Dîktatoriya faşîst têk çû

Dewleta TC’ê ya qirker, di dema xwe ya her xirab da ye. Dîktatoriya faşîst a Erdogan û Dewlet Bahçelî îflas kiriye. Siyaseta dagirkerî û berfirehbûna emperyal a bi navê “Osmaniya Nû”têk çû, erdnîgariya bi sînorên“netewe-dewlet”ê hatiye binavkirin, bûye mijara nîqaşê. Polîtîkaya wan a navneteweyî rûxiyaye. Siyaseta sûdwergitina ji nakokiyên di navera DYA-Rûsyayê de bervajî bû û li wan vegeriyaye. Di rewşa heyî de tevî ku ewqas bêyî berdêl xwe daye ber bazarê jî, kes paxav pê nake.   Ev rastî bersiv û nîşaneyên çawaniya pêşeroja wê ne.

Dewleta TC’ê ya qirker, tiştên hevî dikir bi dest nexistin û kete rewşeke hîn xerabtir. Ji vê pê ve ne pêkan e ku were ser hiş û hemdê xwe. Stûnên wê yên bingehîn rûxiyane. Hêza fermadariya artêşa wê û birêvebirina wê belav bûye. Xwe avêtiye ber deriyê NATO’yê ya ku endamê wê ye. Hilberîn bi dawî bûye; aboriya talanê ketiye meriyetê. Bankaya navendî bûye kodikeke binqul.  Bi xeracên di bin navê bacê de ku li gel ferz kiriye, pereyê germ dabîn dike. Bi “Fona Hebûnê”, dest datîne ser erdên xezîneyê, milkên gel; daristan, çem, gol û zozanan. Hemwelatîbûna TC’ê, zevî û milkan bi pere diforoşe biyaniyan. Pêdiviya xwe ya bi dowîzê, bi pereyê nezagonî, bazirganiya madeyên hişbir û bazirganiya petrola nezagonî dabîn dike.

Ji ber van sedeman îtibar û cidiyeta dewleta TC’ê ya qirker, di nav civakê de û li qada

navneteweyî nemaye. Bi rêbazên çete û mafyayî hewl dide li piya bimîne.  Îro rewşa artêş,

polîs, burakrasî, dadgeh, çapemeniyê; daraz-zagonsazî û rêveberiyê ya di bin fermadariya

dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê de ye, ji vê rastiyê pêvetir tiştekî din îfade nake.

Ev rewşa rûxandî ya dewleta TC’ê ya qirker kiriye ku ew êdî nikare hevsengiyên siyaseta naxweyî jinûve ava dike. Cilika li ser partiyên pergalê rabûye. Pêre derketiye holê ku partiyên pergalê ne li ber tiştekî ne û hatine ber hilweşînê. Partiyên mîna AKP-MHP’ê di demên xwe yên dawiyê de ne. Di hilbijartinekê de ew ê derbeyeke ji hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an hîn mezintir bixwin. Ji bo rê li ber vê yekê bigirin her tim hewl didin di nav şer de bin. Ji wê tirê qey, ew ê hemû polîtîkayên xwe yên faşîst, qirker û mêtinger bi vî awayî dikaribe bi rê ve bibe. Tu cudahiya partiyên mîna CHP, ÎP û hwd. yên ku palpiştiya polîtîkayên AKP-MHP’ê yên li qada navneteweyî û êrîşên qirker ên jinavbirinê yên li Kurdistanê dikin tune ye.

Dewleta TC’ê ya qirker êdî ji pertav ketiye. “Komara yekemîn”ji holê rakir, “komara duyemîn” jî di rê de ma, negihîştin mirazê xwe. Bûye ku nikarin ji çiravê derbikevin.  Her çiqas hewl dide bi polîtîkayên şer ên qirker, taybet û qirêj xwe ji nav vê çiravê rizgar bike lê her diçe di kûr de diçe.

Dewleta TC’ê ya qirker tevî ev rastiya xwe, dixwaze kela têkçûna siyaseta xwe ya navxweyî û navneteweyî ji serê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê derbixe. Kolan, cede, tax, saziyên dewletê, dibistan, çiya û rêyên gundan û hema bêje her derê tije leşker, polîs, notirvan û hwd. kiriye û torên sîxuriyê li van deveran ava kirine. Hêzên paramîlîter ên ji sedhezaran pêk tên ava kirine. Her roj davêjin ser gund, mal û taxan. Bi sedhezaran mirov avêtine zindanan. Kuştinên ‘fail ne diyar’, ‘wenda’, îşkence, revandina mirovan û kuştinên aşkera berbelav bûne.  Li Kurdistan û Tirkiyeyê wek ku ji bilî Erdogan û Bahçelî û yên şelaqiyê ji wan re dikin, naxwazin kes biaxive.

Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li vê rastiyê haydar in, li dijî hemû êrîşên qirker ên dewleta TC’ê li ber xwe didin. Destkeftiyên bi berdêlan hatine bi destxistin dibin çeperên têkoşînê. Di salvegera 15 sibatê de ku wek Roja Reş ketiye dîroka gelan, gel bi biryardarî di rêya ronak a Rêber Apo de meşiyan. Tevî hemû astengî û qedexeyan bi tevlêbûna dehhezaran kesan bi coşeke mezin Kongreya HDP’ê ya 4’emîn pêk hat. Wek parçeyekî komploya li dijî Rêber Apo, gel bertek nîşanî şewata li girava Îmraliyê da. Xwepêşandanên 8’ê Adarê bihişmet pêk hatin. Gerîlayên wî yên azadiyê bi derbeyên giran TC’ê dikesirînin (qehir dike).

Dikarî Biecibînî