Li warekî ku her tişt lê qedexe dijîm!

Li welatekî ku mirov li ser miriyan re dimeşe, li warekî qedexekirî, bê ziman, nasname û çand dijîm. Bê cil rût û tazî me. Ne weke xwe û weke dixwazin ji rastiya min dûr dikin, dixwazim bijîm. Kirasê xwe yê genî û zimanê xwe yê serdest fêrî min dikin. Mîna berfa ku ziraqên rojê lê dide bi ruhî min kêlî bi kêlî dihelîne û ji rastiya min dike.

Min dixe qalibeke ku wan ji bo min dirûtî û li min anî. Min li min biyanî dike, ji xeyal, çand, rastî û xwezaya min biyanî dike. Min dike neyarê min. Ji min didize û weke yê xwe li min xweş dike û dide xwarin. Ji min talan dike û li ser rûdine û min tavêje.

Ji bedewiya min bigre heta, ziman, çand, wêje û xemla min hemû talan kir û li şûna wê yên xwe bi cih kir û vê li ser min dide ferzkirin. Min ji reseniya min dike û dike qelpê (sexte-neresen) çanda xwe. Ji warên ku lê hatime dinê, ji kanî û newalên lê bihorî me kûvî dike û berê min dide bajarên beton ên bêhna mirinê jê tên. Ji xaka bav û kalan dike, ji egîdî û mêrxasiyê dike; dike sêwî û berdide kolanên mêrkuj û nemrûdan.

Li warekî ku xeyal lê hatiye kuştin û daliqandî dijîm. Pirtûk qedexe, ziman qedexe; awaz qedexe kirî. Li kolanên bêhna mirinê û bajarên bêhn tengî û biyanî dijîm. Li warekî her kes li min biyanî, bi kîn li min dinêrin, bi dijmin li min dinêrim hebiskirî. Kolanên ku ji mirovên robotî ti ferqek neyî cil û berg li ser kes ha ji kesê tine dijîm.

Li bajarekî mirina jinê lê serbest dijîm. Li welatekî ku destavêtina zarokan serbest û li kolanan jin tên tacîzkirin dijîm. Li malekî ku zarokên keç bûne mezeya devê dêwan dijîm. Li axekî ku jin kole û zincîrkirî dijîm. Li bajarekî ku ciwaniya jinê hatî dizîn û kirasê kirêtî û fihêtiyê lê hatî dirûtin dijîm. Evîn lê qedexe, qirêjî lê hatî raçandin.

Li kolanekî ku zarok sêwî, bê kes û tî dijîn, dijîm. Zarokên ku di bin postalên polîs, bekçî û zaliman de can didim, dimeşim. Li kolanên ku li şûna kenê zarokan tenê qêrîn û qirî hil tê, tên guhê min. Li şûna li destê wan şekir û gul, fîşek û parçeyên bombeyên ku bedena wan parçekirî hene. Li warekî ken li zarokan qedexekirî dijîm.

Li warekî ku xweza tê qetilkirin, dar û zevî tên wêrankirin dijîm. Dîrok û çandeke kevnar tê teqandin û di bin ava de difetisin dijîm. Goristan û merqebên pîroz tên wêrankirin. Dîrok tê jêbirin.

Li welatekî ku şehîd bê gor in, dijîm. Komek hestî li derve li nava qotiyek li ser ranê dayikan e, li binê peyarêyan hatî bicihkirin, dijîm. Li goristanekî bê gor ku dayik dixwaze li ser bigirî neveşartî me. Komek hestî li cihekî nediyar hatî veşartin bê agahiya dayik û bavan im. Gorekim bê kêl û hestî me. Li welatekî ku rêz ji miriyan re nayê dayîn dijîm.

Li ser xakekî ku dayik li zarokên xwe digerin, dijîm. Bi hefteyan li hestiyên zarokên xwe dipirsin û lê digerin dijîm. Zarokên xwe yên bê can di sarincan de diveşêrin. Hestiyên zarokên xwe li ser çoka xwe datînin. Li warekî ku dayik bi salan in li gorekî zarokên xwe digerin, dinalim.

Warekî tovên demokrasî, azadî û aştî lê nehatî reşandin dijîm. Warekî barana rehmê li ser xaka wê nehatî barîn im. Li qesrekî ku wekhevî lê hatî qefeskirin û koletî lê serdest dijîm. Evîn û hemû bedewî hatî hucrekirin û zilm û zordestî serwer dijîm.

Gelo rastî jî mirov wê bikare li cihekî wiha bijî? Hûn jî li warekî wiha dijîn? Eger ku hûn jî bijîn ji bo ji vê rizgar bibin gelo qet rêyeke we heye? Hûn rêya yekan e rizgarbûna ji vê dizanin têkoşîn û serhildan e. Werin em dest bidin hev û bi hev re tê bikoşin.

Em vî warê mirî bi hev re ji hemû qirêjiyan paqij bikin û tovên azadî û aştiyê lê bireşînin. Ev bi yekitî û heskirina mirovahiyê pêkan e.

Dikarî Biecibînî