Zimanê kurdî şirîne yan tehl e

Her sal 15 gulanê weke Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di vê rojê de sazî peyaman diweşînin û daxuyanî tên dayîn. Bangewazî tên kirin ku li zimanê kurdî xwedî were derketin, were xwendin, nivîsandin û axaftin. Wê rojê strana Aram Tîgran a ‘Bi xeml û rewşe, şêrîn û xweşe zimanê kurdî ‘her tim tê gotin. Lê rastî ne ev e dibêje şirînê lê vê şirînahiyê na ve xwe. Bi dev dibêje şirîne lê di rastiyê de tehl e.

Di vê mijarê de trajediyeke ziman heye. Trajediya zimanê herî kevnar û dîrokî. Trajediya  zimanê kurdî weke trajediya gelê kurd e. Ziman û gel bi hev ve hatiye girêdan. Çawa ku gelê kurd parçe parçe û bi tenê maye, zimanê kurdî jî parçe parçe û bi tenê û bê xwedî maye. Di roja me de, çawa ku gelê kurd li ber qirkirinê ye, zimanê kurdî li ber mirinê ye. Bi taybet jî li bakurê Kurdistanê.

Ji bo ku zimanek bijî, pêwîstî bi sê tiştan heye. Axaftin, xwendin û nivîsandin.  Xwendin û nivîsandin pir kêm e. Xwendin û nivîsandina zimanê kurdî ne civakî ye. Her tim beşekê biçûk ên civakê ev kar kiriye. Di roja me de jî ev kar dîsa jî aliyê komekê biçûk ve tê kirin. Nivîsandin û xwendina kovar û rojnameya kurdî pir pir kêm bûne. Temaşekirina tv’yên bi kurdî jî kêm bûye. Lê xetereya herî mezin, gefa herî mezin, bi kurdî axaftin kêm bûye. Berê jî xwendin û nivîsandin nebû. Lê zimanê kurdî xwe di jiyana rojane de di zimanê dayikan û bi stranên denbêjan de li dijî hemû zilm û zordariyê li pêya ma û neheliya.

Dewleta tirk hêj jî asîmîlasyoneke pir mezin li ser ziman dimeşîne û dixwaze dawî lê were. Zimane kurdî di perwerdeyê de nayê bikaranîn. Di siyaset û aboriyê de nîne. Erê berê jî di siyaset, aborî û perwerdeyê de nebû. Lê axaftin hebû, muzîk hebû, huner hebû, xwedî derketin û parastin hebû. A niha xwedî derketin û parastin kêm bûye. Berê gund û taxên  bajaran cihê parastin û axaftina zimanê kurdî bû. Lê niha heta li gundan jî zarok bi tirkî di axivin. Berê dayikên kurd parazvanên zimanê kurdî bûn. Lê niha dayikên kurd ên ku di nav bera 20 û 35 salî de ne, bi temamî bi zarokên xwe re tirkî di axivin. Siyasetmedar û malbatên wan ji xwe bi tirkî di axivin. Ew vê rewşê weke moda dibînin. Esnaf û ticar naaxive. Kî zimanê kurdî di axive? Çend dayik, hin hunermend û rewşenbîr, feqîr û xizan.

Em netewperestî û zimanperestiyê nakin. Lê li holê qirkirina gelekî û windabûna zimanê herî kevnar heye. Li vî zimanê xwedî derketin û pêşxistina wî peywireke mirovî, demokrat û  şoreşgerî ye. Ne tenê gelê kurd, dost hevalên gelê kurd ji divê vê yekê baş bizanin.

Di mijara ziman de sazî û dezgehên siyasî, ziman, çandî û hunerî divê rexnedayineke pir xurt bidin. Siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend jî deyndarin ku rexnedayînê bidin. Heke ku rexdayîneke xurt neyê kirin, dest bi kar neyê kirin, tevdîr neyên girtin û nêzîkatî weke heman dêmî bin, rewş xetere ye. Globalîzm û pêşketinên teknîkî, pişaftinên dijminahî, xemsarî û bêxweyîbûn vê xetereyê çiqas diçe mezintir dike. Madem zimanê kurdî şêrînê wê demê bixwe.

Dikarî Biecibînî