Dê tofanê bibînin

Armanca bingehîn a Derba Leşkerî ya 12’ê Îlonê ewbû ku mûxalefeta şoreşger, sosyalîst û demokratîk bipelçiqîne û bixe rewşeke ku cardin nikaribe serî rake û li ber xwe bide. Ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne jî li Kurdistan û Tirkiyeyê civak tam xistibû bin polîtîkayên çewisandinê û bi vî awayî hewldabû ku civakê bîne rewşa ku nikaribe dengê xwe bilind bike. Di vê pêvajoyê da zindan jî wek qadeke bingehîn a ku derba mirinê were lêxistin hatibûn hilbijartin. Armanca derba leşkerî ya faşîst ew bû ku di zindanan de encam bigre û bi vî awayî polîtikayên xwe yên faşîst li Kurdistan û Tirkiyeyê bixe meriyetê û mayinde bike. Wek cihê ewil ku van planên xwe lê bixin meriyetê jî Zindana Amedê hilbijartibûn.

Ev polîtîkayan di bin berbirsyariya korgeneral Kemal Yamalak ê ku wê demê fermandarê artêşa heftemîn, serokê fermandariya hêzên bejayî, serokê rêveberiya awerte ya Amedê û serokê daîreya şerê taybet bû de bûn. Ji bo pêkanîna van polîtîkayan jî, ji aliyê Kenan Evren ve Esat Oktay Yildiran hatibû erkdarkirin. Peywira Esat Oktay ê ku wê demê serpel (yuzbaşi) bû, ew bû ku bi her cure rêbazên îşkenceyê girtiyên şoreşger teslîm bigire. Ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne xwedî her cure  destûr û raye bû. Esat Oktay piştî ku tê Zindana Amedê, ji bo  peywira ku danê pêk bîne bi xwestek û zewqeke zêde tevdigere. Bi vî awayî Zindana Amedê dixe îşkencexaneyeke ku heta niha li ser rûyê cîhanê îşkenceyên nehatî dîtin. Wan rêbazên îşkenceyê wisa deng vedabûn ku li Kurdistan û Tirkiyeyê her kesî bihîstibû. Heta di nav raya navneteweyî da jî bibû rojev. Di Zindana Amedê de îşkencê, bi salan wek polîtîkayeke bingehîn dewam kir. Lê belê encam negirtin. Di Zindana Amedê de îşkenceyê winda kir, berxwedanê biser ket. Ev berxwedana bû çirûska berxwedana gel a ku li tevahiya Kurdistanê pêş ket.

Dîktatoriya leşkerî ya faşîst û mijokdar a 12’ê Îlonê bi îşkenceya li ser girtiyên şoreşger re hêrsa gelê kurd mezintir kiribûn. Dîroknas, siyasetmedar û civaknasan; têkçûyîna faşîzma 12’ê Îlonê ya di Zindana Amedê de bi vî awayî di dîrokê de qeyd kiribûn.

Ji 1980’î heta roja îro, 40 sal derbas bûn. Dîktatoriya faşîst û mijokdar a 12’ê Îlonê hê jî wek kabûsekî hebûna xwe didomîne. Şûna Kenan Evren ê ku mirî li kursiyê desthilatdariyê Erdogan-Bahçelî rûniştine, li şûna Esat Oktay jî Suleyman Soylu rûniştî ye.

Suleyman Soylu wek îşkencekarekî ji Esat Oktay derbastir kiriye. Bi vê jî sînordar namîne bi awayekî aşkera hemû Kurdistan û Tirkiye xistiye îşkencexaneyê. Tecrubeya Esat Oktay dewr girtiye û li ser rêbazê îşkenceyê yên nû zêde dike. Heta dişibe ji bijîşkên Hîtler Josef Mengele.

Josef Mengele di qampa Auschwitz-Birkenau a naziyên faşîst de li ser bi milyonan cihûyan ezmûn pêkanîbûn û ew kuştibûn. Suleymen Soylu jî îro li ser civakên Kurdistan û Tirkiyeyê bi îşkenceyên ku xistiye meriyetê ezmûnan pêk tîne. Bi rakirina hêrsa civakê, ji bo bertekên civakê asteng bike hewl dide hestên hêrsê yên civakê qels bike. Ji bo vê jî bi awayekî bi pergal, car caran êrîşî hemû nirxên ku hebûna mirovî wek civak diparêzin dike. Ji van êrîşan yek jî êrîşên li ser cenazeyên gerîla ne.

Bi salan e cenaze, gor û goristanên gerîlayan di nav rojevên bingehîn ên civakên Kurdistan û Tirkiyeyê de nin. Destpêkê bi cenazeyên gerîlayan leyîstin, organên wan jêkirin, cenazeyên wan bi erebeyan ve girêdan û bi erdê ve kaşkirin, rût û tazî bi rojan li qadan hiştin. Paşê dest bi rûxandina gor û goristanan kirin. Paşê jî cenaze li goristanan revandin û windakirin xistin meriyetê. Niha jî şandina cenazeyan bi kargoyê û xistina kabên plastîk û wek pakêtan li ser hev îstifkirin û di bin peyarêyan de veşartin lê zêdekirin. Vana hemûyan jî aşkera dikin. Dema vêya dikin jî bertekên civakê temaşe dikin û dipîvin. Heke encama ku dixwazin bi destbixin dê îlan bikin ku li Kurdîstan û Tirkiyeyê mirov û civak mirine.

Di heyama derba faşîst û mijokdar a 12’ê Îlonê de jî wiha kiribûn. Cuntaya faşîst bi îşkenceyan, bi projeyên endezyariya civakî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê xistibûn bin zeptûreptê. Bi vî awayî xwestibûn civakê ji civaktiyê derxin. Ev polîtikayên xwe yên faşîst destpêkê li Zindana Amedê xistibûn meriyetê û xwestibûn dûre van polîtîkayan li ser hemû civakê ferz bikin. Lê belê bi ser neketin. Mecbûr man berdêla van kirinin xwe dan. Hewldanên teslîmgirtina girtiyana bi rêbaza îşkenceyê, li wan weke berxwedan lê vegeriyabû.

Ew îşkenceyên ku li Zindana Amedê pêkhatin û ew kesên ku li hemberî van îşkenceyan li ber xwe dan nehatine jibîrkirin. Hê jî di hafizeyan de zindîbûna xwe diparêzin. Ev tiştên îro ku li cenazeyên me tên kirin jî dê neyên jibîrkirin. Cuntaya faşîst a Kenan Evren a 12’ê Îlonê bi her cure îşkenceyan jî ne gihişt armancên xwe yên li hemberî girtiyan, ne jî yen li hemberî civakê. Bi heman şiklî dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî jî dê bi van îşkenceyan negihêje armancên xwe. Di 12’ê Îlona 1980’an de li Amedê hemû hêrsa xwe nîşan dabûn û li hemberî vê hêrseke hêj mezintir dîtibûn. Dê niha jî li hemberî van kirinên xwe tiştên xerabtir bibînin; dê tofanê bibînin. Bila gumana tu kesî ji vê tunebe.

Dikarî Biecibînî