Her der qada çalakiyan e

Dewleta TC’ê, bê navber êrîşên xwe yên qirkirinê didomîne. Van êrîşan roj bi roj zêdetir dike. Ew pê bawer e ew ancax bi vî awayî dikare xwe li ser piya bigire û hebûna xwe berdewam bike. Qebûl nake, rêyeke cuda ya ji vê rêya polîtîkayên pêk tîne heye.

Bendewariya xwedî helwestbûneke cuda ya ji dewleta TC’e ya qirker, ne li gorî rastiya wê ye. Lewre dewleta TC’ê ya qirker di heman demê de hebûna xwe di qetlîam û qirkirinan de dibîne. Niha jî hewl dide vê polîtîkayê ji bo gihîştina armanca xwe ji nû ve saz bike.

Dewleta TC’ê ya qirker heta roja me ya îro, polîtîkayên êrîşên qirkirinê yên fizîkî, çandî û siyasî li dijî mirovên li ser erdên bi dagirkirin û zextan kiriye bin serweriya xwe pêk aniye. Îro jî “şewba” vîrûsa koronayê li van êrîşan zêde kiriye. Her çiqas çêbûna wê ya jixweber bi guman be jî, pêşwazîkirina modernîteya kapîtalîst a şewba vîrûsa koronayê vê rastiyê nîşan dide.

Pênaseyek ji bo vîrûsa koronayê ya mîna nexweşiyên zekem, grîb hwd. ên bi xwezayê ve girêdayî nîne. Her çiqas têkiliya xerabûna hevsengiya jiyana xwezayî û germahiya kurewî ya modernîteya kapîtalîst bûye sedem bê ziman jî, nêrîna hilberîna wê ya li laboratuaran bêhtir dertê pêş. Îro hêzên sermayeya kurewî û hevkarên wan ên mîna dewleta TC’ê ya qirker ên dîktatoriyên faşîst vîrûsa koronayê weke lûtfeke xwedê dibînin û ev rastî vê nêrînê bi hêz dike.

Bi her awayî derketiye holê, modernîteya kapîtalîst li ber rûxandinê ye. Hêzên sermayeya kurewî bi xwe hesiyaye wek krîzên berê nikare ji nav vê krîza heyî derbikeve. Wek encameke vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe biparêze û serweriya xwe bidomîne li rêyên çareseriya bingehîn digere. Dinya bi tevahî xera bibe û di xwezayê de yek zindiyek jî nemîne ew ji ya xwe nayê xwarê û li gor armanca xwe tevdigere. Heger bigihîjin hedefa xwe, wê ‘pergaleke nû’ ya xwe wek ‘xwedayê’ cîhanê ragihandine ava bikin. Bi salan e sîmulasyona vê tê kirin. Bi rê û rêbazên cuda bi sîmulasyonan civak ji vê rewşê re tê amadekirin. Navendên şerê psîkolojîk bi van raporan, Hollywood bi fîlmên pevxistî û refên pirtûkxaneyan bi pirtûkan hatine dagirtin.

Vîrûsa koronayê jî wek şewbeke  di rewşeke wiha de pêşiya wê nikare were girtin, dixwazin bidin qebûlkirin. Di daxuyaniyan de tê gotin wê ji ber vîrûsa koronayê bi milyonan mirov bimirin. Bi vî awayî dixwazin rê li ber bertekên li dijî encamên trajîk bigirin û mirovan fêrî vê rewşê bikin.

Dewleta TC’ê ya qirker jî yek ji wan dewletên cîhanê ye, yên van polîtîkayan bi awayekî zelal û bi bandor bi kar tînin. Li başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê û li Lîbyayê êrîşên xwe yên dagirkerî û qirkirinê didomîne û bi awayekî berdewamî xwe li Rojhilatê Deryaya Spî bi cih dike. Bi hinceta şewba vîrûsa koronayê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi qedexeyên derketina derve mirov li malên wan heps kirine; kolan, sikak û navendên bajêran bi leşker, polîs, notirvan, hêzên peretî hwd. hêzên milîtarîst bi destê dewletê hatine dagirtin.

