Dijminatiya li dijî kurdan

Pêşnumaya ji bo guhertina zagona înfaz û cezayan a bloka faşîs a AKP-MHP’ê pêşkêşî meclisa Tirkiyeyê hat kirin, dîsa bi dengên parlamenterên vê blokê hat erêkirin û ket meriyetê. Girtiyên sosyalîst û şoreşger li derveyî vê guhertinê hatin hiştin.

Şefê cûntaya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê  Kenan Evren ji bo kesên darve dikirin gotibû; “Em darve nekin, xwedî bikin?” Mîrasdarên cûntaya leşkerî ya faşîst dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê jî bi vê biryarê nîşan daye ku li ser şopa selefên xwe ye. Bi guhertina derbarê înfaz û cezayê de ya di meclisa Tirkiyeyê de hat erêkirin, gotinên Kenan Evren bi awayekî li gorî roja me ya îro kirin meriyetê.

Di encama guhertina zagona derbarê înfaz û cezayan de ya ji aliyê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ve, di zindanan de bi piranî girtiyên sosyalîst, şoreşger û demokrat man. Hin girtî û hukumxwarên edlî di zindanan de mabin jî, ew tenê ji bo formalîteyê hatin hiştin.  Ji bo dema bê pirsîn “çima sosyalîst, şoreşger û demokrat di zindanan de tên hiştin” ew jî dikaribin bi awayekî formalîte bêjin vaye gelek girtî û hukumxwarên edlî jî di zindanan de hene. Lê ne  pêkan e kes ji vê bawer bike.

Di rewşa heyî de yên di zandanan de hatine hiştin bi piranî girtiyên sosyalîst, şoreşger û demokrat in. Ji 10’an 9’ê vana jî Kurdistanî ne. Heger em vekirîtir bêjin, yên niha di zindanan de ne bi îdiaya PKK û KCK’î û yên alîkariya wan kirine hatine giritin. Ji ber vê ye her çiqas dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bixwaze vê rastiyê veşêre jî, bi guhertina zagona înfaz û cezayan a li meclisa Tirkiyeyê dijminatiya xwe ya li dijî kurdan bi awayekî vekirî aşkera kir. Heger ev rastî baş neyê fêmkirin, wê di demên pêş de polîtîkaya zindanan a ji aliyê dewleta TC’ê ya qirker  û hêza wê ya desthilatê, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ve hatiye sazkirin ji bo civakên Kurdistan û Tirkiyeyê têkeve meriyetê, wê bi zelalî neyê dîtin. Heta wê ev polîtîka bê amadekarî  were pêşwazîkirin.

Piştî darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’an jî wiha bûbû. Divê em polîtîkayên li zindanan dikin meriyetê bînin bîra xwe û wan zindî bikin.  Dema generalên cûntager ên faşîst gav bi gav şert û mercên darbeyê amade dikirin, li zindanan jî heman polîtîka dikirin pratîkê û li zindanên Amed, Enqere-Mamak û hwd. li gorî vê bi liv û teger bûbûn.   Polîtîkaya li Amed û Mamakê kirin meriyetê, piştî 12’ê Îlona 1980’an bû polîtîkaya zindanan a cûntaya leşkerî ya faşîst. Bi vê pêvajoyê re ji zindanên kiribûn îşkencexane, darbestên girtiyên şoreşgeran derketibûn.

Di sala 1991’î de xwestibûn polîtîkayeke wiha têxin meriyetê. Bi vê armancê jî wek gava destpêkê zagona înfaz û cezayan hatibû guhertin û wek niha kesên ji ber sedemên edlî hatibûn girtin û kujerên faşîst hatibûn berdan. Li zindanan piraniya wan girtiyên bi îdaya PKK’î ne hatibûn girtin, girtiyên sosyalîst û şoreşger hatibûn hiştin.   Bi vî awayî di bi Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an a Mezin, têkoşîna gerîlayên azadiyê, berxwedana girtiyên şoreşger û li dijderketina hêzên muhalefeta demokratîk kir ku dewleta TC’ê ya qirker li zindanan paşve gav bavêje.  Wê demê jî piştî guhertina zagona înfaz û cezayan, ji bo destkeftiyên girtiyên şoreşger desteser bike û polîtîkayên xwe yên faşîst bike meriyetê li zindanan dest bi êrîşan kiribû. Li Eskîşehîrê datbestên navê “girtîgeha taybet” bi vê armancê vekiribû.

