Koronaya li başûrê Kurdistanê

Piştî ku vîrûsa koronayê li Wuhan a Çînê derket û xwe gihand Îranê, li başûrê Kurdistanê jî liv û tevgêr dest pê kir. Gelên Başûr hêj di destpêka meha sibatê de, ji bo vîrusê, hîn tevdîr bi serê xwe girt. Stoka xwarin û vexwarinê kirin, ji malên xwe zêde derneketin. Rêveberiya başûrê Kurdistanê encax, di dawiya meha sibatê de hîn biryar girtin. Mirov dikare bêje ku gelê Başûr jî rêveberiya Başûr zûtir kete dewreyê.

Piştî ku cara yekem li Silêmaniyeyê vîrûs hatiye dîtin, rêveberîya başûrê Kurdistanê hin biryar girtin. Cafe, qehwexane û xwaringeh hatin girtin. Cihên ku mirov bi komî lê tevdigerin ên weke bazar û cihên din, hatin kontrolkirin. Çûn û hatin di navbera bajaran de hatin qedexekirin. Deriyên sînoran hatin girtin. Dibistan û zanîngeh hatin girtin û mehekê biryara betlaneyê hate dayîn. Ji 14’ê meha adarê heta niha jî qedexeya derketina derve di meriyetê de ye. Heta niha 150 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Ji van 150 kesan heta niha 2 kes jê  mirine û 37 kes jî jê xelas bûne.

Mirov dikare bibêje ku gel û rêveberiya başûrê Kurdistanê zû kete nav liv û tevgerê. Di vî warî de gavên erênî avêt. Eger zû tevdîr nehatîbuna girtin, îhtîmaleke mezin dê başûrê Kurdistanê bûbûya wek mezbexaneyê. Ji ber ku di aliyê derfetên tenduristiyê de rewşa başûrê Kurdistanê pir xerabe ye. Nexweşxane kêmin û yên heyî jî pir xerabin. Xebatkar kêmin, alav û amûrên tenduristiyê ji qet nînin. Dema mirov vê yekê di fikirê ji gavên erênî hatine avêtin.

Lê ji bilî van tevdîran, di rojên dawî de hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê dikevin zêde dibin. Her roj di navbera 50-80 kes testên nû tên kirin. Di van testan de di nav bera 5-8 kes pozîtîv dertên. Ev ji tê wateya ku ji sed kesî 10 kes bi vê vîrûsê ketine. Eger test zêde bibin wê hejmara kesên ku bi vîrûsê ketine zêdetir bibin.

Bêguman hîn tevdîr hatine girtin. Çûn û hatin û derketina kolana qedexeye. Jiyan rawestiya ye. Lê rêveberiya başûrê Kurdistanê nizane dê çi bike. Tu bername û gavavêtin nîne, tenê hemû kes li cihê xwe sekinî ye.

Mijareke din a pirsgirêk, di aliyê aboriyê de ye. Weke ku tê zanîn başûrê Kurdistanê heta hêk û bacan û kartolan jî ji derve dikire. Derî hatine girtin û hêdî hêdî tiştên ku ji derve tên standin diqedin. Çiqas kêm dibe pere wê jî ewqas zêde dibe. Ev ji bi xwe re pirsgirêken aboriyê tîne.Tu pirsgirêkên tebeqeya jorîn nîne. Lê tebeqeya jêrîn, mirovên xizan û belengaz di rojên koronayê de di aliyê aborî de zehmetiyan dikşînin.

Dikarî Biecibînî