Nijadkujiya Ermeniyan û Kurd

Malpera Arti Gerçekê, di 24 nîsanê de bi munasebeta nijadkujiya ermeniyan a di sala 1915 de ku ji aliyê Dewleta Osmanî- Îtihat û Terakiyê pêk aniye hevpeyvîneke bi Firat Aydinkaya re hatiye kirin weşand. Aydinkaya heşt pirs bersivandine û berpirsiyariya kurdan a di vê komkujiyê de bi gelek mînakan derpêş kiriye.

Di serî de ez bejim destê gelek kurdên wê heyamê bi xwîn e. Gelek belge û dane vê rastiyê nîşan didin. Ev yek eybeke mezin e ji bo kurdan. Em nikarin vê rastiyê bidine aliyekî. Asta kurdên wê heyamê ev bû. Di tariyeke reş de dijîn, ji bo berjewendiyên xwe yên gelerî û neteweyî jî tiştên ku em nîşan bidin nîn in.

Ev rastî li aliyekî. Lê Firat Aydinkaya vê çîroka xwe ji kurdên 105 sal piştî nijadkujiyê re dibêje. Ji me re dibêje. Lê kurdên îro qasî wan ne nezan in, ne jî erzan in, herî kêm bi qasî Aydinkaya dinyadîtîne. Ew bi xwe parêzer e. Weke ku parêzeriya Îtihat û Terkiyê û Erdogan bike xwe givaştiye û bi givaştinê re gelek şîroveyên şelafî jê derketine. Xwedêgiravî mirovekî xwedî wijdan e, rastiyên dîrokî eşkere dike. Agahiyên ew dide ne derew in. Arîşe di şîrovekirina van rastiyan de ye. Gelek rastî hene li rastê ne, tu dikarî çavekî rast jî lê binêrî, dikarî çavekî şaşdêrkî jî lê binêrî. Aydinkaya rastgoyekî bêwate ye û bi çavekî şaşdêrkî li arîşeyê dinêre.

Dibêje kurd ew qas bi îştah beşdarî sûcê komkujiyê nebûna, me niha tiştên din nîqaş dikirin yanî belkî ev qetlîma ew qas berfireh nedibû. Gelo rastî wisa ye? Di sala 1915’an meha sibatê de dîrektîfek artêşê re tê şandin ku ermenî amadekariya îsyanê dikin, divê leşkerên ermenî ji artêşê bên şûştin. Di 24’ê nîsanê heman salê de dîrektîfeke giştî tê weşandin û bi fermî biryara nijadkujiyê tê dayîn. Ev belge di dest heye, Aydinkaya jî jixwe vê rastiyê qebûl dike lê berevajî şîroveyan dike.

Biryara Îtihat û Terakiyê heye. Dewleta Almanyayê heta qirikê di nav de ye. Dewletên îtifaqê Fransa, Îngîltere û ên din ên ji heman olê jê re deng nakin. Aydinkaya dibêje kurd jî weke Dewleta Osmanî berpirsiyarê nijadkujiyê ne. Ji ber çi Aydinkaya vê îradeya hevkar berpirsiyar nabîne û bi yek peyvekê ji van devletên destên wan bixwîn sûcdar nake, kurdan ji wan dewletên xwînxwar zêdetir şirîkê komkujiyê dibîne. Bi rastî ew rastgotiyekî sexte nîn e û samîmiyeta Firat Aydinkaya pûç nake?

Madem Aydinkaya ew qas rastgo ye, divê vê yekê jî bibine; li Edeneyê, Mêrsînê, Hatayê, Maraşê, Kayseriyê, Trabzonê û yên nayên bîra min kurd tune bûn, hin deverinan hebin jî kesekî bi belge nekiriye ku tevî komkujiyê bûne. Pirseke di cih de, gelo di van deran de komkujî pêk nehat?  Mîna ku Aydinkaya dibêje çîrokên wan îro cuda yên tên nîqaşkirin hene? Lê belê li wan deran qetlîam pêk hat yek ermenî jî nema. Cihê ku ermenî lê nemînin helbet çîrokên wan jî nabin. Kurt û kurmancî ew qas rast.

