Mûçe nîye

Li başûrê Kurdistanê kî devê xwe veke, yek ji tiştên ku dibêje; mûçe ye. Ango meaş, nîye. Sayiqê texsiyan ji rêwiyan re, karmend ji karkeran re, kur ji dayik re, dayik ji bav re, bav ji herduyan re dibêje mûçe nîye. Herkes dewaya mûçeyan li rêveberiya başûrê Kurdistanê dike. Revebriya başûrê Kurdistanê jî ji hemû gele Başûr re dibêje mûçe nîye û baz dide cem hikûmeta Bexdayê. Lêhikûmeta Iraqê ji sala 2014’ ve pirsgirêka mûçeyan çareser nekiriye. Ev mijar di demên dawî de di navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê de bûye pirsgirêka sereke.

Ev pirsgirêk çima heye û çawa dest pê kir? Li gorî qanûnên Iraqê divê ji sedî 17’ê bûdçeya Iraqê bidin başûrê Kurdistanê. Lê piştî DAIŞ derketî heta niha ev qanûn pêk nehat. Bûdçeya ku berê didan başûrê Kurdistanê, bi temamî hate birîn. Hikûmeta Iraqê sedema vê yekê jî weke firotina gaz û neftê ya ku başûrê Kurdistanê difiroşe Tirkiyeyê û nedayîna dahatên deriyê sînor destnîşan dike. Lê ev yek berê jî hebû. Meseleya bingehîn derketina DAIŞ’ê ye ku ev yek weke firsendek bi kar anîbû. Piştî ku bûdçeya li ser başûrê Kurdistanê qut kirin, qeyraneke aboriyê dest pê kir. Hemû kar sekinîn û hema hema tu kesî mûçeyên xwe wernegirtin. Ev qeyrana aborî bi referandûm û bi dagirkirina Kerkûkê re gihiya astekî siyasî û asta herî jor. Ji ber vê yekê jî herkesî ji herkesî re di got; şixûl nîye, pere nîye û mûçe nîye. Ev rewş heta avakirina hikûmeta Adil Abdulmehdî berdewam kir. Di nav herdu hikûmetan de dan û standin û hevdîtin hatin kirin. Piştî van hevdîtinan hate lihevkirin ku ji bûdçeya Iraqê ji sedî 17 bo başûrê Kurdistanê bê veqetandin. Bi ve lihevkirinê re qeyrana aboriyê heta astekê sererast bû. Lê bi îstîfakirina hikûmeta Adil Abdulmehdî re ev alozî careke din rû da.

Aloziya hikûmeta Iraqê, li hemû cîhanê daketina bihayê neftê û bi nexweşiya koronayê re girtina deriyên sînor, careke din mijara bûdçe û mûçeyan xist rojevê. Hikûmeta Iraqê ev yek weke firsend dît û hemû bûdçeya ku di şand başûrê Kurdistanê careke din sekinand. Di navbera şandeyên Bexda û Hewlêrê de dan û standin, çûn û hatin dest pê kirin. Bexda ji hikûmeta Hewlêrê dixwaze ku hemû dahatên neft û gumrika deriyên sînoran teslîmî hikûmeta navendî bikin. Lê hikûmeta herêma Kurdistanê hêj ev yek qebûl nekiriye. Ji ber vê yekê pirsgirêkên mûçedayîn û aboriyê her ku diçe mezintir dibe.

Pirsgirêkên di aboriyê de rû didin tenê bi hikûmeta Iraqê ve girêdayî nînin. Bi belavkirina dahatên herêma Kurdistanê ve girêdayî ne. Belavkirineke wekhev û adilane nîne. Di nava çînên jêr û jor de ferqeke gelek mezin çêbûye. Ya din jî hilberînên xwecihî ne. Jiyana aborî tenê bi dahatên petrol û gumrika deriyên sînor re dimeşe.

Dema ev jî tên birîn, li başûrê Kurdistanê jiyan radiweste. Çandinî, sinaî û sewalkarî nîne. Ji ber van sedeman jî herêma başûrê Kurdistanê careke din kete nava qeyraneke aborî. Dê hikûmeta Iraqê ya nû ku ji aliyê Mistefa Kazimi ve hatiye avakirin, çawa nêzî van mijaran bibe hêj ne diyare.

Dikarî Biecibînî