Rûmeta dewletê nemaye

Her çend ku em rûyê dewletê bi zilm û zordariyê nas bikin jî, giranî û rûmeta her dewletekê heye. Dîplomasî, siyaset, edalet, muameleya mirovî û hwd a dewletan li gorî pîvanên hiqûqa xwe pêk tên. Dewlet, çawa rast tê, van kirasên xwe dernaxin rê û rêbazên bixwe danîne zû bi zû terk nakin, kirasê hovîtiye li xwe nakin.

Ez ê mijarê bînim ser ku derê hûn texmîn dikin. Agît Îpek sê sal berê li Dêrsimê cangorî bûye. Serdozgeriya Dêrsimê hestiyên Agît Îpek kirine paket, bi riya kargoyê şandiye malbata wî. Ev yek hovîtiyeke mezin e. Di dara dinyayê de tu dewletan ev yek nekiriye, ez bawer dikim ku nefikiriye jî. Ji ber ku her dewletek asteke wê heye, hewce nabînin ku van hovîtiyên bêast bifikirin. Lê em ji van hovîtiyên dewleta tirk mat namînin.

Dîroka wan seranser bi van hovîtiyan tije ye. Ne kêm e, her zêde ye. Tenê em geşedanên van du mehan bi baldarî mêze bikin, tenê yek ji van geşedanên hov bi serê xwe berdêla dîroka dewletan e ku qet nebe ji xwe re dibêjin em medenî ne. Li Hesekê ava vexwarınê li ser mirovên sivîl dibirin, nexweşîna coronayê bizanetî li Rojava belav dikin, dinya ji bo coronayê agirê şer vedimirîne, ew weke firsetekê agir û şer gur dikin, li gel nexweşîna coronayê girtiyên diz, qatîl û tecawizkar berdidin, ên siyasî terkî mirinê dikin. Û manşeta hovîtiyê ya sedsala bîst û yekan: Dewletê bi riya kargoyeke dewletê; hestiyên Agît Îpek PTTê bi malbata wî re dişîne. Gava mirov bi bîr tîne hestiyên mirov dilerizin. Lê belê ji dewleta serkêşê wê Erdogan e re ne xem e, li dijî vê yekê sedema hebûna wan e. Lê ji ber çi?

Divê mirov ecêbmayî nebe, sedemên vê hovîtiyê çi ne, li ser wê yekê bisekine. Du xalên vê arîşeyê hene; yek qerekterê dewletê, ya din jî qerekterê desthilatdariya ku xwe kiriye serwerê dewletê yanî qerekterê AKPê. Ev her du qerekterên hov di sedsala bîst û yekan de bûn yek, ev rejîma xedar derxistine pêş.

Qerekterê pêşî ji avabûna Osmaniyan ve dest pê dike heta îro li ser bingeha zilm û talanê xwe heyî dike. Li Balkanan çavên niştecihan mîm dikirin, bi çewalan poz û guhên wan ên jêkirî li Stenbolê teşhîr dikirin, mirov bi qazixên di wan de kutayî bi rojan bertavê dikuştin. Bi komara Tirkiyê re kesayeta îmha û înkarkeriyê li vî qerekterî zêde bû. Koka netewbûna tirkan tenê sed sal in. Koka netewetiya wê pir ne xurt e. Ev yek dibe sedem ku her tim dijberî û dijminatiya gelan, nemaze jî gelên kevnar weke gelê kurd bike. Her tim ji xurtnebûna xwe bi xeyalên tirs û xofê vediciniqe. Kurdan ji bo desthilatdariya xwe xetere dibîne. Ji ber vê yekê ji bo tunebûn û bêhêzbûna wan her rê û rebazan rewa dibine. Ev qerekter nijadperest û mecal bibîne nijadkuj e. Hov e û tu nirx, exlaq û wijdanê nas nake.