Di destê min de pirtûkeke bi navê Kedername heye. Ji arşîva ermeniya qevdeke pir mezin mexdûrên ji qetlîamê filitîne axivîne. Eger tune be di destê Aydinkaya de bila ji xwe re bibîne. Di wir de hovîtiya kurdan jî heye lê kêm be jî yên alîkariya ermeniyan kirine jî. Di çîrokên bav û kalên me gotine de derbas dibin. Gelek jin û zarokên ermeniyan di mala xwe de sitar kirine. Lê gava dewlet pê hesiyaye tevî wan kurd jî kuştine. Di heman pirtûkê de bi xwe dibêjin, dostaniya ermeniyan û osmaniyan hebûye. Gava qetlîam dibe bawer nakin, narevin. Heta xwediyê çi ne bi navê bacê jê şûştine, paşê bi behaneya civînan weke di Geliyê Zîlanê de kirine bi mîtralyozan qir kirine. Tecawizî jin û keçên wan kirine. Kurdan jê re gotine birevin wê we qir bikin, bawer nekirine, nerevîne.

Gelo qetlîam ji vê bêxemiyê jî mezin nebûye? Çavên Aydinkaya wisa reş bûnê ku Dêrsîm jî alîkarê nijadkujiyê nîşan daye. Bi belge, bi dehan mexdûr dibêjin ku dêrsimiyan em veşartin, em sitar kirin, riya felatê nîşanî me dan. Çend axayên wan hevkarî kiribin jî mohr ne ya Dêrsîmê ye.

Aydinkaya Alayên Hemîdiyeyê weke îradeya kurdan nîşan daye. Mirov paşopê li dîrokê binêre dikeve xefikan. Lê ya Aydinkaya ji nezaniyê nîn e. Kê Hemîdiye damezirandine, kê navê xwe daye ser, kê ji bo çi xizmetê ava kirine, zelal e. Alayên Hemîdiye bi xwe kurd in lê girêdayî polîtîkayên dewletê ne. Ferman, rutbe, maaş ji ku derê girtibin ser navên wan tevgeriyane. Gelekên wan rûyê dewletê ferq kirine, gelo çima poşman bûne? Dewletê ew êx kirine, wan jî tenê ax kiriye. Huseyn Paşa û yên din paşayê dewletê bûne, ne yên kurdan. Dîrok ew qas jî qulobanî nayê nirxandin. Qoriciyên îro di gelek hovîtiyan de destên xwe bi xwîna kurdan şûştin e. Tevî gelek qetlîaman bûne, dest avêtine namûsê, xerac ji gel sitandine, gelek hovîtiyên weke van kirine. Ew bixwe kurd in. Li gorî Aydinkaya ew kurdan temsîl dikin, berpirsiyarên wan hovîtiyan kurd in. Dinya alem dizane ku ew cerdewanên dewleta tirk in, sernavê tirkan hovîtî kirine û dewlet nebe nikarin çiqlekî ji darê biqetînin.

Aydinkaya  kok berdaye, li pey çiqlê daran ketiye.

Çapemenî û rewşenbîrên kurd ên fikrên wan dijermenî yên berî û piştî qetlîamê  weke gilokekê şîrove kirine û xwestiyê ruhê kurdan ji berê ve weke nîşaneya berpirsiyariya nijadkujiyê bide pêş. Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Kovara Jîn, Salih Bedirxan, Xelîl Xeyalî, Hecî Qadirê Koyî, Nûrî Dêrsimî, Cegerxwîn ji bo fikrên xwe yên dijermenî weke palpişta komkujîheziya kurdan kifş kiriye.

El însaf ew qas jî serxweşî nabe. Weke goga berfê li hev qelibandiye, çi li berketiye lê alandiye. Fikir heta nebin kiryar tenê fikir in. Masûmiyeta wan heye. Her çiqas di hinekên wan de dijminatî jî hebe… Kesek tenê ji bo fikrên xwe nikare weke qesas bê diyarkirin. Rêbaza Aydinkaya metafîzîk e. Paşopê şîrovekirina wî yeqîn ji wir tê. Belkî rêbaza diyalektîkê nahewîne, lê metafîzîk wiha li mirovan dixe, sitêrkan dide jimartin.

Divê Aydinkaya hinekî gulokên xwe bide aliyekî, bifikire kurdên bi ermeniyan re weke bira dijiyan, kirîv û destebirak bûn ji nişkê ve çima bûne qesasê serê ermeniyan? Gelo xewna şevan ew pîj kirin an îradeya komkujiyê ya Îtihat û Terakiyê? Kurdên çavbirçî yên wê demê, dema firset dîtine gelo li hember hev jî heman talan û qetlîam nekirine?