Lêbelê dewleta TC’ê ya qirker di şert û mercên wê demê de polîtîkaya xwestibû têxe meriyetê nikaribû pêk bîne. Berxwedana girtiyên şoreşger, bilindbûna asta çalakiyan a gerîlayên azadiyê, serhildanên gel, bi liv û tevgerbûna muhalefeta civakî nehiştin bigihîjin armanca xwe. Lêbelê dewleta TC’ê ya qirker dev ji armanca xwe berneda. Berê erîşa bi vekirina darbestên Eskîşehirê da destpêkirin, da civaka Kurdistanê û rewşenbîr û demokratên Tirkiyeyî. Li Kurdistanê nêzî 20 hezar mirovên failên wan diyar in kuştin. Li Kurdistanê 3 hezar gund hatin valakirin. 5 milyon mirov ji cih û warên xwe bûn, qetlîamên girseyî û girtin pêk hatin. Li Tirkiyeyê jî rewşenbîrên mîna Muharrem Aksoy, Bahriye Uçok, Çetin Emeç, Ugur Mumcu û hwd. bi dehan kes hatin kuştin. Bi vî awayî dewleta TC’ê nîşan da ku ew Cumhuriyeta Kontrayî ye. Zindan her tim di çarçoveya van êrîşên qirkirinê de hatin hiştin. Sala 1996’an li zindana Amedê girtiyên PKK’î hatin qetilkirin.

Îro jî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bi guhertina zagona înfaz û cezayê, polîtîkaya dixwaze li zindanan bike meriyetê jî heman polîtîka ye. Piştre li gorî encamên li zindanan bi dest bixe wê polîtîkayên xwe li dijî civakên Kurdistan û Tirkiyê pêk bîne. Ev jî wê wek pêkananîn darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’an û peyre jî pêkanînên salên 1991’î, li dijî civakên Kurdistan û Tirkiyê ji zilm, qetlîam û qirkirinê wêdetir ne tiştekî din be.  Yên bi qirkirinên karekterê dewleta TC’ê ya faşîst en li dijî ermen, asûrî, çerkez, grekên Anatoliyayê, kurd, elewî û hwd. dizanin; yên şahidiyê ji pêkutî, îşkence û qetlîamên li dijî kedkar, sosyalîst, şoreşger û demokratan  re kiribin wê baş bizanibin li vê derê çi tê gotin.

Rastiya divê civakên Kurdistan û Tirkiyê;  li asta nevneteweyî şoreşger, hêzên demokrat û derdorên di mijarên mafên mirovan û hwd. de bi hestiyar in bibînin ev e. Divê armanca dîktatoriya AKP-MHP’ê ya guhertina zagona înfaz û cezayê baş bê dîtin. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê gotina Kenan Evren a “em darve nekin, xwedî bikin?” roja me ya îro li zindanan dike meriyetê. Piştre wê êrîşên xwe yên faşîst û qirker ên li dijî civakên Kurdistan û Tirkiyê hovanetir bike.  Divê civakên Kurdistan û Tirkiyê; sosyalîst, şoreşger û hêzên demokrat li hemberî vê derkevin û helweteke berxwedêr nîşan bidin. Pêwîst e 1’ê GULAN’ê ya cejn û roja têkoşîn û hevgirtina karker û kedkaran e, bi ruh û têkoşîneke wiha were pêşwazîkirin.

Dikarî Biecibînî