Qerekterê dora duduyan xwe dispêre îslama siyasî. Em dikarin bêjin îslama îktidarperest. Ew qerekter ji Ebû Sufyan dest pê dike, bi Muaviyê û Yêzîd dibe lûtke, îro jî xwe digihîne desthilatdariya Erdogan. Ebû Sufyan ji bo ku ji îktidara xwe nebe, neçar ma bibe misilman. Ala wî kurê wî Muaviye rakir. Di şerê xelîfetiyê de her cure rê û rêbaz rewa dît. Yek ji van jî pelên Quranê serê rimên leşkerên xwe kir, bi vê hîleya mezin şer qezenc kir. Kurê wî Yêzît li Kerbelayê artêşa hezretî Huseyn ji tîbûnê helak kir, serê wî jê kir û pê gog da lîstin. Heta Emewî ji aliyê Ebasiyan ve hatin rûxandin wan li hember gelên din nijadperestiya ereban kir, tu roj nîşanî gelan neda. Rê dida îslama sexte lê weke îslama rasteqîn dida nasîn. Îro jî desthilatdariya ku bi sembola Erdogan pêk tê, riya îktidarperest a Emeviyan yanî selefiyan ji xwe re dike neynik. Çiqas gendelî, nelirêtî, tecawizkarî, derew, dek û dolabên desthilatperest hebin li dora wan in. Şer, îşkence, surgûn, durûtî, xapandin, şerûdî û bi dehan qirêjî bo wan manifesto ne.

Qels in, hesas in, ditirsin, hêzperest in, pêşeroj wan dike nav xofê. Bi dest û piyan, bi lêv û diranan li hêzê û desthilatdariyê zeliqîne. Naxwazin destê xwe jê bikin. Bêhêz in, xwe radestî hêzê kirine. Lewma jî bêpîvan in. Çi wan bike tengasiyê dixwazin tune bikin, bi erdê bikin yek. Nefreta wan giran e. Çi û kê ew di daboriyê de tengijandibin, diçine ser, tolê, întiqamê jê distinîn. Bêperwa ne. Exlaq, wijdan û nirxên xwe jî li bin piyan dikin. Qanûn û îçtihatên xwe tacîz dikin. Destebirayê Baxçevan ê devbixwîn dane kêleka xwe ji bo rasîzma wan çi bivê bê pirsiyar tînin cih. Her du qerekterên me rave kirin bûne yek sergovendîtiya zilm û şîdeta bêpîvan pêşkêşî civakê dikin.

Ev bêperwatî, ji rikê çi ye? Ev reqsa bi şîdet û kuştinê re, li ser dijberî û dijminatiya kurdan derdikeve rastê. Kurd serî natewînin. Li ber xwe didin, tawîz nadin û ew pê nikarin. Niha ketine nav hesabê tolhildanê. Ji aliyekî dadgeh, ceza, îşkence, surgun, kuştin, tecawiz, serwindayîkirin, tecrit, tacîz êdî wan têr nake. Çavên wan sor bûye, tu pîvanan nas nakin, dewleta ala bi tûrikê kargoyê hestiyên zarokên wan radestî dayikan dikin. Ji bilî tolê tiştek nemaye.

Kingê ku dewlet wiha neçar dimîne, dest davêje van kiryaran wêga her tişt xilas dibe. Wêga rûmeta dewletê namîne. Ew bi xwe jî bi şanazî vê bêrûmetiyê xwemalî dikin. Bi darê zorê xwe li ser piyan digirin. Ji ber ku rûmet namîne, exlaq, nirx û wijdan jî îflas dike.

Gava ev nirx pir bi zelalî binpê dibin ev xilasiya dewletê ye, baş bizanibin. Lê belê tiştekî ku ji berê ve tune be, çima xema wê bê xwarin. Bi kargoya hestiyan dewletê xwe xilas kir, gelo wê ji ber çi xeman bixwe? Gelo ji vê dewleta hov, ji ber çi em ê hêviya nirxên mirovahiyê bikin?

Divê em kurd vê dewletê baş binasin, mohra wê ya di bin hovîtiyê de bibînin. Divê li dijî vê hovîtiye em berxwedanê xurt bikin, hişmendiya xwe zêde û perçîn bikin. Ji me re riyeke din nîn e.

Dikarî Biecibînî