Nameya vekirî bo Mesûd û Nêçîrvan Barzanî

Çima ji bo du kesan bi tenê?

Ji bo ku ev her du kes, ne du kesên ji rêzê ne, du kesên di civaka kurd de di asteke bilind de cih girtine; him ew xwe wisa dibînin û him jî raya giştî ya kurd heta radeeyekê wan wisa dibîne.

Ji ber vê sedema bingehîn, bi taybetî bûyerên ku li başûrê Kurdistanê rûdidin an rûbidin, çi baş an jî çi xerab berpirsiyarên yekemîn ev her du kes tên dîtin û dê werin dîtin.

Ez ê ne li ser taybetmendiyên wan bi giştî, belê bi tenê li ser du gotinên wan an jî daxuyaniyên wan rawestim û çend peyvan bibêjim.

Mînak, Mesûd Barzanî gotibû; “Heta ku ez li vê cîhanê sax bim, ez nehêlim careke din BIRAKUJÎ çêbibe!”

Her kesî ev daxuyaniya wî bihîstiye û di van rojan de bi taybetî li ser rûdana rakêşa Zînî Wertê, gelek şîrove li ser bêdengiya Mesûd hatin kirin. Ez jî dê li ser vê bêdengiya wî, vê xwedî derneketina wî ya li gotina xwe çend peyvan bêjim. Ji ber ku her çendîn niha xwe hinekî li paş perdê dihêle jî lê na xêr, dîsa mifteya vekirin an girtina pirsgirêkê, ji kurê wî Mesrûr û birazayê wî Nêçîr bêhtir di destê wî de ye.

Min xwest bêhtir li ser helwest û gotinên Nêçîr rawestim. Ji ber ku gelek axaftinên nakok û balkêş û ne layiqî vê malbatê ne dike. Him dibêje; “PKK çi karê wê li vir heye, hebûna wê li vir ne meşrû ye (a tirkan meşrû ye ne?)”, him dibêje; “Ew bûyerên li derdorê herêma Zînî Wertê, ne ewqas girîng û mezine, ew hêzên pêşmerge ji bo karekî wextî (muwaqet) çûne, karê wan xelas bibe (birakujiyê bikin!) vedigerin, lazim nake ewqas deng li ser were bilindkirin û hwd.!”

Ji xwe ewqas pesindarî û mafdayîna êrîşên dewleta tirkan dike ku êdî mirov bêzar dimîne bê ka çi bêje li ser gotinên wî, yên pesindariya li ser dijminê sereke yê gelê kurd!

Hema li ser vê mijarê ez ê behsa bîranîneke min û wî ya li Rojhilat bikim û bi taybetî bînim bîra wî; ka gelo wê rojê û îroya xwe çawa dikare bide ber hev û bi nirxîne?

Sal 1988, dawiya payîzê û despêka zivistanê bû. Ji me daxwaza hevdîtinê kir. Ez û hevalek, ew jî li gel Kemal Kerkûkî, Namik Cewherî hatin Urmiyeyê û em li hev rûniştin. Daxwaza wan ji me ev bû; “Li dor 50 pêşmergeyên me li gundê Çelê/Şîva Rezayê tengav bûne, qereqola dewleta tirkan gotiye; ‘Em êdî alîkariya we nakin, azûqe nadin we’, lewma em ji we hêvî dikin ku hûn ji gundiyên wira re bêjin bila alîkariyê bidin peşmergeyên me û hwd.” Bê guman me agahî gihand berpirsiyarên PKK’ê û ew daxwaza wan pêk hat.

Bila were bîra me di wan mehên ku cenga ÎRAN-IRAQ’ê hatibû rawestandin û pêşmerge jî vekişiyabûn ÎRANÊ. Bi tenê ew kom mabû li ser sînorê Bakur-Başûr (Şîva Reza).

Min careke din jî ev bîranîn nivîsî bû, lê nizanim gelo Nêçîrvan Barzanî wan rojên tengav û hewcedar tîne bîra xwe yan na jibîr kirine?

Şahidên me Namik Cewherî çûye ser dilovaniya xwe lê Kemal Kerkûkî û hevalê li gel min Elî sax in, li jiyanê ne.

Hema ez ji vê mînakê ve pirsekê raserî Nêçîrvan bikim. Wexta we ev daxwaz ji me kir û me jî gihand muxatabê vê daxwazê, PKK’ê  weke te negot PDK li vira ne meşrû/rewa ye, bila ji vira biçin û hwd. Ji xwe mînakên wisa pir in ku bi giştî gelê Bakur û Tevgêra Azadiyê pirî caran pêşwaziyên bi rûmet ji koçberên gelê me yê Başûr û PDK’ê re kirine.

Îca dubare be, deh bare be an hezar bare be jî divê were gotin; kurdên li her parçeyî û li her deverê mafdare li her deverê Kurdistanê bijî. Her wiha mafê tu kesî yên li ti deverê yan jî li ti parçeyî nîne ku bibêje mayîna ev kes, ev hêz an jî partiyê li vê deverê yan jî li vî parçeyî ne rewa ye.

Ya herî xerabtir jî, yek hêz an rêber bi navê kurd û Kurdistanê derketibe û biçe li gel dagirkeran cih bigre; li dijî gelê xwe, li dijî rêxistinek cuda ya Kurdistanê, bi zimanê dijminan, bi zimanê dagirkeran bi axive û li gel leşkerên wan êrîşî ser gelê xwe yan hêzêke cuda ya gelê xwe bike.

Erê êdî hemû alem dizane ku dewleta tirkan bi kotekî we diajo ser PKK’ê. Vêga niha du rê li ber we hene. Yek; an hûn ê bi aşkerayî li gel dewleta R.T. Erdogan cîh bigrin û bi aşkera aşkera êrîşî PKK û layengerê wê bikin, an jî dudu; hûn e bê tirs û şerm bi aşkerayî bibêjin em û PKK xwişk û birayên êk in, em şerê êkûdû nakin û çi ji te tê fermo ya Receb û ya Bahçelî û ya filankes û bêvankes!

Eger ev wisa bibe, wate mijara duyem be; wê gavê mirov bi hêsanî dikare bêje û bixwaze, ne bi tenê BIJÎ XWIŞK û BIRATIYA GELÊ KURD, belê BIJÎ XWIŞK û BIRATIYA HEMÛ GELAN!

Ez bi gotina kesekî niştecihê Qendîlê dawiyê li vê nivîsê bînim. Digot; “Eger hûn dibêjin em Kurdistanî ne, PKK jî Kurdistanî ne û mafên wan jî hene ku li her cihekî welatê xwe bijî, ma vira Qendîl, ne xaka Kurdistanê ye, ma vira Pakistan e, Efganistan e?”

1’Ê GULANÊ, LI HEMÛ KARKER Û KEDKARÊN CÎHANÊ Û GELÊ KURDISTANÊ PÎROZ BE!

Dikarî Biecibînî