Xwepêşandanên sivîl ên li Başûr; gelo wê bibin raperînên gel!

Krîz û kaosên civakî û îdarî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê ne birîneke nû ye, hê ji mêj ve ev birîn wisa nîşan dikin kû kewiye lê tim xwîn jê çûye. Mixabin di demê dawî de ev krîz rê li ber krîzên civakî û êşên giran ên civakîbûnê vekiriye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku serkêşiya wê PDK û YNK dikin, jiyanek baş ji bo civaka başûrê Kurdistanê dabîn nekirine ku şevê serê xwe rehet dane ser balîf û bê xem û kul rakeve. Civaka Başûr timî bûye qûrbanê siyasetên vala û tenê yên bûna desthilatan. Gelo ma heta kengê wê ev civak ji vê rastiyê xwe paşguh bike? Ciwanên vê civakê wê kengê bêjin bes e?

Me gotibû birînên êşa vê desthilatê ne nû ye, bi taybet ez dixwazim balê bikişînim ser dîzayna nû ya li Rojhilata Navîn û li vir rola kurdan û dîsa di dîzaynê de derfetên ku kurdan bi destxistî û bikarin wek netew carekî din li ser dika dîrokê cihê xwe bike.

Dîzayna nû ya di bin navê ‘Bihara Ereban’ destpê kir û li Rojhilata Navîn veguherî serhildanên gel û pêre gelek welat serûbino bûn. Sûriye û Iraq jî para xwe ji vê girt. Hê jî Sûriye li ber vê li ber xwe dide. Bi taybet bi çeteyên DAIŞ’ê re hem Sûriye û hem jî Iraq hema bêje serobino bû. Di halê hazir de Sûriye yê li ber vê li ber xwe dide, lê çeteyên DAIŞ’ê mîna bildozerekê li ser Iraqê de hat, nîva zêdetir axa Iraqê dagir kir. Hema bêje hemû sîstema Iraqê li bin guhê hev xist û tarûmar kir. Herêma Kurdistanê jî ya dikeve sînorên Iraqê para xwe ji vê girt. A li vir bû delîl, gerîlayên PKK’ê ango hêzên HPG/YJA-Star bû. Nexwe wê herêma Kurdistanê jî êşek mezin ji vê bidîta.

Ev mijar pir hatiye vegotin û nivîsîn lê hebûna gerîlayan a li Kerkûk, Mexmûr, Germiyan, Şengal û gelek deveran kir ku di asta herî kêm de başûrê Kurdistanê di serî de gelê Başûr herî kêm ziyanê ji vê dîtine neînim ziman derbas bibim wê pir kêm be. Ji ber ku cara yekê bû hêzên kurdî li gel hev gerîla û pêşmerge li heman sengeran xwîn ji bo azadiya xwaka xwe rijandin. Ev cara yekê bû. Ji bo wê tim bê vegotin wê di cih de be ne kêm be.

Lê mixabin ji ber sedemên navxweyî û dîsa hevkariyên PDK a li gel Tirkiyeyê kir ku ev zêde dom neke. Ji ber vê hêzên gerîla bi niyeta ku gelê Başûr bi gotina rayedarên PDK’ê ya ‘PKK dibin sedem ku êrîş li ser sivîlan çêbibe’ ji herêmê bi fermî derketin. Ev yek bû sedem ku yek din li krîzan zêdetir bike. Her çendî ev yek ne bi dilê gel jî be, lê encamê pêk hat û gerîla derket.

Lê tevî vê jî ne rayedarên Başûr karîn vê civakê li gorî heyî xwedî lê derbikevin û ne jî karî biparêzin. Di roja îro de hê em dibînin sivîl dibin qurbanên vebijêrkên wan ên şaş.

Di roja îro de birînên ku qaşo wan digot sedem PKK ye, hel nabe. Îro PKK li herêmê jî nîne, lê ew birîn hê ew birînin û kûr bûye, kurm ketiyê; heta rizî ye. Civak ji birça qîr dikin. Rojane dikandar, karker, mamoste, jin û ciwan li kolanan daxwaza jiyaneke aram dikin. Di xwepêşandanan de ji bo hikûmetê vê dibêjin; ‘Birûxe desthiat’, ‘Ev desthilata têkçûyî hêjayî her nefretê ye’. Bi dizî û gendeliyê rayedarên Başûr sûcdar dikin. Gotinên gel dibêjin hemû jî di cih de ye. Ku em li rastiyê binêrin, cihê herî dewlemend ê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê ye. Lê halê hazir cihê herî hejarî û malwêranî jî lê ev parçe ye. Gelo ma sedema vê, ne rêveberiya şaş tê bi rêvebirine? Xêr û bêra sererd û binerd dema diçe ji bo dijminên kurdan, ma civak berpirs e yan rayedarên hikûmetê?

