Rewşenbîr, rojên giran û erkên dîrokî!

Di van çend mehên bihûrî de bi hatina vîrûsa koronayê (Covîd-19) re cîhan hejiya. Vê carê hestên mirovan zêdetir nêzî hev bûn. Bi wateyeke din rûniştvanên çar aliyên cîhanê xwe di nava gemiyekê weke a Hz. Nûh de dîtin ku bi tofaneke mezin re rû bi rû maye. Me zêdetir ji berê lê bi çavekî vekirîtir li dora xwe nihêrî. Tiştên dûr jî hatin nêzî me. Mejî leq-leqîn û di bêdengiyeke tije ponijîn de em hêşta jî mendehoş mane. Hezaran pirs li pey hev hatin û çûn. Peyv reqisîn û ziman ketin liv û lebatê. Kurt û kurmancî jiyan derbasî pêvajoyeke nû: “Berî û piştî Koronayê” bû.

Di vê rewşa tevlihev a cîhanî de dijminê bêexlaq û bêprensîp şev û rojên xwe kirin yek ku ji ava şêlû nêçîra masiyên xwe bike. Erdogan ê sondxwarî bi xwîna kurdan dest bi şer û hêrişên xwe yên leşkerî kir û dîsa Rojava û başûrê Kurdistanê kirin qada şerên hemû alî. Li kêleka wê bi antîpropagandeyên bêrawestan hemû hewlên xwe dan ku him dijberên xwe bêdeng bike, him jî kurdan ji bo armancên xwe yên dagirekriyê bîne hemberî hev. Ew erkên wî yên dîrokî bûn ku weke mîrat û wesiyet ji kalkê xwe yên nifşperest Mistefa Kemal wergirtibûn û amadekariyên cî bi cîkirina biryarên peymana Mîsaqî Millî dike. Dîsa piştî sed salan li pey senaryonên serleşker Ozdemîr û M. Kemal digere.

Di vê navê de helwesta hinek rewşenbîrên me Kurdan gelek rûdanên dîrokî li ber çavê min zindî kirin. Wan bi bêy liber çavgirtina rewşa heyî, bi gotin û daxûyanî, nivîs û peyamên xwe yên alîgirane ava aşê dijminê doza Kurdistanê gûrtir kirin. Bêexlaqiya wan geha astekê ku tenê ji bo diravê berîka xwe xwestin bi qedera 50 milyon insanan bilîzin. Di mesela îdama Mistefa Selîmî de li Îranê yek ji wana bi zanyariyên ku aliyekî siyasî dabûn wî û bi rêyeke wiha re dixwest reqîbê xwe di nava raya giştî ya Kurd de sivik û tawanbar bidin xûyakirin, rûçikê xwe baştir derxist pêş. Ez niha jî nizanim ew “qehremanê facebook”ê çawa û çi zû ewqas zaniyarî bidest xistin? Piştî lêkolîneke berfireh êdî netenê durûyatî, belkî eşkere bû ku ew tenê yên rojên xweşkirina agirê dijberiya partiyên siyasî li Kurdistanê ye. Tenê dema jê dixwazin ew tê û li dijî hemû aliyên din diaxive. Gelo kesên wiha sûdperest û aşiqên nîşandayîna reng û rûyê xwe yê masekedar bi hemû bêwijdaniyên xwe qet nafikirin ku di rojên hesas û tengaviyên dijwar da gotineke wan dikare du kesên xwedî bîr û ramanên cuda ji hev bide kuştin? Malê dinê, zêr, zîv, koşk û xaniyên ku didin wan berê dabûn xayînên weke: Hesen Xeyrî, Rêberê Dêrsimî, Reşîd Yasimî, Qaso û Îrfan Qanîferd jî lê wan çi xêr ji xwe û malê ku dijmin dabû wan, dîtin? Belavkirina tovê dijberiyê bi çi qîmetê?

Dema di civakekê de rewşenbîr pêşeng bin, hingî asta hişyariya xelkê bilind dibe. Dema wiha be hingî kurd yê nehêlin ku xewnên dagirkerên cinayetkar û înkarger biser bikevin. Erkên giran li ber wan kesane ku bi hêsanî li kêleka rûdanên trajîk li welatê xwe derbas nabin.

Bi kurtî ez di wê baweriyê de me ku:

* Peyam divê ji bo lihevhatinê bin ne dûrxistina hêzên ku her yek bi awayekî xizmeta doza azadiya Kurd û Kurdistanê dike.

