Bazirganiya çeteyan-mirovkujên kirêkirî

Beriya niha min di nivîseke xwe de ji R. T. Erdgan re gotibû ‘bazirganê penaberan’ û niha jî dibêjim ‘bazirganê çeteyan.’ Herdu jî rast in.

Bazirganiya wî li ser penaberan û bi taybetî jî penaberên Rojava û Sûriyêyê, ji xwe raya giştî dizane ku ev bû çend sal in, bi dewletên cîhanê re çawa bazar meşand û çiqas pere stand.

Nexasim berî 6 mehan kete nava bazareke aşkera û hişk û lezgîn. Bi deh hezaran penaber ajot ser sînorên dewletên cîranên xwe yên Ewropayê. Lê dibe ku bêşensiyeke wî be jî, ev nexweşiya vîrûs koronayê derket û ew projeya mezin a bazirganiya penaberen a Receb têk çû.

Belê ew ranewestiya, vê carê ev projeya bazirganiya çeteyan-qatilên kirêkirî xist rojevê û berê xwe da Lîbyayê. Piştî şer li Idlibê dijwar bû û tevlihevî mezin bû, hemû xwînrij, diz, talanker, qirker, zinêkar û hwd. çeteyên wî bûn bar û kete ser stûyê wî. Ji bo vî barî ji ser ser xwe bavêje û ji vê belayê xelas bibe ev çîroka Lîbyayê derxist bazarê.

Lê diyar dibe ev projeye jî dê wî rizgar nake, ew ê li serê wî bibe belayeke hîn mezintir û heta dibe ku bibe sedema ku bi yekcarî desthilatiya wî hilweşe.

Niha tê gotin ku serokê îstîxbarata wî MÎT’ê Hakan Fîdan û komeke xwe (Dibe ku serokee SADAT’ê Adnan Tanriverdi jî li gel be) çûne Lîbyayê. Di heman rojan de serokê îstîxbarata hikûmeta Sarac Ebdulqadir Tuham tê kuştin. Li nêzî balyozxaneya Tirkiyeyê û Îtalyayê jî teqînek pêktê û hwd.

Rûdana van bûyerên balkêş ne ji rêzêne, gelek girîng û watedar in. Hema di cih de wan gotinên H. Fîdan ên beiyaî destwerdana Rojava û Sûriyeyê bi giştî tîne bîra mirovan. Li ser pirsa heyeta şer a dewletê gotibû; ‘Ne xeme, ez hema komekê dişînim binxetê û ji wir çend topan-fuzeyan diavêjim serxetê. Keremeke vaye sedemê êrîşa ser Rojava û Sûriyeyê!’

Her wiha hinek navên balkêş û naskirî yên El Qaîdê û rêxistinên selefî jî birine kirine fermandarên hêzên çekdar û çalakiyên leşkerî yên Hikûmeta Saraca a Trablusê. Mînak Xalid El Şerîf kiriye fermandarê Trablusê. Her wiha serokê bazirganê mirovan Ahmed El Dabaşî jî biriye wir.

Giraniya şîrovegerên vê herêmê didin diyarkirin ku li pişt van teqîn û tevlihevî û bûyerên mezin ên Lîbyayê, bi çûyîna Hakan Fîdan re hîn zelaltir hat xuyakirin ku destwerdana dewleta R. T. Erdogan heye.

Li gorî malpera El Erebiye, di 7’ê gulanê de nîşan dide, berdevkê Arteşa Neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî dibêje; ‘Me gelek endamên El Qaîde, DAIŞ û Ensar Eş Şerîat, li ser xeta herêmên Surman û Sabratha destgîr kirine. Li ser agahiyên ji vana girtine didin nîşandan ku ev êrîşên giran ji aliyê Tirkiyeyê ve tên meşandin.’

Li gorî vê nûçeyê, R. T. Erdogan di 5’ê gulanê de ji medyayê re gotiye; ‘Înşallah di wexteke nêz de ji Lîbyayê em ê mizgîniya agahiyên xweş bidin we”!

Weke gelek caran tê gotin, êrîşkariya R. T. Erdogan li gorî tengavbûna wî pêleyê wê jî zêdetir û berfirehtir dibe. Ji xwe li hundur diheje, li derve jî; li Rojava û Sûriyeyê ketiye nava çi alozî û qeyrana giran li ber çava ye. Îcar berê xwe dîsa dide Başûr. Lê wisa diyar e ku di plana xwe ya Zînî Wertê de jî ne serkeftiye û ne gelekî bi hêviye ku bi serkeve. Lewma giraniya xwe hinekî din dide Lîbyayê ka gelo ma nabe ku bi serkeve?

Lê nîşaneyên serkeftinê li vir jî ne gelek in, berovajî, eger mirov bi giştî li beşera wî temaşe bike û xeyala wî ya Lîbyayê jî li ser vê atmosfera giştî di ber çavan re derbas bike, nîşanên binkeftin û heta hilweşandina wî zêdetir in.

Ji aliyê din ve, di van projeyên wî yên derve de ne bi tenê destê DYA’yê tê de heye, belê bi temamî ji aliyê wan ve tên meşandin û heta ew zêde handidin-dafdidin van deveran.

Ji xwe Pompeo li Îsraîlê, J. Jeffrey jî li herêmê ye û bi heraret li ser kar e! Geh li Tirkiye, geh li Iraq û Başûr e, geh li Rojava ye û li dora Îranê dizivirin. Gotinên J. Jeffrey, rojên beriya li Sedam bidana tîne bîra mirovan. Dibêje; ‘Eger Esed çekên kimyewî bikar bîne em ê (lêdin-lêxin)…”

M. Çavuşoglu û O. Çelik jî kêmî J. Jeffrey namînin. Ew jî paralelî wî diaxivin û dibêjin; ‘Eger êrîş were ser balyozxaneyên me, em ê bi hêza xwe ya dewletî êrîşî Hafter bikin”!

Ka DYA û Rûsya çendin lihev in, ne zelal e! Lê belê tê gotin ku navbêra Beşar Esad û Pûtin jî lîmonî ye! Dibe ku bixwazin, bi hev re Beşar biguherînin…

Eger ji vî alî ve mirov bala xwe baş bidê, mirov ê bibîne ku Receb, erê di despêkê de hinek bi kêf û hinekî bi bawerî van êrîşan didan meşandin û hinekî bi pêşve jî diket. Lê vê dawiyê, heman hêvî û bawerî lawaz bûye, heta dibe ku nema be û weke ‘tajiyê tu bi zor bibe nêçîrê’, lewma hêvî di serkeftina wî de diyar nake.

Hema hema bi temamî li ser quweta medya, vê siyaseta êrîşkarane birêve dibe, êdî ka heta ku diçe? Ez bawer nakim temendirêj be…

Dikarî Biecibînî