Samî Tan û nêrîna rêzimanî

Di qada ziman de, Samî Tan xwedî kedeke mezin e. Di vê qadê de gelek berhem dane, di nav gelek xebatên ziman de cih girtiye. Nêzikî 25 salan e ku di vê riyê de xwedî meşeke ser û ber e. Jixwe yên ku bi zimanê kurdî re têkildar in Samî Tan baş nas dikin. Lê mebesta vê nivîsê ne pesindayîna wî ye. Ev nivîseke rexneyên li ser xebat û gotinên Samî Tan e.

Çend sal in di nêrînên Samî Tan de guherîneke balkêş heye û bi min hewceyî nirxandinê ne. Yekser derfetên min çêbûn ku ez piştî derketina rojnameya hefteyî ya Xwebûnê rêk û pêk Samî Tan bikaribim bişopînim. Lê bi min reh û rîşiyên guhertina nêrînên wî xwe dispêre salên berî weşandina Xwebûnê jî. Pejnek wisa heye ku koka wan diçe heta rojên Kampûsa Artûklûyê û xebatên Weqfa Mezoptamyayê. Helbet nomal e dîtinên mirov biguherin, lê… lê ya ev e, eger samîmiyet hebe, niyeteke nixumandî tune be.

Nêrînên nû diparêze lê binê wan tije nake. Hin tiştan dibêje lê yek a din înkar dike. Bi rastî jî ev yek bûne sedem ku ez vê nivîsê binivîsim.

Berî ku ez dest bi rexneyên der barê Samî Tan de bikim, dixwazim ku nîşeyeke girîng diyar bikim. Di lîteratûra kurdan de rexne nayên hezkirin. Rexne weke dijminatî û dijberiyê tê têgihiştin, tehemûl jê re nîn e. Ez dixwazim rexneyên min jî bi vî rengî neyên têgihîştin. Eger bi mebesteke dijberiyê bên fêmkirin wêga nagihîje armanca xwe. Helbet weke dijberî bê fêmkirin jî ku me hewce dît em ê rexneyên xwe dewam bikin. Dijberdîtina kesî nikare me ji rexneyên me bike. Lê hêvî ev e ku weke çêker bên têgihîştin, encam jê bên girtin.

Di rojnameya Xwebûn hejmara 11’an de (2-8 Adar 2020) nivîseke Samî Tan bi sernavê Rêziman û Xebatên Rêzimanî derketiye, gelek balkêş e. Di vê nîvîsara wî de, dixwaze rêzimana kurdî-kumancî bixe nîqaşê, nemaze jî Celadet Bedirxan. Lê mebesta xwe yeksar nabêje. Dewsa ku rasterast dev nîşan bide, mile xwe pişt guhê xwe re dibe, bi tiliya xwe dev nîşan dide. Tiştê ku qaşo dixwaze bide nîqaşkirin û tiştê ku li ser hûr dibe ji hev cuda ne. Ev qinaet ji min re ji çi çêdibe, binerin:

“Xebatên rêzimanî du cure ne; rêzimana şayesî û rêzimana rêzikparêz. Di rêzimana şayesî da bi rêzikên di zimanê heyî ( li ber dest) da xebatên li qadê tên diyarkirin û li ser wê bingehê berhemên rêzimanê tên amadekirin. Di rêzimana rêzikparêz da li gel rêzikên di zimanê heyî da, bi nêrîneka dûvdemî (diyakronîk) li ser rêzikên heyî xebat tên kirin, hewla zimanekî petî û rewan tê dayîn. …” (gnb).

Diyar e, bi qesta sêlê diçe êlê. Wê biqulibîne ser Celadet Bedirxan. Pêşiyê nixumandî, paşê rasterast tîne ser wî, “Li bakurê Kurdistanê palpişta gelek rêzimannivîsan xebata Celadet Bedirxan û Roger Lesco ye. Lê kesî zêde bala xwe nedaye xebata Qanadê Kurdo, Sadîp  Bahedîn Amedî; Reşîdê Kurd….” (gnb). Lê nizanim çi eleqeya wê bi mijara wî re heye?

Min rêzimanên Sadîp  Bahedîn Amedî; Reşîdê Kurd nenêriye. Lê belê rêzimana Qanadê Kurdo dizanim. Ew jî rêzimana  rêzikparêz e, ne şayesî. Binavkirin û termolojiya wî hinekî cuda ye, ew qas. Mebest eger jêşûştina hin tiştan be mirov dikare ji çil kaniyên dûr, ava çil aşan bîne. Ez pê bawer im, yên li ser ziman xebat kiribin, piraniya wan haya wan ji Qanadê Kurdo û yên din heye. Wan rêzimana Celadet Bedirxan guncavtir dîtiye, li ser riya wî çûne.

Lê Samî Tan nikare xwe bi hêsanî jê bişo. Ew jî di wê riyê de meşiya. Samî Tan di quncikê xwe yê rojnameya heftane Welat de dest bi nivîsandina xebatên rêzimanê kir. Kît bi kît ji rêzimana Celadet Bedirxan girt. Paşê weke pirtûk weşand. Samî Tan çi ji C. Bedirxan cudatir gotiye? Du xalên qaşo cuda li rêzimanê zêde kirine; yek qaşo cînavka pêwebestî, ya din jî dema bê ya nêzik e. Bi demê re, li ser rexneyan bi xwe dev ji cînavka pêwebestî berda. Ya din a xelet jî dema bê ya nêzik e. Hê diparêze. Ev form di nav xwe de pergalek e lê ew tenê ji wan yekê digire, (ez dikim werim) yên din davêje kêlekekê. Madem ew dema bê ya nêzik be ev çi ne? Min kir ez bêm, min dikir ez bihatama, min kiriye ez bêm, min kiribû ez bihatama û hwd.

