Xwedîderketina li şehîdan û têkoşîna ji bo armancên wan

Em di salvegera rojên 17-18 û 19’ê gulanê de ne ku ev roj di dîroka gelê Kurdistanê û PKK’ê de xwedî cihekî pir girîng in. Gelê Kurdistanê û PKK mîna her sal, îsal jî dê van rojan li gorî wate û ruhê wan, bi layiqî bijî û bi jiyandinê pêşwazî bike.

Gelê Kurdistanê û PKK ne tenê di van rojên salê de, di esasê xwe de xwedî wê taybetiyê ye ku di her rojeke salê de bi bilindkirina asta têkoşîna azadî û demokrasiyê, bi derbên ku li dewleta TC a qirker dixin, van rojan dijîn û didin jiyandin. Bi tena serê xwe binavkirina vê mehê weke Meha Şehîdan jî nîşaneya vê rastiyê ye.

Dema ku gelê Kurdistanê û PKK şehîdên xwe bi bîr tîne, tenê nakeve nava şîngirtineke xwerû. Dema ku civakek kesên ji hêz dikin, bi nirx dibînin an jî kesên ji bo xwe gelek qedirbilind dibînin winda dikin, ji bo wan şîn digirin. Bêguman ji bo civakan şîngirtin xwedî wateyeke rêzgirtin û hezkirinê ye. Li gel ku ji bo gelê Kurdistanê û PKK’ê jî xwedî wateyeke wiha ye, di heman demê de tiştekî ji vê wateyê hêj wêdetir îfade dike.

Wateya rastiya şehîdan a ji bo gelê Kurdistanê û PKK’ê ew e ku armancên şehîdan pêk bînin, wan di xwe de bijîn, bidin jiyandin û armancên şehîdan bikin sedema têkoşîna xwe. Sedema ku Tevgera Apoyî ber bi biryara partîbûyînê ve birî jî ev rastiye ye.

Ji pêşengên tevgerê Hakî Karer piştî ku di 18’ê gulana 1977’an de li Dîlokê hate qetilkirin, Tevgera Apoyî biryara partîbûnê da. Û di 26-27’ê mijdara sala 1978’an de bi biryarekê PKK damezirand. Ji wê rojê heta niha jî Hakî Karer weke navê PKK’ê jiya û wisa hate jiyandin. Ji vir û şûnde jî dê bijî û bê jiyandin.

19’ê Gulan jî xwedî wateyeke wiha ye. Halîl Çavgun di 19’ê gulana 1978’an de ji hêla hêzên nûnerên pergala axatiyê, hêzên paşverû, noker û polîsan ve li Curnê Reş a Rihayê hate qetilkirin. Çalakiya ewil a Tevgera Apoyî ya li dijî pergala axatiyê û hêzên dewletê jî piştî wê rojê dest pê kir. Her çiqas demkî jî be, ev çalakî li Curne Reş veguherî têkoşîna bi cih anîna vîna gel. Îro jî hewl dide vê têkoşînê ku tercîha gelê Kurdistanê ye, li her devera Kurdistanê mezin bike. Têkoşîna Avakirina Neteweya Demokratîk jî navê vê rastiyê bi xwe ye.

Dîroka 17’ê Gulanê her çiqas weke reqem û li gorî rêzê li pêşiya rojên 18 û 19’ê gulanê jî be, ji ber şehadetên li gorî salan çêbûn, piştî wan rojan tê. Ev yek divê wisa neyê fêmkirin ku ji rojên din girîngtir, watedartir û xwedî cihekî taybettir e. Weke 18 û 19’ê gulanê, 17’ê gulan jî ji bo gelê Kurdistanê û PKK’ê xwedî heman girîngiyê ye.

Di şeva ku 17’ê gulanê girêdayî 18’ê gulana sala 1982’yan dike de Ferhat Kurtay, Mahmût Zengîn, Necmî Oner û Eşref Anyik li Zindana Amedê şehîd bûn. Van her çar hêjayan, bedenên xwe kirin çira û bi çalakiya xwe re berxwedana ku Mazlum Dogan di Newroza sala 1982’yan de dabû destpêkirin veguherandin cejnê û di 14’ê tîrmeha 1982’yan de jî ev berxwedan dewrî Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek kirin. Û ew berxwedan îro li zindanan, li çiya û li her çar parçeyên Kurdistanê veguheriye têkoşîna li dijî zilm û mêtingeriyê.

Wateya her şehîdekî ya ji bo gelê Kurdistanê û PKK’ê ev e. Bi vê hişmendiyê xwedî li her şehîdekî derdikevin û di nava jiyana xwe de zindî dihêlin. Ev nêzikatî bûye yek ji nêzikatiyên herî bingehîn. Rastiya ku PKK bi şehîdan tê temsîlkirin jî dibe yek ji îfadeya herî şênber a qebûlkirina vê rêgezê ye.

Em di salvegereke din a 17-18 û 19’ê Gulanê de ne ku ji bo gelê Kurdistanê û PKK’ê xwedî wateyeke wiha ye. Hakî Karer, Halîl Çavgun, Ferhat Kurtay, Mahmût Zengîn, Necmî Oner û Eşref Anyik hêj bi me re dijîn. Bîranîna wan hêj jî li ber çavên me ye û di bîra me de hêj zindî ne. Sibê jî di bi heman awayî bijîn.

Lê girêdana bi şehîdan re divê tenê bi vê re sînor neyê girtin. Xeyala wan ne tenê ew bû ku bigihîjin armanca xwe. Armanca wan ew bû ku welateke azad, gelekê azad û cîhaneke azad biafirînin û vê rastiyê mayinde bikin. Ji ber vê yeke ye ku jiyandina şehîdan û xwegihandina armancên wan, têkoşîneke domdar li her kesî ferz dike. Rojên 17-18 û 19’ê gulanê jî ji çend rojên ku sozên biryardarbûna vê têkoşînê tên dayînin.

Hakî Karer, Halîl Çavgun, Ferhat Kurtay, Mahmût Zengîn, Necmî Oner û Eşref Anyik di hizr, ruhê Kurdistanê de û têkoşîna azadî û demokrasiyê de weke PKK dijîn.

Dikarî Biecibînî