Li Rojava yekrêziya neteweyî

Me di van rojên dawî de nûçeyeke xweş, agahiyek bi rûmet bihîst. Lihevhatina tevgerên gelê me, lixweveger, yekrêzî, yekitî û hwd. gotinên hêjane ji bo mirovan, ji bo civakê û bi taybetî ji bo gelên bindest.

Her çi dibe bila bibe lihevrûniştin, hevdîtin, bi hevre axaftin, danûstandina mirovahî, ji pîvanên civakî yên herî sereke û bingehînin. Hema yekser em bêjin, li hev rûniştina PYD û ENKS’ê, her wiha li pey vêna li hev rûniştina 25 partî û rêxistinên kurdî yen Rojava karekî gelek pîroz e. Li ser hinek mijarên giring lihevkirina wan hîn pîroztir e.

Heta vir temam e û kesekî karibe li dijî wê derbikeve dê tune be.

Lê weke em  hemû dizanin, ev karekî siyasî û rêxistinî ye. Lewma divê hûr û kûr di ber çavan re were derbaskirin û di mejî re were parzandin. Dê îcar dewletên giregir di nav de bin, ev çîrok hîn girîngtir û watedartir dibe ku divê hin xurtir were hûrgilîkirin.

Em dewletan bi giştî nas dikin û nexasim van dewletên di navbênê de ne em hê ji nêztir nas dikin û armancên wan jî pir zelal dizanin. Hema berê em bi giştî bêjin; her dewlet berjewendiyên xwe bi yê kesî nade û ji bo qezenca xwe dikarin pê li her tiştî bikin û heta dikarin pîvanên mirovahî û qanûnên navdewletî jî nasnekin.

De vê ca, em ji vir ve dest pê bikin û bi meşin. Weke gotina bi kurdî tê gotin, ma morîka diya Amerîka, Rûsya, Fransa, Brîtanya û hwd. filan an bêvan dewletan li wira qetiyane erdê û hatine lê digerin? An ji bo xatirê çavên rêş ên kurdan hatine wir? Ji bo mirovatiyê û …hatine ? Na xêr bi tenê ji bo xatirê berjewendiyên xwe li wirin û bi tenê ji bo wê dixebitin, berî hemû tiştî, divê em vê yekê baş bikin guhark û têxin guhê xwe da ku em jibîr nekin û ne em xwe û ne jî kesekê din bi xapînin!

Bêguman kesê vê bixwîne, mafdar e ku pirs bike û bibêje; “Ê ka bira bê ka em çi bikin, ma bikin ku ev kes ji vir biçin, ma em neçin gel wan û bi wan re nedin û nestînin û hwd?”

Na xêr, weke min gotibû ez dîsa gotina xwe dubare dikim, çi dibe bila bibe, divê em vê pêngava pîroz bibînin û weke ku kes di navbêna me de nîne, em bi dil û can ‘yekrêziya xwe’ biparêzin û hîn jî xurtir bikin.

Erê divê em wan mijaran, ne li gorî dilê me ne ku me li jor behs kiribû jibîr nekin û bimeşin. Heke ku ew werin jibîrkirin, ji xwe ew karê pîroz jî nayê meşandin. Ji ber ku pîrozî radibe û li şûna wê berjewendî bi cih dibe!

Aha divê li vir çi bê kirin? Divê hêzên neteweyî yên rojavayî jî berjewendiyên xwe derxin ser masê û bin masê û dor masê û hwd! Belê divê ev hiş û eqil/sinc ji niha ve bi me re hebe. An na em ê di vê rê de bi hulkume û dibe ku em ne serkeftî bin. Lewma ji bo ku em paşê li çongên xwe nedin, em poşiman nebin, nekin ax û wax û nebêjin ; ‘Wele filankes û bêvankes xiyanet bi me re kir, em xapandin û hwd!”

Ji bo em rojên dahatû li xwe nedin û poşiman nebin, welew ku tal û tûj be jî divê em ji niha ve van gotinan ji hev re bêjin. Her wiha em hizir nekin ku dema em van mijaran wisa digrin dest, ew dewletên li gel me danişin ew ê tore bibin, aciz bibin an xwe bi xeyîdînin. Helbet ne ku em biçin pêçiyên xwe bixin çavên wan û van gotinan li rûyên wan bixin, berî wan, divê em di serî û mejiyên xwe de vana zanibin û xwedî tevdîr bin, ev besî me ye.

Ji xwe ew dewlet, ji me baştir xwe nas dikin. Ma yên Efrîn, yên Serêkaniyê û Girê Spî radestî dewleta Receb Tayib Erdogan kirin ne ew bixwe ne? Heke şerm û fedî hebe bila ew şerm bikin, ne em!

Gelî xwişk û bira û hevalan, dibe ku ez gelek vekirî, tazî, zelal û aşkera bipeyivî bim, her wiha dibe ku hinek ji van gotinên min ne razî bin jî, lê ez çi bikim, serpêhatiyên min û zanista min xwendiye û dîtiye van ji min re dibêjin, ez jî ji were dibêjim, her ewqas!

Ez nivîsa xwe bi biwêjeke kurdî temam bikim; “Singê hespa xwe baş bi kute û pêve baş girê de, paşê emanetî xwedê bike!”

Ez jî li gorî vê gotina dapîr û bapîrên me diçim û dîsa dubarê dibêjim, em hişyar bin, li derdorên me fen û hîle û kemîn pir in, em çend bi tevdîr bi rêve biçin em ê ewqas serkeftî bin.

Tirs û paşve sekin na, bi tevdîr û bi zanebûn pêşve çûyîn erê!

YEKRÊZIYA TEVGÊRÊN ME YÊN KURDISTANÎ LI ROJAVA (Bakurê Sûriyeyê) PÎROZ BE!

Dikarî Biecibînî