Mirovahî nemaye

Di 10’ê nîsana 2020’an de di çapemeniya azad a alternatîf de nûçeyek derket. Lê ev nûçe ji aliyê çapemeniya alîgir û serwer ve nehate dîtin. Lewma jî tu agahiya civaka Tirkiyeyê der barê vê nûçeyê de çênebû. Heger hebûna jî dê çi bûbûna? Dê tiştek bihatana guhertin? An jî wê dewleta TC’ê ya qirker çawa ku di dîroka xwe ya qirêj û xwînî de pêk aniye, dev ji dijminahiya kurdan a îro jî bi israr didomîne, berdana?

Di nûçeya çapemeniya azad, alternatîf de wêne û dîmenê dayikeke di hembêza wê de pakêtek heye. Pakêta di hembêza dayikê de, ji aliyê dewleta TC’ê ya qirker ve bi postayê hatiye şandin. Di pakêtê de bedena bêcan a kurê wê heye. Dayikek û di hembêza wê de pakêteke di hundirê wê de bedena bêcan a kurê dayikê wisa di dîmen de xuya dibe. Wî dîmenî divê her kesên ji xwe re dibêjin mirov, rakirina ser piyan. Her çiqas derdorên hestiyar bertekên xwe tavilê nîşan dabin jî, di pirahiya civakê de bertekên pêwîst nehatin nîşandan.

Dayika pakêta di hundirê wê de bedena bêcan a kurê wê heye, tenê gotinekê dibêje: “Berî ku dor bê we.” Jixwe ji dema dayik vê gotinê dibêje şûn de, dor tê wan kesên ji wan re dibêje “nesekinin.” Lewra dewleta TC’ê ya qirker dema bedena bêcan a kurê dayikê dike pakêtê û bi kargoyê jê re dişîne, bertekên civakê dipîve û peyama kiryarên xwe yên dema pêş dide.  Bi vî awayî jî pê bawer e, wê di şert û mercên dixwaze çavan kor, guhan kerr, zimanan lal, mêjî û dilan hişk bike, bigihîje armanca xwe. Di rastiya xwe de, dewleta TC’ê ya qirker bi şandina bedena bêcan a di pakêtê de ji dayikê re, xwest bêje “mirovahî miriye” û divê ev rastî bê qebûlkirin.

Dewleta TC’ê ya qirker gav bi gav ber vê astê ve hat. Pêşî kurd biçûk xistin, heqaretên herî giran li wan kirin. Dest danî ser hebûna wan, talan kir, paymal kir, tecawiz kir. Îşkenceyên herî giran kirin. Avêtin zindan, bîran, hucreyan. Bi îşkenceyan, li sêdaran, bi kêr û birekên ko kuştin. Piştre bedenên wan ên bêcan li meydan û li kolanan hiştin. Avêt ber heywanan, bi wan da parçekirin. Li pey erebeyan kaş kirin. Bi postalên xwe yên xwînî û qirêj li ser bedenên bêcan wêne kişandin. Bedenên bêcan parçe parçe kirin. Bi vana neman. Li goristanan êrîşî bedenên bêcan kirin. Cenazeyan ji gorên wan derxistin, birin li cihên nediyar veşartin. Gor xera kirin. Goristan bi balafiran bombebara kirin. Niha cenazeyên bi salan veşartine, der barê wan de tu agahî nedane dike pakêtan û bi kargoyan ji malbatên wan re dişîne.

Cenaze ji bo mirov û civakan pîroz in. Sedema şîngirtin, parastina goran, pêkanîna merasîman û hwd. a piştî cenazeyan ji vê rastiyê ye. Dîsa bi demkî be jî ji bo rakirina cenazeyan şer tên sekinandin. Bedenên bêcan li ser rûyê erdê nayên hiştin. Êrîşa li dijî bedenên bêcan li gorî dîn, exlaq, wijdan û hiqûqê ji ya li dijî mirovên zindî sûcekî mezintir e.

Ji bo dewleta TC’ê ya qirker tu wate û girîngiyan van tune ye. Dubare dubare aşkerabûna vê rastiya wê jî ne xema wê ye. Em hatine li rastiyeke wisa aliqîne ku divê kesên li beramberî vê rastiya zilm û wehşeta dewleta TC’ê bêdeng dimînin jî, li xwe varqilin û xwe di ber çavan re derbas bikin.

Rastiya di Berxwedana Rêveberiyên Xweser a salên 2015-2016’an de bi awayekî aşkera derket holê, bû destpêk û nîşaneya tiştên niha diqewimin. Li navendên berxwedanê Sûr, Cizîr, Silopiya, Gever, Farqîn, Licê, Nisêbîn û hwd; bi tang, top û balafiran cenaze di bin avahiyên hilweşandî de man û di jêrzemînan de hatin şewitandin, ev hemû bûn belge û şahidî ji bo dîrokê. Bedena bêcan a Egîd Îpek ê di 2017’an de li Dêrsimê hate qetilkirin û bi salan e nedidan dayika wî, bi kargoyê ji dayika wî re şandin. Ev kiryar û nêzîkatî nîşaneya pêkanînên pêşerojê ne.

Dikarî Biecibînî