Şehîdên Yekitiya Neteweyî: Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn

Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn 2’yê Gulana 1983’yan li çiyayên Qendîlê şêhîd bûbûn. Wan salan di navbera Yektiya Niştimanî Kurdistan (YNK), Partiya Komunîst a Iraqê û hin komên kurdî de pirsgirêkên heya bigihîje şerên çekdarî hebûn. Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn bi hev re ji bo çareseriya van pirsgirêkan berpirsiyarî dan ser milê xwe. Di dema şerekî çekdarî de wan ji bo çareseriyê hewl dida û bi zanebûn hatin qetilkirin. Piştre li gor zanyariyên hatin bidestxistin, di şehadeta Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn de rola Partî Demokratî Kurdistan a Iraqê hebûye.

Salên 1982 û 1983’yan ji bo PKK’ê salên dîrokî bûn. PKK’ê piştî êrîşên darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yî stratejiya paşvekişandinê pêk anî û di kongreya xwe ya duyemîn a 1982’yan de biryara destpêkirina şerê çekdarî yê gerîla da. Komên xwe yên propagandayê yên biçek ên ewil şand bakurê Kurdistanê û dest bi xebatên bicihbûna li başûrê Kurdistanê kir.  Agahiyên van amadekariyên PKK’ê gihîştin ber destê TC’ê û ew jî bi liv û tevger bû. Di vê çarçoveyê de dewleta TC’ê xwe spart têkiliyên xwe yên rejîma Seddam a Iraqê û PDK-I’yê û bi vî awayî planên xwe yên êrîşê kir meriyetê. Bulent Ecevît ê qedexeya siyasî li ser, bi nasnameya wî ya rojnamevaniyê ew şand ji bo bi rejîma Seddam a Iraqê re li hev bike, li ser sînor jî ji PDK-I’yê xwest li dijî PKK’ê dest bi tevgerê bike.

Di mijdara heman salê de yekîneyeke gerîla ya bi fermandariya Şahîn Kilavûz ji Başûr derbasî bakurê Kurdistanê bû û gerîlayên vê yekîneyê li çemê Hêzilê bi komploya PDK-I’yê canê xwe ji dest dan. Dîsa di heman pêvajoyê de, baregehên PKK’ê yên li başûrê Kurdistanê ji aliyê balfirên TC’ê ve cara ewil hatibûn bombebarankirin.  Mehmet Karasûngûr û Îbarahîm Bîlgîn jî piştî vê bombebaran û komployê 2’yê Gulana 1983’yan li Qendîlê bi komployê hatin qetilkirin.

PKK’ê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn wek şehîdên “Yekitiya Neteweyî” ragihand. Bi vî awayî ev şehadet di nav kurdan de bû xerca yekitiya neteweyî. Ji bo civaka Kurdistanê yekitiya neteweyî, cara ewil bi qetla Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn nehatibû rojevê. Ji dîrokê heta wê rojê, ji bo civaka Kurdistanê pêkanîna yekitiya neteweyî her tim pirsgirêka bingehîn bû. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê yên hewl dabûn jî hebûn. Lêbelê ji van hewldanan encam derneketibûn. Her carê mêtingeran hewl dabû van xebatên yekitiya nav kurdan asteng bikin. Ji bo vê pêk bînin jî di nav xwe de li hemberî civaka Kurdistanê bi tifaqê tevgeriyane.

Mêtinger tu caran nexwestine kurd yektiya xwe pêk bînin. Ji ber vê her tim li hemberî tifaqa kurdan bûne asteng. Di encama vê de kurdên yekitiya xwe pêk neanîne, her tim li hemberî hev şer kirine. Dîroka Kurdistanê gelek caran şahidiya vê kiriye. Bi vî awayî kurdan hev qetil kiriye û mêtingerên Kurdistanê jî pergala xwe ya qirker ava kiriye. Jilewra gelê kurd hatiye wê asta bi tevahî ji holê bê rakirin.

