Gelo ev berdêlên bêdengiya me ye em didin!

Di rojên dawî de bi taybet li bakurê Kurdistanê operasyonên li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, xirakirina şehîdgehan û dîsa dagirkirina şaredariyan, zext û zordariyeke yek car mezin li ser gelê kurd heye.

Ev êrîş ne nû ne û ne jî cuda ne. Em bînin bîra xwe kengê dewleta tirk a dagirker û faşîst tengijiye, ji bo vîn û rûmeta gelê kurd bişkîne, serî li van rê û rêbazan dide. Dîsa salên 90’î dema di operasyonên li hemberî gerîla de derbên giran dixwarin, serê gerîla jê dikirin û li ber wêne dikişandin. Îro jî heman hişmendî û heman kiryar li ber çavê hemû dinyayê dike. Ya îro tê kirin, vê bi vekirî bê ku binixwûmîne û veşêre li nava kolanê dikin.

Ji bo kerameta gelê kurd li bin erdê bidin, şehîdgehên ku gorên gerîla û şervanên azadiyê yên ji bo doza azad a kurd şer kirin û şehîd bûn, xira dikin. Hestiyên şehîdan di koliyan de ji bo dayikan dişînin. Li nava kolanê êdî xwe li zarokan jî ranagirin û bi hovan e êrîş dikin. Ti pîvanekî vê ya ku bi demokrasî û mirovbûnê re tine, ev ne mirov in. Ji ber ku mirov vê nakin û bi qasî misqale zire mirovbûn li gel be, naçe hestiyê miriyan ranake û narevîne. Dîsa gorên wan xira nake.

Ev ewqas ditirsin, diçin wiha dikin. Gor û şehîdgeh bûne xewnên wan ên şevan. Dixwazin ji şehîdan tolê hildin. Ji ber ku yekan e xweragir û hêza gelê kurd şehîd in, dixwazin destpêkê ji wir destpê bikin. Her wiha dîsa dayikên ku lehengan diafirînin, dixwazin êrîşî wan bikin û wan bê rûmet bihêlin. Lê vê yekê nizanin ku çiqasî kiryarên hov bidin kirin, ewqas gelê kurd hêz digire û xurt dibe.

Dîsa yek ji mijara esasî tim ji vê sûdê digire bêdengî û neyekbûna gelê kurd ê pir parçeyî ye. Tim dijmin ji vê hêz digire û dîsa nokerên li nava kurdan dide aliyê xwe û vê dike.

Em pir dûr neçin, herî dawî dema xwerêveberiyê êrîşî bajaran kirin, bajar talan û wêran kirin, di jêrzemînan de ciwanên kurd ên birîndar bi saxî şewitandin. Li vir Hevserokê Cizîrê Mehmet Tunç bang kir ku her kes xwedî li wan derkevin û bi hewara wan biçin ku birîndar bên rizgarkirin, lê.. bi qasî pêwîst me nekir û encam giran bû. Ciwanên kurd hatin şewitandin û bi hovane hatin qetilkirin.

Her wiha rojavayê Kurdistanê bi hemû awayî dewleta tirk destek da DAIŞ’ê û êrîş kir, di serî de Kobanê û gelek deverên rojavayê Kurdistanê bi awayekî hovane êrîş hatin kirin. Şengal, birîna giran e. Ev hemû encamên siyaset û neyekrêziya kurdan e.

Şaredarî hatin desteserkirin, hevşaredar, parlamenter, rewşenbîr, jin, dayik, ciwan hatin binçavkirin û girtin. Em bêdeng man. Hê jî hêviya gelek ji kurdan ew e ku dijmin wê ji ya xwe veger e. Hevkariyê bi dijmin re dike. Wisa zane dijmin bi maf e, rehm e. Gelo xirakirina şehîdgehan û hestiyên wan dizîn û li cihê cuda veşartin, rehm e? Ma di nava koliyan de hestiyê zarokekê ji bo dayika wê şandin mezinbûn û demokratîkbûna dewletekê li ku dihêle?

Dîsa cenazeyê 261 şehîdên ji Şehîdgeha Xerzanê hatibûn rakirin bi hinceta testa DNA’yê derket holê ku li bin peyarêkê ya li Kîlyosê di koliyan de li 18 gorên komî hatin definkirin. Ev hemû kiryar û hovîtiya demên dawî yên dewletê ne. Eger ku hê jî kurdên dewletê qenc û rehm dibîne, bila biçin lê bininêrin bê ka dewlet çiqasî bi rehm e.

Gelo ma nebûna me ya yek û dîsa weke neteweyek bergiriya xwe nekirine dihêle em van berdêlan bidin? Bêdengî û nebûna helwest ê dike dayik hestiyên zarokên xwe li ser çoka xwe dane? Divê her kes divê cejnê de tenê li hal û rewşa welat bifikire û wisa biçe biryarekê. An dê bi rûmet û serfirazî bijî an jî wê bi noker û mexlûq be heta hetayê.

Em hemû weke gelê kurd ji van dîmenên li şehîdgeh û hestiyên şehîdên me tên kirin berpirs in. Heta şehîdên me bi rehet nebin xwedî şehîdgehek û dayikên me nikaribin biçin ser gorên zarokên xwe, divê sekin nebe. Wateya gotin û axaftinê ji vê kêliyê û şûnde nemaye. Kî/ê jî bike, ne di cih de ye. Ev nuqteya dawî ya dawî ye. Ji bo vê ye ji gotinê zêdetir kiryar ji niha û şûnde girîng e û encam e.

Hêvîdarim ku her kurdek li ku dibe bila bibe, vê rewşê bibîne û li gorî wê helwesta xwe dane. Encamên helwestên me yên kêm berdêlên giran tîne. Ji bo wê ye, hêvîdarim ku her kes li gorî erk û berpirsyariyên welatparêziyê tevger bike û bibe xwedî helwest.

Bi vê boneyê Cejna Remezanê li hemû kurdên bi şeref û bi rûmet, xwedî helwest û bi biryar pîroz dikim. Hêvîdarim bibe wesîleya yekitî û yekrêziyeke qehîm a nav mala kurdan.

Dikarî Biecibînî