* Rewşenbîrên bêalî û Kurdistanî gere xwedî peyamên çêkirinê bin û kirasê rexnê bi awayekî bixemlînin ku agirê dijminahiyê vemirîne.

* Di rewşa îro ya li Zînî Wertê de divê em haydar bin ku dijmin li ber deriyê malên me tevane, dixwaze ter û hişkan bihevre bişewitîne.

* Armanca herî girîng ew e ku bi giştî nabe Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq di serdema cîhanê ya nû de dîsa bi dîzayeneke nû re li ser singê axa me bigehin armancên xwe.

* Di vê rewşê îro ya li ser sînorên bakur û başûrê welêt de ger şer di navbera aliyên Kurd de biqewime tirk ê bi hinceta hevkariya aliyekî bêne herêmê, Îran jî yê wiha bike û êdî yê şerekî mezin hemû Kurdistanê bigire ber xwe. Di encamê de kî yê ziyanê bibîne? Sed elbete em hemû. Hingî salên dirêj ê şer berdewam be û destkeftên ku hene jî yê herin. Ev armanca yekê ya dewleta Tirkiyeyê ye.

* Li pey çêbûna rewşeke wiha hemû partiyên siyasî yê dîsa bêjin: “Me çima wiha nekir, me çima wiha kir?, diviya me wiha bikira, filan kesî/ê wiha got, min wiha negot….”,

* Êdî nabe Kurd bi hêz û îmkanên xwe yên madî-manewî bibine ava aşê dijminê qedera xwe. Ev bo me tevaye û mesela partiyek an du partî, rêxistin û komele yan jî min û we nîne….

* Rewşenbîrên ku bi nirxê rojê dinivîsin, diaxivin û ji bo debara jiyana xwe tenê aliyekî dibînin û hemû aliyên din reş dikin, dawiya dawî rûreşên dinya û dîrokê yê ew bixwe bin.

* Bila bi karên erzan yên xiyanetkarên ku bi hemû awayên cehaletê ketin xizmeta dijminên doza xwe dîsa dîrok xwe li me dubare neke. Malwêranî û bindestî dîsa yê sedcare bibin.

* Peyamên min di vê nivîsê de ji bo duberekiyê nîne, çimkî dehan sale me got û çi feydê xwe nebû, ez dixwazim em pareke çareseriyê bin û rê li ber wan kesan bigirin ku dixwazin bi rêya alavên ragehandinê him li pey navdariyeke rojê ne û him jî haydarî karê xwe yê neynî li ser rewşa civakê nînin.

* Yekdengî ji bo berjewendiyên mezintir divê herkes ji xwe re bike banga jiyanê. Çimkî dawiya-dawî malwêran, feqîr, sivikbûyî, bindest û bêkes tenê takê Kurde. Yên din jî yê bi nivîsandina bîranînên xwe bêjin: „…. min wiha got, ez wiha çûm, ew ê din gere wiha bikira lê nekir, filan alî xiyanetkar bû, ez şoreşger bûm û….“ yê behsa rewşeke bikin ku ew bixwe têde sûcdarên sereke bûne.

* Rica min ji rewşenbîr, zana, aqilmendan ewe ku bi baldarî bi vê pirsgirêk û êşa dîrokî re serederiyê bikin ku sibe dîsa dayik û xwîşkên me li serê xwe nedin û hêsirên ji xwînê nebarînin. Bila êdî bes be em tim bi serşorî li pişta serê xwe binêrin. Bila êdî zarokên şehîdan behsa êş û derdên jiyana bêbatiya xwe nekin.

* Bila êdî ne dîrok henekên xwe bi me bike û ne jî êdî siyasetmedarên qeşmer li Tehran, Enqere, Bexda û Şamê bi kiryarên me yên sawîlkane bikenin.

* Kûr û dûr fikirkirin baştire ji wê hindê ku sibe em ezaba wijdanê bikişînîn.

* Belkî encam û peyama min ya herî dawiyê ve be: Hevgirtina PKK, PDK, PYD, ENKS, HDP, HDK, Komel, PJAK û YNKê dikare hemû planên dagirkerên KURDISTANA mezin vala derxîne.

* Bi yekdengî û hevgirtina pênûsên xwedî helwest û rewşenbîrên haydarî dîroka sedsalên bihûrî êdî xewnên sultanên dîktator jî dê neyên cih.

Dikarî Biecibînî