Aydinkaya bi wê namîne dibêje Bedirxan Begê, Şêx Ubeydulah û yên din ermenî, nastûrî qetl kirine, pêşiyên kurdan ji berê ve mêldarên qetlîama filehan in. Ev zilma li wan hatiye kirin rast e. Lê girêdana van qewimînan bi nijadkujiya ermeniyan re ne rewa ye. Wan ji bo otorîteya xwe ya mîrektiyê pêk bînin ev yek kirine. Berpirsiyariya wan rasterast e. Lê kî dikare leşkerê di bin fermana wan de rasterast bi qasî mîr û pêşengên qetlîama berpirsiyar bibîne? Ev dibe şîroveyeke adîl? Dibe ku talan jî, şêlandin jî kiribin. Em nikarin hevberpirsiyariyê li wan bibirin. Her yek bi kirinên xwe berpirsiyar e. Lê Dewleta Osmanî bi hovîtiyeke gelek mezintir di rola mîran de ye. Aydinkaya nikare vê rastiyê bibîne? Ew li pey rastgotiya nesamîmî û şelafî ye.

Aydinkaya ketiye dû kitekitan, mebest pê îspat bike ku kurd qasî Îtihat û Terakiyê; Enver Paşa, Cemal Paşa û Talat Paşa berpirsiyarê nijadkujiyê ne. Bi zanebûn an nezanebûn Aydinkaya destên van tevan ji berpirsiyariyê dişo. Kurdan dike şîrikê wan. Qesta sêlê diçe êlê.

Hrant Dînk di serî de beşeke giran ji ermeniyan, kurdan şirîkê nijadkujiyê dibîne. Heta cihekî mirov fêm dike. Ew gelek hovîtiya kurdan re jî rû bi rû mane. Bertekên wan normal in. Em kurdên ku komkujiyan re rû bi rû mane empatî dikin. Lê ev beşên ermeniyan mijarê gelek ajîte dikin. Eynî Aydinkaya. Hrant Dînk ne sar, ne germ nediçû ser tirkan, di rojname, konferans û sempozyûman de bi giranî bal dikişande ser rola kurdan. Ev nêrînên paşopê ne, rastiyê berevajî dikin.

Ew lêborîna kurdên xwedî wijdan jî qebûl nake. Dibêje bila feraset ji binî ve biguhere. Ez dibêjim ser seran û ser çavan, bi rastî bila biguhere, rastiyên tazî bên qebûlkirin. Lê divê feraseta Aydinkaya jî tê de. Lê hûn Aydinkaya dinêrin ew tîne wê wateyê; têrê nake divê kurd tazmînatê jî bidin.

Di dawiyê de sala 1915’ an ji bo kurdan jî bêsiûd e, kurd weke fîzîkî şirîkê zilma li ser ermeniyan in. Talan jî kirine, qetl jî kirine, tecawizkarî jî kirine. Ev rûreşî ye, zilmeke qetrehm e, nayê qebûlkirin.

Rola kurdan di komkujiyê de madî ye, fîzîkî ye. Jixwe kes nikare veşêre.

Komkujî bi plan û bername hatiye kirin. Bi biryareke siyasî pêk hatiye. Ku derê, kî, wê çibike, misilmaniya kurdan wê li dijî ermeniyan çawa bê bikaranîn gişt zirav zirav hatine plankirin. Mîlîsên kurd ên herêmê girêdayî dewleta tirk plan bi cih anîne. Ancax çavên koran vê rastiyê nabîne. Xelkek îradeya wî ya siyasî û dîplomasî tune be çawa dibe berpirsiyarê hevpar? Di bin vê biryarê de mohra dewleta Osmanî heye. Di serî de alman hemû dewletên rojavayî yên emperyalîst şirîk û berpirsiyar in. Nijadkujiyeke ew qas mezin, bi beşdariya fîzîkî nabe ku xelkek bibe şirîkê manewî û berpirsiyar. Feraseta Aydinkaya hatiye girêdan. Dewleta Osmanî û mutefîkên wê berpirsiyarên madî, manewî û exlaqî ne. Bila neyê jibîrkirin.

Rastî ev e, mohr di destê kê de be, Silêman ew e.

Dikarî Biecibînî