Di rojên koronayê de tenduristî û aboriya komunî

Wiha xuya ye ku hêzên dewlet û desthilatdar dixwazin piştî van rojên ku weke rojên koronayê tên pênasekirin jî hêza xwe biparêzin. Tevdîr û gavên ku diavêjin jî ji bo vê yekê dikin. Eger mirina welatiyan xizmetê ji vê daxwaza wan re bike û wan biparêze, dê bibêjin hema bila bimrin. Jixwe hinek hêzan tevdîrên xwe li gorî mirinê girtine.

Ji niha ve hêzên serdest û sermayedarên global û netew dewletî hîn nîqaşan dane destpekrin. Hin hêz dibêjin piştî koronayê divê êdî globalî pêş bikeve û di navbeyna hemû mirovan de koordîneyek an jî rêveberiyeke hevbeş û yekdest hebe. Sermayeya cîhana yekdest vê yekê diparêze. Hêzen netewe dewletî û desthilatiya wan jî ji vê daxwazê re dibêjin na. Ev hêz dibêjin ku divê di navbera sînorande dîwar hinek din bilind bibin û netewe dewlet hineke din hişktir bibe. Ev nîqaş ên hêzên serdestin. Gel civak kom û komun wê çawa bikin? Ev jî bi hêza wan ve girêdayî  ye. Eger nebin hêz û xwe neparêzin, dê ji vî krîza cîhanî dîsa hêzên serdest biser bikevin.

Wiha xuyaye ku dewleta tirk gelek tişt veşartî ne û ji bo hebûna xwe û desthilatdariya xwe tevdîr girtî ne. Encamên vîrûsa koronayê ji gel tên veşartin û ji bo gel ji banga yekitiyê, biratiyê dikin. Di rewşa heyî de xuyaye ku kesên temen mezin êdî ji çav derxistine. Tenduristiya dewletê jî tenê ji bo berjewendiyên dewletê tevdigere. Ên ku li derveyî dewletê tevdigerin jî ji kar tên derxistin. Her wisa di aliyê aboriyê de jî rewşa xizan û belangazan û rewşa dewlemend û qodemanan ji hev gelek cuda ye. Dewlemend û qodemanên ku xwediyên dewletê û desthilatdariyê ne, di malê xwedê rehetin. Rewşa wan a aboriyê di cih de ye. Tiştê ku ji gel û civakê dizîne û kom kirine, têra wan û heft bavikên li pêşiya wan jî dike. Lê gelên bindest, xizan û bê kar û bê nan gelo dê çawa bijîn. Heke rojekê ne xebite, dê di malê de birçî bimîne. Di halê hazir de jî bi milyonan kes di vê rewşê de jiyana xwe didomîne.

Ji bo ev xetereye ji holê rabe û xwedî li gel were derketin, divê hêzên demokratîk ên ku li derveyî dewlet û desthilatdariyê mane, jiyan û pergala komuniyê pêş bixin. Li derveyî dewletê divê tendursitiya civakî û aboriya komunî pêş bixin. Di van rojande ev herdu xal pir girîngin. Bi hezaran xebatkarên tenduristiyê yên li dewletê mane, hene. Ev kes dikarin xwe birêxistin bikin û kom û civakan biparêzin. Dîsa di van rojan de aboriya komî û komunî ji bo mirovan jiyanî ye. Divê bi taybet jî di malbatan de jin û ciwan karekî pir mezin bikin. Dikarin gelek rê û rêbazên cuda bi kar bînin. Kombun, komî, komunî tê gerandin, ji hemû dêman bêhtir ziman û nasnameya roja me ye.

Dikarî Biecibînî