Hefteya Lehengiyê

Em di heyva lehengiyê, heyva Newrozê de ne. Newroz tê çi wateyê, rola wê ya dîrokî çi ye, îro çi ji me dixwaze, çi barî dide ser milê me û hwd.?

Ez bawer dikim li ser vê mijarê û van pirsan pir axaftin û şîrove hatine kirin. Jixwe nivîsa min a heteya derbasbûyî jî li ser vê mijarê bû.

Lê ez hez dikim vê hefteyê, li ser lehengên me, qehremanên me yên hemdemî yên tevgera me ya azadiyê yên vê heyvê çend gotinan bêjîm.

Weke êdî piraniya gelê me û heta ji aliyê pir gelên din jî tên naskirin ên pêşengtiya vê lehengiyê kirinê; Mazlum Dogan û Mahsum Korkmaz, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel û Sema Yuce li pey hev hevalên me yên leheng rêz dibin û heta roja îro ev zincîra şeref û rûmetê dimeşe tê…

Helbet ji bo kesayetî û çalakiyên wan bibin malê mirovan, gelan û civakan, divê armancek, felsefeyek, bîrdoziyek, plan û programek wan a rast û xurt û bi rêxistin hebe. Her wiha li gel van hemûyan divê rêbertiyek xurt jî hebe, da ku van taybetmendiyan hemû bi rêkûpek bike, perwerde bike, bi rêxistin bike, organîze bike û bide birêvebirin.

Bêgûman ev mijarên hat rêzkirin û hat jimartin hemû li pişt van hevalan hebû; Partiya wan jî, Rêbertiya wan jî hebû.

Lê ger were gotin a kêm kesayetiyên weke wan bi xwe bûn. Vê kêmasiyê jî wan bi xwe temam kirin. Lewma ew jî ewqas bi xurtî ketin dil û mejiyên gelê xwe û zêdetir jî bûn rûmetên mirovatiyê.

Van hevlan li ser rê û rêbazên partiya xwe û Rebertiya xwe û Şehîdên xwe, yên herî bi xurtî meşiyan û temsîl kirin û pêşengtî kirin ew bûn.

Yên teorî û pratîk gihand hev, kirin yek ew bûn. Yên dîrok û îro gihand hev ew bûn,  ên nûjenkirin û kirin hemdemî ew bûn. Yên tarî û reşayî ronî kirin ew bûn. Yên koletî qebûl nekirin û li hember koledaran, li hember zaliman serî hildan, ên gotin Berxwedan Jiyan e ew bûn.

Helbet van hevalên me bi hêsanî û aramî ev çalakî lidar nexistin. Gotinek dapîr û bapîrên me heye, dibêjin “dil ji pola, gurçik ji hesin” û hwd..

Erê di nava kurdan de dil ji pola û gurçik hesin, dibe ku gelek bin, lê ev tenê bi serê xwe ne bes e. Li gel vê zanebûn û hostayî bûn lazim bû. Rêber Apo ji vê re dibêje kesayetiyên “bi ehlaq û polîtîk”.

Ev hevalên me xwedî van taybetmendiyên herî bi rûmet û bi ezamet bûn. Her wiha ji bo însan bigihê vê asta mezinatiyê û karibe bikeve dil û mejiyê gelê xwe û bibe malê mirovatiyê, divê ewqas ji hevalê xwe, ewqas ji gelê xwe, ji welatê xwe, ji xwezayî û bi giştî ji mirovatiyê û jiyana azad hez bike da ku karibe xwe bike canbexşê vê dozê.

Helbet taybetmendiyên van hevalên me, ne ji rêzê ne, zêdetirin; polîtîk û ehlaqî ne; zanin ji bo çi û zanin ew ê kengî, kîjan rojê çi çalakiyê lidarxin! Jixwe pêşengtiya wan û qehremantiya wan a mezin ji van taybetmendiyên zêdetir tên.

Ka em bala xwe bidin Mazlum, di wê dema ewqas wahşet heye, kes nikare serê xwe bixwirîne, ew radibe çalakiya xwe di roja 21’ê Adarê roja Newrozê de lidar dixe! Ev hesab û karek û hişmendiyek gelekî li ser normalê re ye.

Lewma hevalê wî, partiya wî û bi taybetî Rêberê wî, vê roja wî weke Roja Lehengiyê dipejirînin û radigihînin. Her wiha roja şehadeta heval Egît jî di 28’ê Adarê de ye, ji ber ku taybetmendiyên her du hevalan ên Mazlum û Egit hevdu temam dikin, heval, partî û Rêberê wan her duyan dikin yek û navê lê datînin Hefteya Lehengiyê.

Hevala Sema Yuce jî dibêje “ez bi vê çalakiya xwe, dixwazim bibim pira ji agir a di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê!”

Xalek din a girîng jî heye di vê mijarê de û divê neyê jibîrkirin ev e ku; van hevalên me yên pêşeng û leheng, bi van çalakiyên xwe erê derba yekemîn li dagirker û qirkeran didin, lê divê em ji bîr nekin ku bi van çalakiyên xwe mesaja duyemîn jî didin me; derbeya duyemîn jî li kêmayî û xemsariyên me, li qusur û lawaziyên me didin.

Îcar lewma divê êdî em jî, ne bi tenê di hinek rojên diyar de, di hinek hefteyan de, di hinek mehan de, em van hevalên xwe yên qehreman û pêşeng bi bîr bînin, belê em wan di dil û hişên xwe de bi cîh bikin û wan her roj û her dem bi bîr bînin û her wext û her kelî ji bo me dema lehengiyê be. Bila ew her şev werin xewna me, bila em bi xem û xeyalên hev şa bibin!

Ji ber vîrusa koronayê dibe ku îsal me nikaribû bi girseyî, bi qelebalixî, bi merasimên mezin şehîdên xwe yên leheng bi bîr bînin. Ev nexweşiyek, ji bo herkesî xeter e, bêgûman divê mirov bi tedbîr be û li gorî dîsîplîna giştî ya tenduristiyê tevbiger e.

Lê weke me got, divê herkes di dilê xwe de bi şehîdên xwe re bijî. Li gorî şerd û mercên heyî, em dikarin li malên xwe bi malbata xwe re, şehîdên xwe jî dawetî mala xwe bikin û bi vî awayî bi şehîdên xwe re wan bi bîr bînin. Em ne zirarê bidin xwe, ne jî bidin xeyrî xwe jî.

Şehîdên Me Rûmeta Me Ne û Divê Her Dem Li Bîra Me Bin!

Dikarî Biecibînî