Roja me îro jî gelê Kurdistanê têkoşîna hebûn û azadiya xwe dide. Dîsa wek berê niha jî pirsgirêka yekitiyê peywira yekemîn a bê çareserkirinê ye. Li tevahiya parçeyên Kurdistanê dema kurd ji bo diyarkirina çarenûsa xwe gav diavêjin, hêzên mêtinger tifaqa dij-kurd ava dikin û bi hev re tevdigerin. Mêtinger dizanin, heta kurd yekitiya xwe ava nekin wê dikaribin pergala xwe ya qirker a li ser Kurdistanê bidomînin.

Ev encamên serpêhatiyên bijan bin jî civaka Kurdistanê van dizane. Civaka Kurdistanê niha daxwazên xwe yên yekitiya netweyî bêhtir û bihêztir tîne ziman. Civaka Kurdistanê bi rewşenbîr, hunermend, siyasetmedaran re bi tevahî ji bo yekitiya neteweyî civîn û xwepêşandanan li dar dixe û daxuyaniyan dide. Di sala 2019’an de gelek hewldan çêbûn û bi hêviya di sala 2020’an de yekitiya neteweyî pêk bê sal pêşwazî kir. Di salên 2013 û 2014’an de jî hêviyeke bi vî rengî hebû. Lêbelê di serî de dewleta TC’ê hêzên mêtinger ji bo têkbirina hewldanên yekitiya neteweyî ketin nav liv û tevgerê.

Niha dîsa di demeke daxwazên civaka Kurdistanê yên yekitiya neteweyî, xebatên ji bo vê, şînbûna hêviyên nû derdikevin pêş, hêzên mêtinger dîsa bi liv û tevger bûn. Di encama vê de kurdên heta demek berê jî ji bo yekitiyê gotûbêj dikirin, niha ji bo pêşîlêgirtina şerekî naxweyî hewl didin. Wek nakokî û paradoksekê xuya bike jî tiştên di heman demê de tên jiyîn ji van gotûbêjan ne cihê ne. Paradoksa Zînî Wertê ya derketiye pêş jî divê di nav vê de bê şîrovekirin.

Zînî Wertê li çiyayê Karok ê cîranê çiyayên Qendîlê ye. Defdana nav şer a PDK’ê ya li dijî PKK’ê ne rasthatinek e. 37 sal berê jî wiha bûbû. Di navbera Rêber Apo û Îdrîs Barzanî de protokol hatibû îmzekirin. Di navbera PKK-YNK’ê de jî têkiliyên germ hebûn. Di 2’yê Gulana 1983’yan de bi qetilkirina Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn xwestin gavên girîng ên di nav kurdan de yên ji bo yekitiya neteweyî hatin avêtin werin astengkirin. Mixabin em nikarin bêjin mêtinger di vê vê mijarê de bi ser neketin û negihîştin mirazên xwe.

37 sal di ser de darbas bûn. Di serî de bûyerên li Qendîl û Karokê hatin jiyîn, li hemû parçeyan û civaka Kurdistanê ya li derveyî welat tercîha xwe ji bo yekitiya neteweyî kirin. Ji her demê bêhtir bi hêzeke hevpar dixwazin û hêvî dikin, sala 2020’an bibe sala kurdan û yekitiya neteweyî. Rêber Apo yê dîlgirtiî û di bin

Dewleta TC’ê ya mêtinger 37 sal berê bi berhevdana hêzê Kurdistanî xwest yekitiya neteweyî ya kurd asteng bike. 37 sal derbas bûn em ketin salvegereke din a şehadeta Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn. Dewleta TC’ê ya qirker dîsa heman senaryoyê li nêzî heman erdnîgariyê li Zînî Wertê ji bo têxe meriyetê

Di serî de hêzên Kurdistanî, divê hemû civaka Kurdistanê vê rastiyê bîbîne û van lîstik û planan têk bibe. Bi wedîderketina li bîranîna şehîdên yekitiya neteweyî Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn ên li çiyayên Qendîlê hatin qetilkirin, dikare heyfa hemû kurdên bi destên pergalên qirker û mêtinger hatine qetilkirin bi valaderxistina provakasyona Zînî Wertê bê hilanîn.

Dikarî Biecibînî