Di plangeriyê de hesabên şaş

Ev nêzî heyveke bûyera Zînî Wertê di rojeva raya giştî ya kurd de ye. Alozî û pirsgirêk, hêj berdewame. Ji bo Zînî Wertê çareseriyeke neteweyî pêwîste. Raya giştî ya kurd û gelê kurd ji bo ku çareseriyek bi pêş bikeve zext û bertekên xurt bipêş xist.

Lê bûyera Zînî Wertê ne bûyereke biçûk û ji rêzê ye. Ne stendina girekî, nejî ewlehiya nexweşiya koronayê ye. Di bûyerê de gelek hesab, plan û plangeriyen hêzên herêmî û navneteweyî hene. Mijara yekem; li ser Iraq û başûrê Kurdistanê, bi têkoşîna DYA û Îranê ve girêdayî ye. Weke tê zanîn li ser Iraqê têkoşîna di navbera DYA û Îranê ji despêka sala 2020 an gihîşt asteke nû. Bi destpêka sala 2020, Qasim Silêmanî bi êrîşekê DYA’ye hate kuştin. Piştî kuştina Silêmanî, Îranê êrîşî wargehên DYA’yê kir. Ev êrîş hêj jî biçûk biçûk didomîn. Piştê bûyerên ku qewimîn, parlamentoya Iraqê biryar da ku DYA hêzên xwe ji Iraqê vekişînê. Piştî vê biryarê, DYA li Iraqê hîn wargehên xwe yên leşkerî girt. Lê, tê gotin ku li herêma başûrê Kurdistanê hêz û wargehên xwe yên leşkerî zêde kirin. Tê gotin ku ji bo parastina wargehên leşkerî ji êrîşên Îranê divê li heremê hîn guhertinên leşkerî werin kirin. Rûdanên li Zînî Wertê bi van hesaban ve girêdayî ye.

Dewleta tirk jî perçeyeke vê planê ye. DYA dixwaze, beriya têkoşîna bi Îranê re, dewleta tirk bikişîne cem xwe. Xala din jî ger li Iraqê rewş wiha berdewam bike, li başûrê Kurdistanê dewletek were ragihandin. Ji Tirkyeyê jî tê xwestin ku vê dewletê qebûl bike. Ji bo vê yekê jî dive Qendîl were tesfiyekirin û hêza Qendîlê li ser Rojava were bêbandorkirin. Wisa xuyaye ku DYA’yê ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd pêşiya dewleta tirk vekirî ye. Her roj êrîşên hewayî, dagirkirina hîn herêmên Biradost û dagirkirina hîn herêmên Xakurkê bi van plangeriyan ve girêdayî ye. Plan û hesab ev in. Lê belê gelo dê ev plan bi meşe yan na? Di demên dawî de hesabên hemû hêzan vala derdikeve.

Di vê mijarê de hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê hesabên şaş dikin. Rastiya dewleta tirk baş fam nekirine. Dewleta tirk dev ji dewleteke kurd berde, yek kesayeteke kurd jî qebûl nake. Di gengeşiya Iraqê de û îxtîmala mudaxeleya Îranê de planên dewleta tirk cuda ye. Di vê planê de bi giştî tasfîyekirine statuyê başûrê Kurdistanê heye. A niha jî dibêjin Kerkûk, Hewlêr û Mûsil bajarên tirkmenan in. Di kûrahiyên dewleta tirk de, ev nîqaş tên meşandin. Ma ne ew bûn ku digotin li başûrê Kurdistanê 2 milyon tirkmen hene. Hin hêzan li Mûsilê bang li dewleta tirk dikin ku li Mûsilê alîkariya wan bikin. Tirkmen li Kerkûk û Hewlêrê jî bang dikin ku dewleta tirk li wan xwedî derkeve. Gotin Kerkûk bajarê me yên 83’yemîne. Ev ne bangên ji rêzê ne. Vekirina deriyê Ovalikoy, ji Mûsil heta Telaferê ji perçeyeke vê planê ye.

Di vê pêvajoyê ku vîrûsa koronayê hemû cîhan û Kurdistan xistiye bin bandora xwe û li her cihê banga hevkariya alîkariya gel û neteweyan tên kirin, bûyera Zînî Wertê gaveke şaş û li derveyî berjewendiyên neteweya kurd bû. Ji hemû deman bêhtir pêwistiya gelê Kurdistanê bi hevkarî û yekitiyê heye. Ji ber vê yekê jî raya giştî ya kurd bertekên pir dijwar nîşanî vê bûyerê da û ji hemû deman bêhtir banga yekitiya neteweyî kirin. Dewlet, federasyon, konfederasyon, navê  statûya gelê Kurdistanê çi dibe bila bibe, eger li ser tesfiyekirina hêzekî Kurdistanî were bidestxistin, ev yek HERAM E. Jiyana li ser mirina bira, dost û hevaltiyê, jiyaneke ji mirinê xerabtir e. Ji ber vê yekê taştê, firavîn û şîv careke din hate bi bîr xistin. Diroka gelê kurd ev rastiyê gelek caran xistiye çavê herkesî.

Dikarî Biecibînî