Li Kurdistanê: Du rêbazên felsefî yên jiyanê (1)

Van rojan ku “Şoreşa Koronayê” jiyan xistiye nava bêdengiyeke mezin, hêza ramanê zêdetir, bîr û hestên ponijînê jî kûrtir kirine. Qehra sirûştê û mala me ya mezin anku erdê di kirasê vîrûseke ewqas biçûk da îtîraza xwe ya metirsîdar li pey derbasbûna sedan salan dîsa daye xûyanîkirin. Helbet berê jî vîrûsên wiha hebûn ku di çarçoveyeke diyarkirî de şerê me kirine, lê kesî dengê wan ê bêhêztir ji hêza dengê koronayê nebihîst. Korona hat û bi bandora xwe ya mezintir ji hêza hemû çekên herî giran ên sedan salên berê wiha got:  “Şoreşeke exlaqî pêwîste…”

Vê carê li pey salên 1720, 1820, 1920 û di destpêka 2020‘an de hatina rewşa nû ya jiyanê dîsa jî ji me re hate selmandin ku qehir û kîn motora hereketê ne. Kîneke veşartî û qehreke nediyar ku me guhên xwe li ber dengê wan ê nerm girtibû. Peyameke gelek zelal bû, lê 300 kes ji kapîtalîstên ku biqasî heft milyarder û çend sed milyon kesên din ên rû erdê xwedî mal û dewlemendiyê ne, guh nedan daxwazên sirûşt, daxwazên pisporên dûrbîn û encamên xerabûna av û hewayê ku sal ji salê zêdetir nîşanên hebûna xwe raberî me dikirin. Ew tenê di fikra dolar û kapîtala xwe de bûn û qedera nifşên paşerojê jî ji wan re girîng nebû. Lê vîrûsa koronayê ew xistin nava kuncên malê û dengê zengila xetereke hemû alî bi wan da hesandin. Tirsonekiya wan ji ya feqîrekî bêhemû tişt sedcarî zêdetir bûye lê bi hemû mal, dirav û milkê xwe nizanin çi bikin! Edaleta vîrûsa koronayê di vê rawestgehê da nasnameya xwe da diyarkirin ku netenê li dijî feqîr û hejaran, belkî li dijî wezîr û serokan jî bû.

Du rêbazên felsefî

Parastina jîngeh û li ber çav girtina piraniya rêbazên exlaqî ji bo duristkirina jiyaneke paqij di gelek pirtûk û ramanên fîlozofên cîhanê de hebûne û hene, lê min bixwe li Kurdistanê ji nêzve encama du ji van rêbazên felsefî dîtine û pêre jiyame ku ew jî evin:

Rêbaza şêxên Barzan: Şêx Ebdulselamê Duyê (1887 – 1914 ) û Şêx Ehmedê Barzanî (1896 – 1969)

Rêbaza rêzdar Abdulah Ocalan

Di her du rêbazan de wekhevî pir û gelek jî nêzî hevin ku li jêr ez ê tenê amaje bi çendek ji wanan bikim:

Parastina sirûştê, anku nebirîna dar û dirext, nekuştina ajelên kovî, rawkirina masiyan di demsaleke diyarkirî de û hwd,

Pabendbûn bi nirxên ku bihayê mirovahiyê di civakê de bilind dikin.

Bawerî bi hêza xwe a zatî û xwe kêmnedîtin ji tikesekî/ê.

Bilind dîtina nirx û wekheviyên hemû çînên di civakekê de,

Li ber çavgirtina hemû mafên keç û jinan, sivik nedîtina nav û keda wan di civak û malbatê de.

Biha û rêzeke zêde û dûr ji ramanên rasîstî ji ol û mezhebên cuda ji hev ên kêmneteweyên din ku di nava erdnigariyeke diyarkirî de ligel hev dijîn.

Bi dilekî fireh û toleranseke serdemiyane dan û standineke demokratîk tevî kêmneteweyên etnîkî li her derê.

Çareseriya hemû pirsgirêkên nava welat û civakê bi rêya diyalog, şiwir û rêbazên logîk.

Dûrperêzî ji rêbazên tund û şerxwazane ku zirarê bidine hemû aliyan, ax, welat, sirûşt, jiyan û hebûn pêre bêne tinekirin.

Bi zimanekî nerm dan û standin tevî dijminên ku xwedî hêz û mîna dîktatoran mentiqa bikaranîna zordariyê ne.

Û … hwd.

Belkî lîsta van wekheviyan dirêjtir be, lê bawerim ger kesên xwedî kapîtal û serokên welatên zilhêz ku ji fermana kapîtalîstan dernakevin, tenê dengê xwediyên van du rêbazên jiyanê li Kurdistanê bihîstana, êdî jiyan nedigeha sînorê xwe yên sor û tije metirsî yê îro ku tevliheviyên mezin ji paşeroja me tevan re afirandine.

Di beşa duyemîn a vê mijarê de ez ê li ser kar û xebata wan partî û aliyan li Kurdistanê bisekinim ku xwe weke endam, alîgir û şopînerên van du rêbazên felsefî dibînin û dizanin.

 

Dikarî Biecibînî