Li başûrê Kurdistanê nan krîz e, av krîz e, elektirîk krîz e, xwendin krîz, tûp, gaz krîz e, siyaset ji xwe kembax e, çi bêjim û çi nebêjim. Jiyan teviziye. Di destê rayedarên Başûr de tenê qetlîam, kuştin û mirin ne krîz e. Li ser vê hemû yê re ev şewba koronayê ku li hemû dinê bû bela, Başûr a bi Îranê re hevsînor e para xwe kêm jî be ji vê girt.

Di vê dema ku şewb li Başûr belav bûye û kêm jî be rojane çend kes bi şewbê dikevin, kiriye ku jiyan yek car biçe halê mirinê. Desthilata ku weke her tişt kamil, bi qedexeya derketinê re civak ji dest û lingan kiriye. Ne alîkarî dike ku ew civak xwe bigire, ne jî çareyekê dibîne. Dema wisa be civak wê serî hilde.

Di van rojan de civaka Başûr ji çîn û tiwêjên başûrê Kurdistanê yên weke mamoste, ciwan, jin, karker, kedkar, dikandar û welatiyên sivîl li dijî rewşa xirab a jiyanê, aborî, heqdestê xwe û nelirêtiya hikûmetê dadikevin qadan. Daxwaza heq û mafê xwe yê jiyanê dikin. Lê li şûna ev hikûmet guh bide van daxwazên rewa, ji nedîtî ve tê û heta ji desta bê dixwaze belav bike.

Civaka başûrê Kurdistanê di mijara xwepêşandanan de dîrokek ya wê ya navdar heye, ji Raperîna Silêmanî, Germiyan bigire heta Raperîna Şêladizê; li dijî dagirker û ji bo daxwaza mafê xwe her tim rabûye ser piyan. Ji bo vê ye ku demê dawî civak di halekî wiha de ku bikare heqê xwe bidest bixe, divê hê baştir bi rêyên demokratîk bi xwepêşandanan serî hildin û heqê xwe bidest bixin. Eger ku di oxira vê de jî mirin hebe, divê xwe jê nede paş. Ji ber ku ji xwe rojane, ji birça be, ji nebûna kar û bar be dimirin. Lê ku di raperîna mafê xwe de be wê ew mirin jî bi wate be.

Civak dikare raperîna xwe bi derxistina çalakiyên derxistina dagirker û dijminên kurd re bike yek û bikare siberojeke azad û serfiraz derbixe. Çawa ku bi raperînên Silêmanî, Germiyan, Helebçe, Hewlêr û başûrê Kurdistanê ji rejîma Baasê derxistin. Dikarin îro bi heman ruhî di serî de li dijî dewleta tirk a dagirker ku her roj sivîlan qetil dike û dîsa hevkarên wan rabiperin û serî hildin. Ev yek di ruhê her ciwan, jin û ferdekî başûrê Kurdistanê de heye û zindiye, li benda wê rojê ye. Îro jî tam ew roj e. Xwepêşandana ji ber birçîbûnê destpê dike, lê dikare vegere raperîna azadiyê. Xwepêşandana îro dikare ji bo bidestxistina heqdestê xwe be, lê dikare bibe ji bo dewlemendiya sererd û binerde ya welat. Raperîna îro dibe ku ji bo ji birça nemire be, lê dikare bibe ji bo sivîl bi bombeyan neyên qetilkirin be.

Ji bo wê ye ku em li gorî vê bifikirin û li gorî wê em hêza xwe bi rêk bixin û ji bo yekitiya neteweyî bikin yek. Her şînkahî li ser koka xwe, her gel jî bi netew û yekitiya xwe heye. Ti şînatiyeke resen a erdekê li cihekî din li gorî pêwîst şîn nabe û xemil nade; ti gel û netew jî li ser erdekî din nikare azad bijî, najî jî.

Dikarî Biecibînî