Goristan, Mexmûr û Zînî Wertê

Gelê kurd di seranserê dîrokê de bi gelek hovîtî û bêwijdaniyan re rû bir û maye. Her rojeke kurdan para xwe ji keser, qetrehmî û dirindetiyan zêdetir girtiye. Roja îroyîn jî em kurd ji vê çarenûsa karesat re derbas dibin.

Em her tim hovîtî, qetrehmî û bêwijdaniya dewleta tirk dikin mijara nivîsên xwe. Bi rastî em çiqas bînin ziman jî kêm dimîne, têra vegotina van dirindetiyan nake. Komara tirk û pêşiyê wê Osmaniyan bi hezaran zilmên ku mirovên normal nikarin bisêwirînin anîn serê kurdan û gelên din. Her dem xwe bi xwe re di nav pêşbirkê de ye ku li ser koka vê zilmkariyê hovîtiyên nû diceribîne. Mirov tiştên ku nikare bifikire û dibêje gelo rast e, dewleta tirk weke taştê, firavîn, şîv û paşîvê her danên rojê pêk tîne.

Êdî ji xwe re ajandeyeke zilmê ya nû vekiriye miriyan di gorê de rihet nahêle. Heta niha bi balafiran goristan bombe dikirin, dirûxandin. Niha wî pêşkê xwe yê erjeng bi teşeyekî din bi rêve dibe. Bang li malbatên şehîdan dike, li ber çavên wan gorên wan hildiweşîne. Qasî mehekê berê hestiyên cangorî Agît Îpek bi riya postê ji diya wî re şandibûn. Ev yek li menûya xwe ya zilmê zêde kirine.

Serdemên berê li cîhanê hovîtî û barbarî hebû. Bi giştî mirovatiyê ev qonax li pey xwe hişt. Di domana demê re bi xwîn, bi têkoşîn mirovatiyê nirxên nû pêk anîn û gihîşt merheleyeke din. Yek ji wan jî rûmeta miriyan e. Mirî û goristan nirx û mîrateya cîhanê ya hevpar in. Wan êdî lênûsa vê dinyayê girtiye, mekanê xwe yê dawî de êwirîne. Tu dîn, bawerî û îdeolojî destlêgerandina goristanan qebûl nake. Dewleta tirk çi ji miriyên ku nikarin xwe biparêzin, malbatên wan û gelê kurd dixwaze? Her çi be, ev ew nîşane ye ku dewleta tirk ne xwedî dîn, bawerî, îdeolojî; ne xwedî wijdan, exlaq û mafên mirovan e.

Dewleta tirk ne car caran serî li van rêbazan dide, ji dîrokê vir ve vê mîrateyê weke rêbazên serûber pêk tîne. Her roj cureyekî xwîxwariyê dixe devreye, cîhanê jî mat dihêle.

Dewleta ku ev hovîtî dayê pişta xwe, îro li başûrê Kurdistanê gelek dever dagir kirine. Dixwaze her roj serdestiya xwe li Başûr berfireh bike. Hevkarê wê Barzanî û PDK ye. Taybetiyeke dewleta tirk heye bi kîjan hevkarê xwe re dikeve têkiliyan wê/wî hevkarê xwe pûç dike û şertên xwe li wan dide qebûlkirin. Dikeve kîjan welatî ji wir dernayê û dişibîne xwe.. Dikeve nav mêjî û bedena wan tevî ruhen wan pûç dike. Tu car ji bo hevkarên xwe tevnagere, serdeskirina pergala xwe esas digire.

PDK’ê başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta tirk kiriye, bajar, gund û çiyayên Kurdistanê tije baregeh û êwirgehên leşkerî û îstixbarî ne. Komara Tirkiyeyê biryaran digire hikûmeta başûrê Kurdistanê bi cih tîne. Başûr bûye qada leşkerî ya dewleta tirk. Tu car dagirkeriya xwe bes nabîne, gav bi gav baregeh û sîxuriya girêdayî xwe berfireh dike.

