Merheba

Xwînerên hêja ji vê hefteteyê şûnde ez ê di vî quncîkî de bi we re bim. Ji bo destpêkê merhebayeke ji dil, ji we re. Hefteyên pêş em ê bi hev re bi riya vî quncikî dîtin û boçûnên xwe bi we re xwe parve bikin.

Rojeva me bi her awayî dagirtî ye. Lê mixabin rojevên me kêm bi kurdî ne. Divê em her roj pileya rojevên bi kurdî zêde bikin û riya bikaranîna zimanê kurdî berfireh bikin. Ji ber ku yek ji rojevên sereke jî êşa zimanê me ye ku her roj dorteng dibe û dikeve merheleyeke xedar. Ji bo her neteweyekê ziman mijareke bingehîn e. Pêşevanên ku dest avêtine vê qadê di vê hişmendiyê de bûne û weke karekî bingehîn lê hûr bûne. Bi hewldanên wan teknîk û axaftina bi zimanê kurdî hatiye radeyekê. Li ber çavên me her roj zimanê me têk diçe. Çi ji destê kê tê divê weke takekes ji bo ziman wî karî bike. Ev pirsgirêka hebûnê ye. Em ê di vî quncîkî de giraniyekê jî bidine mijara ziman. Ango mijareke me ya bingehîn jî ziman be.

Li welatê me mijara yekîtiya kurdan li pêş e. Şerê li gelê Başûr-Rojhilata Sûriyeyê hatiye spartin, rewşa Şengalê û dagirkeriya tirk li Başûr mijarên sereke ne. Rewşa ku zimanê kurdî tê de ye, xedariya asîmîlasyonê mohra xwe jiyana kurdan dixe.

Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhan her roj geşedanên nû re rû bir û ne. Mirov nikare xwe bi rojev û geşedanên nû re bigihîne. Her roj bûyerên nû diqewimin, heta rojê çend bûyer û geşedan pêk tên. Kurdistan di nav agirekî pêt de dişewite. Li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat gelek geşedan pêk tên ku ji nêzik ve çarenûsa gelê kurd eleqeder dikin. Li Tirkiyeyê desthilatdariya şîdetparêz bêhna gelê tirk çikandiye, di dorhêla polîtîkayên wê de rojev gelek germ dibin. Polîtîkayên derve yên êrîşkar û dagirker mohra xwe gelek rojevan dixin. Nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê de, rewşa Îraqê, Îsraîl, Sûriye û dewletên din mohra xwe li Rojhilata Navîn dixe. Cîhan bi nakokiyên DYA, Çîn, Rûsya, Ewrûpa, Behra Spî û yên din adeta dikele.

Dawiya dawî wîrûsa coronayê her tişt da aliyekî xwe derxiste ser dika cîhanê ya sereke. Niha jî corona rojeva cîhanê diyar dike. Cîhan tev xistiye karantînayê, pê re jî li ser aborî, siyaset, çand û jiyana rojane bandoreke mezin dike, her tişt kiriye nav qeyraneke mezin. Dibêjin dinya wê ya berê nebe. Eger wisa be wê bibe mijara vî quncikî jî.

Em di nav van rojevên dewlemend de avjenî dikin. Mijar dewlemend in. Peywireke ferz li ser milên her nivîskarî ye ku rojevên derdikevin pêş ji bo gel û xwînerên xwe şîrove bike, lê hûr bibe û li gorî dîtina xwe fikr û ramanekî jê derxe û bi wan re parve bike.

Ji vê hefteyê şûnde ez ê jî hewl bidim, li ser rojevên derdikevin pêş bisekinim çi fikir, çi raman, çi şîrovek bibe, bi xwîneran re parve bikim. Her nivîskar li gorî pêciriya (qabiliyet) xwe, zerengî û feraseta xwe boçûnên xwe derpêş dike. Ev yek ji bo min jî tê ye. Ez ê jî hewl bidim ku vê yekê pêk bînim. Ez bawer dikim ku ez ê di bin vî barî de rabim. Helbet kêmasî yên min in, serkeftin ên me tevan in.

Gotineke pêşiyan heye dibêje, hûr bajo kûr bajo lê gîsnê cot metewîne. Di navbera nivîs, nivîskar û xwîner de jî minasebeteke wisa heye. Divê hûr bojo, kûr bajo û gîsin netewîne. Ez ê hewl bidim lê nirxandin û biryar a we ye.

Heta hefteyeke din em bi hevre bin, bimînin di xweşî û dilrihetiyê de.

Dikarî Biecibînî