Rastnivîsîn (?): Otorîte yan otorîterî

Weqfa Mezopotamyayê du sal berê bi navê Rêbera Rastnivîsînê berhemek çap kir. Berhem ji aliyê gelek derdorên ziman ve nehate ecibandin û gelek kesan rexne kir. Tenê kesekî di Komxebatê de bi awayekî takekes bersiv da. Ji bo naveroka wê kirtînî nekir lê tenê got heqaret li me hatiye kirin. Heta niha ne komxebatê, ne jî Weqfa Mezopotamyayê fermî tu bersiveke bi rêbaza zimanzaniyê neda; çi erênî, çi neyînî. Hê jî dengê wan nayê. Lê belê vê ‘Rastnivîsîn’a xwe weke ayetên Levhê Mehfûz bi kar tînîn. Bi israr bi rastnivîseke xelet tehrîfatekê dispêrin zimanê nivîskî yê kurdî-kurmancî.

Rewş bi rastî ev e. Komxebat û Weqfa Mezopotamyayê xwe kirine nav nîqaşeke mezin. Ku bersiv neyên dayîn, weke ku qet rexne û nirxandinek nîn e. Ev helwest bi zelalî dide xuyakirin ku ew tu rexne û rexnegiran nanasin. Ew tenê xwe û kirinên xwe esas digirin. Wan tirê ku ew bixwe otorîte ne. Ji bilî xwe her kesên bi ziman re eleqedar re çav û guhên xwe digirin; nabînin û nabihîsin.

Baş e her tişt qebûl lê yên girêdayî vê komê weşan û weşangeriyê dikin zimanê nivîskî bizanibin ew jî ne xem û derd e lê belê ji bilî Rastnivîsîna wan xeta û şaşiyên madî bi çavên mirov re dikin. Tewandina peyvan, bikaranîna nêr û mêtî, şaş bikaranîna cînavkên şanîdanê û zimanê çeloxarî yê amedkî di weşanên wan de di ber çavan direqisin. Ev e zimanzanî? Ev e mudaxeleya rastnivîsandinê ku bê hincet û tenê bi serê xwe Komxebatê kiriye? Ev e otorîtebûn; otorîtebûn e yan spartin û otorîterî ye? Bi riya esasgirtina Rastnivîsîna wan ziman tê sosretkirin û ji rastiya xwe tê şûştin. Mafê kesekî heye vê yekê bike? Dengê kesekî nabihîsin, ji poz bilindiya xwe tavîz nadin. Bi wan tirê ku ew wisa dibine otorîte. Tu xeman jî naxwin.

Berî her tiştî otorîtebûn ne ev e. Zimanzanî jî ne ev e. Terz, rêbaz, metodên xebatê, nêzikayî, feraset ne ev e û nayê qebûlkirin. Bi spartinê, bi pozbilindiyê nabe. Em vî terzî û vê ferasetê baş nas dikin. Serdema Navîn li seranser Ewrûpayê ev feraset di meriyetê de bû. Ji bilî gotinên Dêrê tu gotin nedihatine qebûlkirin. Bivê nevê yek otorîte hebû: Dêr. Feraseta Arîsto li Dêrê hatibû anîn. A, a ye nabe b. Dêrê ev feraseta li olê anîbû: Gotin gotina me ye, gotineke din nabe ku bê qebûlkirin. Dêr otorîteya herî sereke bû. Gotinên wê qanûnên olî bûn. Jixwe Ewrûpa bi qanûnên olî dihate birêvebirin. Engîzîsyonê jî fikrên cuda ceza dikir.

Çiqas dişibine hev. Di sedsala bîstan de helbet nikarin eşkere me ceza bikin. Ceza bi awayekî din tê birin; bi bêdengiyê û spartinê.

Ev awayê îktidarperestiyê ye. Bila kes nebêje em ne îktidar in, hûn îktîdarperestên qada ziman in û feraseta we ev e; ‘çiqas hebe hindik be jî bila ya me be’. Bala xwe bidinê, xwediyê îktîdarê gotinên kesî qebûl nakin ji bilî yên xwe. Şitil li ser koka heman ferasetê bi xwîn û goşt bûye. Dibe ku li pey vê nivîsê bêjin ‘wa li me heqaretê dikin, em vê yekê qebûl nakin.’ Helbet ew serbest in, tenê têgihîştineke wan heye, sûcdarkirin û weke heqaretdîtin, ji bilî vê ji naveroka nivîsaran re heta niha gotineke wan nebûye. Li gorî wan ew toyê li ser mast in.

Divê mûxatabên van rexneyan hinekî guh bidine rexneyan. Her kes li benda bersivan e, eger bersiveke wan hebe. Bi quretiyê, pozbilindiyê naçe serî. Em baş dizanin ew ji bilî xwe kesekî nahewînin. Her kesê ji wan pê de li gorî wan awam in, çîprût in, ji bo wan tişteknezan in. Gotina rexnegiran jî nayê qebûlkirin, nayê guhdarkirin. Mixabin ew jî ew qas ji zimên fêm dikin. Rastnivîsa kambax re dibêjin teqez e. Lê wan jî bi navê ‘Rastnivîsîn’ê û naveroka wê ya sosret jixwe şaşî û xeletiyên wê qebûl kiriye. Ew perestê wê ne. Lê gava bi mirovan re rû bi rû tên yek li Rastnivîsîna xwe xwedî dernakeve. Ev çi nêzikayî ye, bi rastî mirov fêm nake.

Ew dibêjin em ê bi vê şaştiyê bimeşin. Bila ji wan re oxir be. Bila Rastnîvîsîn a wan be, rastnivîs têra me dike. Lê em destûr nadin ew ziman xira bikin. Bila ji şaştiya xwe vegerin. Bila nebin kelem, nebin sedemê tevliheviyê. Ew ne otorîte ne, hebe tune be dikare ji wan re bê gotin otorîter. Jixwe du sal in ew vê helwesta pozbilind rewa dibînin. Ew perestên xwe ne, ne parastina zimanê kurdî dikin, bi vê helwesta xwe xizmeta zimanê kurdî jî nakin. Mîna mezheban, mîna terîqatan wan xwe dorteng kiriye. Bi vî awayî ziman nayê parastin.

Ew bi kêfa xwe ne! Bila bi vî awayî bimeşin, sûk û kolanên Amedê fireh in. Lê çavên me li ser wan in. Ne tenê ez divê kesên bi rexneyî li Rastnivîna wan dinêrin li ser rexneyên xwe bin, bersivên xwe bixwazin, dengên xwe ji vê spartinê re derxin. Va ye me û we tiştekî nahesibînin. Hûn bêdeng bimînin ev helwesta terîqatperest wê dewam bike.

Nizanim bala we jî kişandiyê yan na! Lê bala min dikişîne yên ku çalak hem beşdar hem bikaranîna wê, berevaniya Rêbera Rastnivîsînê pêk tînîn, pirên wan şagirtên Zanîngeha Artûklûyê ne. Pirên wan jî bi teşeyekî nixûmandî dijberê Celadet Bedirxan in. Belkî çavkaniyeke spartina Rastnivîsînê jî Zanîngeha Artûklûyê ye. Em teqez nizanin lê balê dikişine wesselam.

Dikarî Biecibînî