Bi zagon û biryarnameyên her roj tên derxistin civak tê dorpêçkirin û nahêlin bêhna xwe bide û bistîne. Partî, komele, sendîka, baro, odeyên pîşesaziyê û hwd. li ser navê civaka birêxistinkirî çi hebe dikin hedefa êrîşên xwe ji bo wan ji hev belav bikin. Li gorî xwe civakê reforme dikin, ji bo bikaribin civakê bi şerê xwe yê psîkoljîk bi rê ve bibin. Yên li hemberî van polîtîkayên faşîst derdikevin, dengê xwe derdixin kampanyayên lîncê li dar dixin, îşkeceyan li wan dikin û wan dikin zindanan. Tevî vana li madenan û kargehên bêewle karker tên xebitandinê û li ser pişta van karkeran hin kes û komên li derdora dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê kom bûne û xweşekiyê jê re dikin serweta xwe mezin dikin. Li aliyekî ev, li aliyê din rêya vîrûsa koronayê vedikin ji bo civakê hîn zêde têxin bin bandora wê. Rastiya hejmarên pêketî û miriyên ji ber vîrûsa koronayê vedişêrin. Dîsa jî li gor amarên fermî bi sedhezaran pêketî û miriyên ji ber vîrusê hene.

Bi vî awayî dewleta TC’ê bi hinceta şewba vîrûsa koronayê dixwaze li Kurdistan û Tirkiyeyê bike dara bêdirî û pergala daye peşiya xwe bi cih bike û rûxîna xwe rawestîne. Civakên Kurdistan û Tirkiyeyê vê rastiyê dibînin. Îtiraz dikin. Lê ev îtiraz bi serê xwe têrî nakin. Dewleta TC’ê ya qirker bi awayê di pirtûkan de û li dibistanan behsa wê tê kirin nîne. Dewleta herî hov, barbar, talanker, rûxîner, qirker û dijminê mirov, xweza û jinan e. Li hemberî dewleteke bi taybetmendiyeke wiha bandora îtirazan tenê tune ye. Dikarin bêjin ev îtiraz li xweşa dewleta TC’ê ya qirker diçin û zewqê ji wan distîne.  Li gorî vê rastiyê parastina rewa û birêxistinabûna bi liv û tevger mafek e. Ji ber vê ye, îtirazên hêza birêxistinkirî û bi liv û tevger ên civakên Kurdistan û Tirkiyeyê yên li dijî hemû zagon û biryarnameyên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di çarçoveya parastina rewa de ne.

Divê civakên Kurdistan û Tirkiyeyê li bendê nebin, wê hinekên din werin li hemberî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê xwe bi rêxistin bikin û bi parastina rewa li ber xwe bidin. Êdî ew dem derbas bû. Divê bi hêza xwe ya rewa bawer bin. Yên bi rastiya dîktatoriya faşîsta a AKP-MHP’ê û dewleta TC’ê ya qirker dizanin û bi vê hişmendiyê ne, divê dizanibin hêzeke bi vî awayî li dijî wan dikaribe li ber xwe bide heye. Bi kê dikaribe were ba hev, bila bi wan re tevbigere. Heger kesî li ba xwe nebîne jî divê bi serê xwe jî dikarebe pêk bîne. Divê her derê bike qadên çalakiyan, yên dewleta TC’ê temsîl dikin, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê li ser piyan dihêlin, hêz didin wan û hêzên faşîst wek erkeke dîrokî bike hedef. Ji xeynî vê tiştekî din ê dewleta TC’ê ya qirker, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê û şefên wê yên faşîst R.T. Erdogan û D. Bahçeli yên her cure rê û rêbazan ji bo rawestandina rûxandina xwe bi kar tîne û vê ji bo xwe wek maf dibîne, bide sekinandinê tune ye.

Dikarî Biecibînî