Meha şehîdan Gulan

Di Tevgêra Azadiyê de weke şehîdê yekemîn ji peşêngê vê tevgêrê, me weke Hakî Karer zanibû. Ew jî di 18’ê gulana 1977’an de li Dîlokê ji aliyê komeke xayin ve hatibû şehîdkirin.

Hema li pey Hakî, di salvegera şehadeta wî ya yekemîn de Halîl Çavgun li Hîlwanê, ji aliyê MÎT û feodalên xayîn ên kurd ve hati şehîdkirin. Li pey hev salên 82’yan de li Zindana Amedê Ferhat û sê hevalên xwe, dîsa di roja 18’ê gulana salvegera Hakî de, bi çalakiyek xwe bexşkirinê ve şehîd bûn.

Her wiha vê rêzeşehadeta Tevgera Azadiyê dewam kir û di 2’yê gulana 83’yan de Mehmet Karasungur û Saît Bîlgîn ji bo yekitiya neteweyî pêk bînin li Qendîl-Başûr bûn û di vî karê pîroz de şehîd bûn.

Em bala xwe didin bûyerên qirkirin û şehadetên girîng ên vê heyva gulanê yên beriya Tevgêra Azadiyê jî gelek hene. Di 4’ê gulana 1937’an de biryara Qirkirina Dêrsimê hatiye dayîn. Di 6’ê gulana 1972’yan de, li dardana Denîz, Yûsûf û Huseyîn heye, di 18’ê gulana 1973’yan de şehadeta Îbrahîm Kaypakkaya jî heye.

Îcar dîsa em vegerin piştî şehadeta Hakî, em dibînin ku bûyerên mezin û girîng her dewam dikin. Gumana xurt heye ku bi zanebûn be jî, ji ber ku di heman roja 6’ê gulana de darvekirina Denîzan de; sala 1996’an, bi êrîşeke mezin (sûîqest) xwestin Rêber APO tune bikin.

Ji ber van şehadet û bûyerên ewqas watedar û girîng, Tevgêra Azadiyê ev heyva gulanê weke Heyva Şehîdan ragihand.

Bêgûman divê her kesê xwe mirov dibîne, xwe demokrat dibîne, xwe welatparêz û şoreşger dibîne, divê di kesayeta şehîdên vê heyvê de hemû şehîdan bibîrbîne û her wiha li gel vê mehê di hemû roj û mehan de şehîdan bibîr bîne û bejna xwe li ber wan bi tewîne.

Lê ez wisa dizanim û wisa bawer dikim ku ji bîranîn û rêzgirtinê bêhtir, divê mirov çeka ku wan ji me re hiştiye, em hildin ser milê xwe, ala wan bixin destê xwe û bi vê şêwazê li ser şopa wan, bi kiryarî bi meşin. Ya layiqî wan; jiyan û pîvanek wisa ye.

Li ser vê mijarê û bi taybetî li ser vê serdemê Rêber APO, gelek kûr û dûr difikirî û her digot: “Êdî piştî şehadeta van pêşeng û rêberên Tirkiyeyê, barê şoraşa wan jî ket ser milên me. Bi gotineke din, êdî barê me girantir bû, barê berê çiqas giran be, niha du qat zêdetir giran e.”

Rêber APO, li ser helwest û siyaseta dewleta dagirker û faşîst a tirkan a li hemberî rêber û pêşengên şoreşger gelek radiwestiya.

Digot, hûn dibînin li hember rêber û pêşengên gelê kurd çi kirin, li ber çava ye. Bi tenê Nûrî Dêrsimî mabû, weke kesê ji ber şûrê zaliman bi filite, êdî nikaribû li welat jî sekinîbuya, reviya çû Urdunê. Dewleta dagirker, ji bo wî jî nehêle, MÎT ê xwe xist pey wî. Nûrî, nikaribû li wîr jî bijî, reviya Lubnanê, ji wir jî reviya Şamê û Helebê û encex karibû li Efrînê xwe ji ber xezeba dewleta faşîst biparêze.

Piraniya caran, xwe dişiband Nûrî û her wiha xwe dişiband Hz. Îsa û Premetheus jî. Digot ez jî weke wan ji ber şûrê zaliman filîtî me û dewlet niha weke rêberê şoreşê min bi tenê dibînin û çi ji destên wan were ew ê bidin xebitandin, da ku min bigrin an bikujin!

Bêgûman kesayetî û jiyana Rêber APO û van kesayetên mijara gotinêne gelek dişibin hev. Ji bo çî Zeusên vê serdemê ewqas bi bêwijdanî û bêexlaqî êrîşî ser rêberan dikin û bi taybetî jî Rêber APO?

Ji ber ku ji zanebûna wan, ji hiş û aqil û hişmendî û hostatiya wan, ji rastî û mafdariya wan ditirsin. Dizanin ku ew ê zalimtiya wan raxe ber çavên gel, wan şût-tazî û rezîl bike biavêje sergoyê dîrokê, lewma ewqas ji van rêberan ditirsin û ewqas êrîşkar dibin.

Lê weke tê diyarkirin, li gel ku Rêber APO hat girtin û bû 21 sal di zindanê de ye jî, têkneçû, berovajî hîn xurtir bû ye, çima?

Ji ber ku ew şehîdên pêşeng û rêber ji xwe re fermandar dîtin û dijminê dagirker û qirker jî baş naskir û di vê çarçovê de li ser soza ku dabû wan şehîdan meşiya. Heval û hogirên xwe li ser vî ruhî û vê bîrûbawareyê û hişmendiyê perwerde kir û lewma jî têk neçû.

Ne ew, ne hevalên wî, ne gelê wî û ne hezkirên wî yên navneteweyî têkçûn. Berovajî vê, meşa xwe bi biryardarî, bi bawer û bi serkeftî didin meşandin.

Her Bijî Wî Rêberî Ku, Ew Ruh û Ew Bawerî û Ew Zanistî Daye Hevalê Xwe û Gelê Xwe û Mirovahiyê!

Di Kesayetiya Şehîdên Meha Gulanê De, Hemû Şehîd Fermandarên Me Ne!

Dikarî Biecibînî