Tewang; gerdena zêr e di singê kurdî de

Bi navê Pergala Zimanê Kurdî û Tewang nivîseke min di Kovara Nûbiharê de derket. Di zimanê kurdî kurmancî de pergala tewangê çawa ava dibe mijara nivîsarê bû. (Nûbihar – hejm. 130)  Min ev nivîsar pêşiyê şand Kovara Zendê. Kovara Zendê berê got çavkanî kêm in şûnde vegerand. Min ew kêmasî temam kir, dîsa şand. Hingê jî bi hinceta ‘tiştekî nû tê de tune ye’ neweşand. Ez tê gihîştim ku bi hincetên neweşandinê li ber min dîwaran datînin, êdî min ji Zendê re neşand.

Di vê nivîsarê de ez ê bi giştî pergala tewangê û hevsenga bi hêmaya xwerûtiyê re bigrim dest. Heta çiqas ku haya min jê heye, heta wê nivîsara min kesekî rêk û pêk tewanga lêkeran tespît nekiribû. Zana Farqînî di Kovara Zendê de gotarek li ser tewanga lêkeran weşandibû. (Tewanga lêkeran- Zana Farqînî – Kovara Zend- Havîn-Payîz 2007) Lê belê gotar gelek ji dûrî analîza tewanga lêkeran bû û qaydeyekî din lê dixist. Jixwe dema tewanga lêkeran neyê tespîtkirin, em nikarin bêjin di kurdî-kurmancî de tewang tam hatiye diyarkirin. Ji bo ku nebe dubare ez ê berfireh li ser tewanga lêkeran nesekinim. Li jêr di nav nivîsarê de tewanga lêkeran jî bi kurtasî rave bikim.

Gelek kesên ku ji xwe re dibêjin zimannas zimanê kurdî-kurmancî baş nas nakin. Here were li pey rêziman û rastnivîsê dikevin, di wê hawira teng de avjenî dikin. Xemeke wisa bi wan re tune. Celadet Bedirxan nahewînin lê bi misqelekê jî çarhawirê zimanê xwe jî lêkolîn nakin û ji mîrateya C.Bedirxan dixwin. Heştê sal in kevirek nedane ser dîwarê ku C. Bedirxan ava kiriye.  Ji helahelaya wan jî kes nikare derbas bibe. Her biryarên di qada ziman de hewce bin, dixwazin ji bin bêjinga wan re derbas bibe.

Di zimanê kurdî-kurmancî de hewsengeke wisa heye ku mirovan diheyirîne. Ev hewseng, kingê dem dikevine nav hevokên axaftinê, pêk tê. Li wir ji bo mebesta min baş bê fêmkirin em dikarin demên xarûtî û tewangiyê pêk tînin bikin du biran; demên neborî (dema niha û bê) demên borî (hemû demên borî). Hêmayên xwerû di demên neborî de, di hevokê de pêk tên, di demên borî de ditewin. Mînak; ez dibe min. Hêmayên ku demên borî de xwerû ne, di demên neborî de ditewin. Mînak; ez sêvê, sevan dixwim. Hêmayên ku di demên borî de xwerû ne, di demên neborî de ditewin. Mînak; min (tewang)  sêv xwar (xwerû+xwerû) dibe ez (xwerû) sêvê dixwim (tewang+tewang). Di vê formê de di dema borî de wiha pêk nayê; ez sêv xwarim, di dema niha de jî nabe, min sêvê dixwim.

Hewsengeke din jî ev e; di demên neborî de lêker ditewin lê di demên borî de lêker xwerû dimînin. Yanî misoger li hember a din pozîsyon digirin, terazî li aliyekî giran nabe, di hevsengê de dimîne.

Eger em bizivirine ser tewanga lêkeran. Di pergala zimanê me de tewanga lêkeran tenê di demên niha û bê de pêk tê. Di demên niha û bê de lêker ji eslê xwe derdikevin, dirûv diguherînin. Yanî lêker ditewin. Ji awayê lêkerên tewangî gelek peyv tevî ferhenga kurdî bûne. Weke mînak; ji şûştinê şo, ji gotinê bêj, ji hilanînê hêl, ji razanê zê, ji xwestinê xwaz û hwd. Di demên borî de lêker nêzî raderê (mastar) dimînin. Koka raderê di demên borî de ji bo her kesî/ê eynî pêk tê, birêser tenê yek be weke xwe dimîne. Mînak; min,te, wî/wê, me, we, wan kir, bir, şûşt, anî, got û h wd.