Wî weke rêzepirtûk heta îro belkî pêncî çap rêziman çap kirine. Heta weke çavkaniyeke debarê jî jê sûdwerdigirtiye. Eger îro ji bo başrûniştina rêzimana Celadet Bedirxan beşek jê rojnameya Welat û ekola wê be, Samî Tan jî lingekî wê yê xurt e. Nêzî sî salan tu yê pê xizmetê bidî, bibî pêşeng, daneheveke berfireh wê pê bê afirandin, tu yê îro ji nişkê ve derkevî bêjî bi C. Bedirxan nabe. Yek, eyb nîn e? Du, ne dereng e nemaze ji bo cenabê te? Gelo ji bo ev yek pêk bê kîjan kevir bi serê kê de ket?

Ev dîtinên di vê gotarê de hatine eşkerekirin tenê hinceta rewakirina helwesta Samî ya guherîna dawiyê ye. Der barê nîqaşa xwe ya vê gotarê de kîjan mijar zelal kiriye? Qaşo gotar li ser rêzimana şayesî û metodên nûavakirî ne, lê tiştek der heqa wan de negotiye, derbas bûye. Em bi vê qelsiyê nikarin ji agahiyên mijarê têr bin. Belkî veke, binê wê tije bike em ê jî tevî wî bibin. Serê mijarê vekiriye, niçandiyê lê binî vala hiştiye. Dizane ku di gotareke wiha teng de ev mijar nikare bê ravekirin. Lê xema wî ne zelalkirina mijarê ye. Ew nixumandî êrîşî C. Bedirxan dike, ev mijar wê di bîra her kesî de bimîne. Yanî xwîner bi awayekî korsan hînî rewakirina nîqaşên li ser wî dike. Nikare di bin barê rexneyên ji bo ‘Rasnivîsîn’ê û yên din li wî dibin de rabe, ji aliyekî ve jî rojevê wiha dide ber bayê.

Di hejmara 6 a Xwebûnê de (27 Çile- 2 Sibat) nivîsa Samî Tan bi sernavê Geşkirina çand û zimanê kurdî ji bo geşkirina ziman pêşniyareke Komcivîna Yekem a Tora Ziman û Çanda Kurdî wiha ye;

“5 – Divê hemû materyal û nivîsên kurdî li gorî rastnivîsekê bin û termînolojiya  wan yek be. Di vî warî de divê saziyên zimanî û akademîk li hev bicivin.” Ev pêşniyar ne aîdî Samî Tan bi serê xwe ye. Komcivîna Torê ev biryar girtiye. Komcivîn ji rexneyên min muaf e û biryareke di cih de ye. Lê ji bo Samî Tan bi pirsgirêk e. Ew hem endamê Komxebata ‘Rêbera Rastnivîsînê hem jî rêvebirê Tora Ziman û Çanda Kurdî ye. Ev biryar di quncikê xwe yê rojnameyê de daye û lê xwedî derketiye. Em dikarin bi rihetî sernavê para wî rexne lê bigirin. Di binê Rêbera Rastnivîsîn’ê û vê biryara Komcivîna Tora Ziman û Çanda Kurdî de îmzeya wî heye. Naveroka van her du belgeyan bi hev re tezat e. Ji ber çi?

Biryara Komcîvîna Torê dibêje, ‘Divê hemû materyal û nivîsên kurdî li gorî rastnivîsekê bin û termînolojiya wan yek be.’ ‘Rastnivîsîn’a Komxebatê bi îmzeya Samî Tan li bin e serdanpê termînolojiya rastnivîsa dêrîn guherandiye û tehrîfateke mezin lê çêkiriye. Guh nade tu rexayan jî. Bi qasî para xwe ew di vê mijarê de ne samîmî ye. Hem ew di demeke nêz de serdanpê termîlojî hatiye guhertin û tehrîf kirin, piştre jî tevî civînan dibe dibêje, dê werin em li ser termînolojiyeke hevpar li hev bikin. Ev çi şîr e dotiye, ev çi bişkul e xistiye nav? Wateya wê ev e, werin termînolojiya me bi giştî qebûl bikin. Ev lîstika zarokan e birayê min? Madem ne wisa ye, wê nepirsin, çi derdê we hebû, we bayê bezê rastnivîs û termînolojiya wê guherand, we çima bêyî mesnetekê diyar bikin guherand û berfireh derdorên din beşdar nekirin, we bi serê xwe pêk anî? Gelo ji bo ser masê destê we xurt be we wisa kir?

Bi kurtasî guherîna Samî Tan her tim di serê mirovan de pirseke gewre çêdike. Her ev proseyeke ne normal teqîp dike. Ya bi xêr, em ê geşedanan bişopînin. Hêvî dikim ku ev pêvajo ji bo zimanê kurdî xêr û pêşveçûnê bîne, arîşeyan zêde neke. Arîşeyên qaşo di bin navê keft û left û dilsoziya ziman de dertên pêş êdî nayên kişandin. Hêvî dikim Samî Tan li rastiya xwe vegere. Çimkî gelek xalên ku ‘Rastnîvîsînê’ guhertine ew bi xwe jî jê ne bawer e, qanî nîn e.

Ez ji ku derê zanim? Ji ber ku ez yekser bi wî re û Weqfa Mezopotamyayê axivîme. Her tişt ji bela Rastnîvîsînê derdikeve himatê. Ev ‘dilsozi’yeke çawa ye, ez jî mat dimînim.

15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ji dilxwazên zimanê kurdî re pîroz be!

Dikarî Biecibînî