Hewldanên Yekitiya Neteweyî

Gelê kurd weke avê tiyê yekitiya neteweyî ye. Di sedsalên dawiyê de nebûna yekitiya neteweyî ya kurdan gelek mixabinî û windahiyên mezin bi xwe re anîn. Ev drama xemgîn hê îro jî didome û her roj birînên nacebirin diqewimîne. Berî sed salan mercên erdnîgariya Kurdistanê, mercên civakiya kurdan û mudaxeleyên emperyalîst kurd kiribûn rewşeke nepêkan ku kurd bibin yek. Mirov dikare bêje duh wisa bû. Lê îro dikare bê gotin ku merc ji bo yekitiya kurdan kemilîne.

Em îro gelek kêfxweş in ku hewldanên hêvîbar ji bo yekitiya kurdan pêk tên û her dewam dikin. Rehên van hewldanên hêvîbar û berbiçav digihîje salên 2013’an û ji vir ve. Di 2014’an de ev hewldan hatine ser kendalê pêkhatinê. Ji ber aloziya siyaseta navneteweyî, dewletên li ser welatê me heq îdia dikin ku ji me re birê parê wêdetir hebûnên me yên giştî dixwazin û têkiliyên bi wan re yên navxweyî ew kendalê pêkhatinê hilweşiya. Lê ji wê pê de jî hewldan nesekinîn. Heta îro jî berdewam in. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava gelek partî, sazî û rêxistinên sivîl ji dil û can yekitiya kurdan a neteweyî dixwazin.

Hewldaneke di navbera PYD û ENKS’ê de geşedanên hêja dewam dikin. Bîst û pênc partiyên kurd ên Rojava wek platformeke yekrêzî bi navê PYNK partiyeke nû ava kirin da ku bi ser navên wan xebatên yekitiya neteweyî pêk bîne. Ji bo yekitiya neteweyî ev qonaxên hêja ne. Berdewamiya van qonaxan dibe ku riya yekitiyê de bibe pireke xurt.

Kî ji yekitiyê çi fêm dike, çi diparêze?

Yekitî li ser hîm û berjewendiyên niştimanî ava dibe. Her partî berjewendiyên xwe dide aliyekî, hevpariyên neteweyî dide pêş, li ser bernameyeke neteweyî li hev dikin. Ev projeya herî kêrhatî ye.

Eger pergaleke avakirî pêk hatibe, partiyek were weke ku mîrateya ji bav û kalan mabe bixwaze parve bike, bêje nivî yê min nivî yê te, lê hêzeke wê ya bibe berginda vê daxwazê tune be, ew partî ji bo yekitiya neteweyî nayê ser maseyê, ji bo berjewendiyên hizbî hewl dide. Helwesta ENKS’ ê ya em ji daxuyaniyan fêm dikin ne li gorî berjewendiyên neteweyî deng vedidin derve. Bi israr PYD dixwaze hevdîtinan arasteyî xeteke niştimanî bike. Divê ev feraseta parvekirinê biguhere, platforma munasebeta yekitiya neteweyî her pêşde bê girtin.

Divê yekitî bi rê û rêbazên diyarkirî bimeşe. Partiyek bi piyên xwe yên herî û gemarî derkeve ser maseya niştimanî nabe ku bê qebûlkirin. Li dijî sekna netewetiyê kiryarên mezin hebin, bêyî ku lêborînê bide bê qebûlkirin ser maseyê, lingekî maseyê şikestî ye.

Partiya li Başûr a herî mezin. Aliyekî herî mezin ê yekitiyê PDK ye. Lê belê PDK xwe nade ber yekitiya neteweyî. Pêşniyarê biisrar diçin ji PDK’ê re, bi salan e nayê ser maseya yekrêziya neteweyî. Piştî referanduma Başûr Kerkûk jî tê de ji sedî çil axa Kurdistanê ji bin kontrola dewleta Iraqê re vekir. Başûrê Kurdistanê bi peyman û belge ji dagirkirina dewlata tirk re vekiriye, li xeta welatparêz re ketiye pêşbaziyê ku ji war û wargehên wan tasfiye bike. Pêşengtiyê ji kiryarên artêşa tirk re dike. Wargeha Mexmûrê bi ambargoya hikûmeta Başûr nikare bêhnê bistîne. Eger were ser maseya yekrêziya divê lêborîne wan tune be? Jixwe ev barê li piştê riya PDK’ê digire ku were ser maseyê. Em bêjin li gel her tiştî yekrêzî qebûl kir, divê lêborîneke xurt bide raya giştî ya kurdî.