Divê em li ser lêkerên rêdar (gerguhêz) û nerêdar (negerguhêz) bisekinin. Lêkerên nerêdar di her deman de bi forma cînavkên xwerû tê bikaranîn. Mînak; rawestin lêkereke nerêdar e. Ez radiwestim (d.niha), ez ê rawestim (d.bê), ez rawestiyam (d.b. têdayî), ez rawestiyame (d.b. dûdar), ez radiwestiyam (d.b. berdest), ez rawestiyabûm (çîrokiya d.b.) û yên din. Ango di demên borî de wiha naqewime;  min rawestiyam, min rawestiyame, min radiwestiyam, min rawestiyabûm.

Lêkerên rêdar di dema niha û bê de bi forma xwerû (ez, tu, ew…) lê di tev demên borî de bi forma cinavkên tewangî (min, te, wî/wê…) tê bikaranîn. Mînak; lêkera anîn rêdar e. Min anî, min anîbû, min dianî, min aniye û yên din.

Dema cînavka pirsiyar tê bikaranîn dîsa heman riyê re derbas dibe. Eger pirs ji lêkereke nerêdar bê pirsîn di her deman de bi cînavka pirsiyarê ya xwerû tê bikaranîn. Mînak; kenîn lekereke nerêdar e. Kî dikene? Kî wê bikene? Kî keniya? Kî keniyaye? Kî keniyabû? Kî dikene? û yên din. Eger bersiv bê dayîn wiha dibe; ez dikenim, tu yê bikenî, ew keniya, em keniyan,  hûn keniyabûn, ew dikenin,

Kingê ku pirs ji lêkereke rêdar bê pirsin di demên niha û bê de cînavka pirsiyariyê ya xwerû tê bikaranîn. Mînak; lêkera kirin rêdar e. Kî dike? Kî wê bike? Bersiv bê dayîn wiha dibe; ez dikim, ew ê bike. Awayê xelet ev e; min dikim,wî yê bike. Lê tev demên borî de forma cînavka pirsiyariyê ya tewangî tê bikaranîn. Mînak; kê kir, kê kiriye, kê kiribû, kê dikir û yên din. Bersiv bê dayîn wiha pêk tê; min kir, te kiriye, wî/wê kiribû, me dikir. Wiha nabe; ez kir, tu kiriye, ew kiribû, em dikir.

Ev hevseng di her bingehên ziman de serwêriya xwe nîşan dide. Nav jî ditewin, tewang wiha peyda dibe; dara gûzê (tewang, mê),Sitiyê (tew.nêr.) got, ez ji welêt/welatî(tew.) hatim, mamosteyan (tew. Pirjimar) ders da.

Her wiha navên nebinavkirî jî ditewin. Çiqlê dardekê (tew. mê) şikest, mêvanekî (tew. nêr) hêja tê mala me, jininan (tew. pirj.) muhebet dikir.

Hejmar jî ditewin. Mînak; yekî (tew. nêr) ji yê din re got, yekê (tew.mê) bigire bila neçe, ji wan dehan (tew.pirj.) veqetîne bila bimînin.

Welhasil tewang nebe nîvê ziman nabe, pergaleke wisa bi hev ve girêdayî ye ku ev hevsenga xira dibe parametreyên zimanê kurdî-kurmancî jî ser û bin dibin.

Destnîşankirin û mînakên me yên li jor rastiyekê derdixin pêş, zimanê kurdî- kurmancî hema bêjin nivî nivî tewang e, nîve din jî xwerû ye. Di zimanê me de cihekî tewangê yê taybet heye. Di gerdena zimanê me de mîna zêran dibiriqe. Mixabin sî salên dawî jiyana bajaran û bandora tirkî frekansên zimanê me tev li hev kirine. Di cih de be, ne di cih de be tewang û xwerûtî tê bikaranîn. Ev yek nasnameya ziman şêlî dike.

Dikarî Biecibînî