Neh meh in Tirkiyeyê bi destê Hikûmeta Başûr wargeha Mexmûrê daye dorpêç kirin, di bin barê ambargoyê de hiştiye. Hemû kurd li ser piyan vê karesatê nelet dikin lê belê tiştek naguhere. Hikûmeta Başûr weke seksiyona dewleta tirk dixebite. Tirkiye bi destê kurdên hevkar kurdên ji ber zilma wan bûne penaber û li Mexmûrê bi war bûne dixeniqîne.

Balafirên tirkan her roj gund û çiyayên Başûr bomberan dikin, qetlîaman pêk tînin. Gundên li derdora Bradostê, Qendîlê, Şeladizê û gelek deverên din bombebaranê re derbas dike. Meha borî wargeha Mexmûrê û gundên Zînî Wertê bombebaran kir, sê jinên ciwan ên ji wargeha Mexmûrê qetil kirin.

Dewleta tirk û hikumeta Başûr dest bi dest dixwazin li Başûr kurdên berxwedêr koçber bikin, warên wan ji kurdan bişon. Piştî bombebaranê dewleta Iraqê bertek nîşan da, hikûmeta Başûr ker û lal bêdeng ma. Nikare deng bike ji ber ku ev yek bi erêkirina wan pêk tê.

Hikûmeta Başûr û PDK Zînî Wertê li qada serweriya YNK’ê bi hinceta pêşî li korona vîrûsa li ser sînor bigire baregehên peşmergeyan ava dike. Pêzanên herêmê didin xuyakirin ku ev hinceteke pûç e. Herêm stratejîk e. PDK riya dorpêçkirin û têkbirina Qendîlê vedike. Jixwe pêzan dibêjin bi kincên pêşmergeyan leşkerên pispor ên dewleta tirk bi cih dike. Hevkariyê çavên hikûmetê û PDK’ê kor kirine, xetereya mezin nabînin. Dewsa li dijî dagirkeriya tirk derkevin ji kurdên şanaziya Kurdistanê ne û yên azadîxwaz re dibêjin ji Başûrê derkevin, herin. Li hember komkujiya Daişê çawa namusa wan parast ji bîr kirine. Plana Tirkiyeyê têkbirina kurdên azadîxwaz e. Destê dewleta tirk bi vî awayî ber bi kûraya Başûr dirêjî Kerkûkê jî dibe. Zînî Wertê cihekî wisa girîng e ku hikûmeta Başûr xençereke xiyanetê raberî wê derê kiriye.

Tirkiyeyê Başûr çiqas pûç kiriye, çiqas şibandiye xwe awayekî zelal dixuyê. PDK berjewendiyên gelê kurd na, berjewendiyên xwe yên kirêt û yên dewleta tirk li ser her tiştî re dibîne. Weke pergala Tirkiyê otorîter e. Demokrasî, maf û azadiyan nas nake. Nokertiya Tirkiyeyê qebûl kiriye. Di dema referandûmê de gotin û kirinên Erdogan hewandine. Qet rûyên wan jî sor nabe.

Baş eşkere dibe ku li hember berjewendiyên gelê kurd bêrûmetî û helwesteke hikûmeta Başûr û PDK’ê heye. Ew ji bo berjwendiyên xwe vê bêhurmetiyê li ser rûmeta netewetiyê digirin. Rewş ku wiha be bila kes dilê xwe neke, ew îflah nabin. Heta ku konjonktur ev be helwesta  wan naguhere; îro nebe wê sibê wisa bibe. Kûtxwerî bi rastî zehmet e, kê kût xwar hîn dibe destê xwe jê nake.

Divê kurdên bi rûmeta xwe re girêdayî ne yên azadîxwaz heta dawiyê yekitiya neteweyî bi parêzin û ji bo avakirina wê têbikoşin.  Heta dawiyê riya diyalogê nebirin, derî vekirî bihêlin. Yekitiyê di nav gel de ava bikin. Bi vî awayî li hember dagirkeriyê û xiyaneta navxweyî derkevin. Deriyê birakujiyê bi heft mifteyan kilît bikin. Riya herî kêrhatî ev e.

Dikarî Biecibînî