Eger ev pêwîstî pêk neyê yanî bi herî û gemara lingên xwe hat ser maseya yekitiyê, ev tê wê wateyê ku dewleta Tirkiyeyê, Îranê û Iraqê li ser maseyê ne. Wê demê prensîbên yekitiyê binpê dibin, ev nabe yekitî, navê vê pîxim û bagaja dagirkeriyê ye.

Osman Baydemîr çend roj berê derketibû Medya Haber TV’yê. Mijar nîqaşa xebatên yekitiya neteweyî bû. Pêşkêşvanê bernameyê Erdal Er jê pirsî (yek bi yek wisa nebe jî wateya gotinên wî ev bû), ‘ji aliyekî ve hewldanên yekitiyê dibin, ji aliyê din ve hikûmeta Başûr û PDK dest didin destê Tirkiyeyê alîkariyê ji artêşa tirk re dikin, Mexmûr û Zînî Wertê li holê ye. Di vê çarçoveyê de hûn çi difikirin?’ Bersiva Osman Baydemîr wiha bû, (bi wateya xwe, ne yek bi yek) ‘hevdîtinên yekitiyê berdewam in, ez bersiva vê pirse nadim. Wê zirarê bide vê pêvajoyê.’ Bersiveke bê prensip ji devê wî hat. Ev nebû. Baydemîr dewam kir, got, divê di vê pêvajoyê de desteyeke pêşengên qinaetê û rewşenbîran ava bibe û ji bo yekitiyê rola xwe bilîze.

Bi min ê ku dixwaze di vê desteyê de cih bigire yek jî ew e. Eger hewceyî hebe ku desteyek ava bibe, cihgirtina Osman Baydemîr pêkan e, çima nebe? Lê eger Osman Baydemîr ser navê desteya pêşengên qinaetê û rewşenbîran hevdîtinan pêk bîne wê gelo ji PDKê re bêje, ev alîkariya we ji tirkan re û fetisandina Mexmûrê û hewldanên we yên Zînî Wertê ji bo yekitiya kurdan zirar e,divê hûn vê helwesta xwe ya zirarker di ber çavan re derbas bikin û werin di platforma yekitiyê de cih bigirin? Ji ber ku ew bêalî ne û helwesta rewşenbîriyê hewce dike vê yekê bêje.

Ev helwestên PDK’ê li dijî yekitiyê ne. Hewceyî rexnelêgirtinê ne. Başûr, Rojhilat, Bakur û Rojava ji bo helwesta hikûmeta Başûr û PDK li ser piyan e. Lê mixabin gotineke Baydemîr tune ye. Eger di TV’ê de bersivekê ji bo ku zirarê nede têkiliyan hewce nabîne bide hingê wê çi ji wan re bêje, ev tê wê wateyê ku bila têkiliyên PDK’ê û dewleta tirk zirar nebînin. Wateya objektîf ev e. Wêga yekitî wê li ser kîjan prensîban ava bibe? Eger helwesta PDK’ê neyê rojevê navê vê dibe hevdîtina ji bo yekitiyê?

Navê yekitiyê giran e. Divê bêprensîpî nekevin nav hewldanên platforma hevdîtinê. Eger wisa be di serî de hevdîtin wê têk biçin. Helbet heta dawiyê her derfet û her riyên pêkan divê ji bo yekitiyê bên bikaranîn û bên ceribandin.

Helbet yekitî fedakarî ye. Her partî divê ji bo yekitiyê fedakariyê bike. Lê divê ji bo yekitiya neteweyî prensîpên bingehîn neyên jibîrkirin. Divê pêşengên qinetê û rewşenbîr jî vê yekê ji bîr nekin. Bila hema navê wê yekitî be, çi dibe bila bibe ne feraseteke serkeftî ye.

Dikarî Biecibînî