî ti tişt nexist destê Receb û hevalokên wî. Ne siyasî, ne leşkerî û ne jî aborî tiştek bi dest nexistin.

Weke henekê xwe pê bikin, Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg got; ‘Erê raste derdê herî mezin ji terorê dewleta tirkan kişandiye, me alîkariya leşkerî dayê û…’ lê aborî-pere ‘NO’, nîne! Bi kurt kurmancî hewara wî ya li Brukselê jî bêbersiv ma.

Her wiha rayedarên YE; serokê konseyê Michel û seroka komîsyonê Leyen jî hema hema bi heman naverokê bersiv dan daxwaza Receb a pere xwestinê û wan jî, ew destvala bi rêkirin. Hilbet qebedayê me Receb jî ne kême û bêdeng nema; inirî, hêrs bû, xeyidî û ji wan xatir nexwest, ji ser maseya wan rabû, neket civîna çapemeniyê û li paş xwe jî nenerî reviya qesra xwe ya Enqereyê!

Di encamê de, vî bazirganê mirov firoş an jî bi navekî din mirov dikare bêje “KOLEDARÊ MODERN- KOLEFIROŞÊ SEDSALA 21’Ê” Receb, weke tucarekî mifliz, ji Ewropayê jî bêqezenc vegeriya. Li vira jî derbeyeke mezin xwar û xwe careke din rezîl-rûswa kir.

Biwêjeke gelerî heye dibêje; “Hundur bi qurbana derve be”, wele hema wisa li Receb jî hatiye û ji hundur ve jî xera dibe. Ji xwe êdî xapandin nema zêde bi kêr te, lê êdî çeka tirsandinê jî zêde bandora wê nîne û nikare êdî weke berê bi giranî gel bixe bin bandora xwe û weke pez bide meşandin.

Di serî de têkoşina şoreşgerî û demokratî ya hêzên gelerî, ji aliyê din ve jî êdî di nava enîya wan bi xwe de jî qelişandinê despêkir û bi hêzêke berbiçav xwe da diyarkirin. Piştî A. Davudoglu, A. Babacan jî partiya xwe ragihand.

Roj bi roj çarenûsa desthilatiya Receb ber bi ‘penaberiyê-koçberiyê’ ve diçe!

Dikarî Biecibînî